MİXO (*)

MİXO (*)

Kemal Burkay

Mixo bi laş û gewde merivekî girse bû, mîna ga û gamêşekî, lê serî piçûk bû.

Mixo çû hemamê. Di derî da û kete hundir, berê xwe da cîyê serşoyê. Lê roja hanê dora jinan bû. Jinên nîvtazî pêşî lê girtin, gotin:

“Lao Mixo, kuda diçî? Îro dora jinan e.”

Mixo got:

“Ma çi dibe, ezê jî xwe bişom!”

Jinan bi şepik û tasên hemamê serî û çav lê hûr kirin û avêtin der. Lê Mixo tiştek jê fêm ne kir. Him direvîya him digot:

“Ecêba giran, ma ev der ne hemam e?. Xwe şûştin ne bi peran e?. Çima min nahêlin?..”

* * *

Mixo çû mizgeftê. Ne avdest girtibû ne jî dia dizanibûn. Bi solan kete hundir. Jê ra gotin: “Solê xwe derxe, bibe li ber dêrî dayne.”

Mixo tiştek fêm nekir, got: “Çima?”

Gotin: “Adet û usûl usa ye.”

Mele ezan dixwend, li Mixo gelek xweş hat. Wî jî dest avête guh û kilama “Bavê Ferxo” got. Dengê wî ji dengê mele bilindtir bû. Xelkê dorê ecêb man, gotin: “Kuro Mixo tu çi dikî, li vir kilam nayêne gotin?”

Mixo got: “Lê mele çima dibêje?.”

* * *

Mixo ji ber avahîyeke mezin derbaz dibû. Dît ku gelek kes, jin û mêr di dêrî da dikevin hundir. Mixo pirsî:

“Li vir çi heye?”

Gotin: “Li vir topê dilîzin, goga lingan e..”

Mixo jî tevî wan bû û çû. Di dêrî da pere jê girtin, kaxizek dane dest û kete hundir.

Ew jî wek her kesî çû rûnişt. Heya wê rojê lîstikeke han ne dîtîbû. Li ser mêrga ortê bîstî-sî kes dabûn dû tiştekî glower, bi pîhn û serî û kulman lê didan, bi dû dipekîyan, diçûn dihatin. Sêrkar di cîyê xwe da ne disekinîn, hella hela û qîrîna wan digiha ezmanan.

Kêfa Mixo gellek pê hat. Wî jî kire hella hella. Li cîyê xwe ne sekinî, bezî çû meydana ortê. Wî jî wek lîstikvanan da dû gogê, bi dest û pîyan lê qelibî!..

Lê talîya xirab! Lîstik sekinî û ji der û dor bû qîrîn û halan. Hin kes bezîn, bi sîle û toqat Mixo girtin û birin. Dema ew dibirin, Mixo digot:

“Ma çi bû heyran, çima nahêlin ez bilîzim? Ma min jî pere ne daye?..”

* * *

Belê xwendevanên delal, ku laş mezin serî piçûk be usa ne..

Eva rewşa Tirkîyê tîne bîra min. Ev welat jî wek Mixoyê serî piçûk e.

Nifûs 70 mîlyon e, lê bi destê mistek diz û derewînan, zalim û zordestan tê îdarekirin.

Welat deh qatê Swîsrê mezin e, bi heyîyên sererdê û binerdê gelek dewlemend e; lê miletê xwe xizan e û nezan e..

Serok û serkarên Tirkîyê dibêjin em Îslam in, wek Îslaman nakin; dibêjin em Ewrûpî ne, wek Ewrûpîyan nakin. Li vî welatî her tişt tevî hev e.. Çavekî wan li şerqê, çavekî wan li xerbê ye; ango şaşik in..

Dixwazin bikevine Yekitîya Ewrûpê, lê destê wan ji zulm û tedayê, ji har û hovîyê nabe. Heqê mirovan nasnakin. Êrîşger in, şerxwaz in. Serda jî bi hêrs dikevin, dibêjin: “Neheqî li me dikin, nahêlin em bibin endamê Yekitîya Ewrûpê.”

Serok û serkarên Tirkîyê bi rastî jî ecêb in, Mixoyê serî piçûk in…

Hêvî, hejmar 98
10 Çirîya Pêşîn 1998

—————————————————
Ev nivîsa 20 sal berê, ku di rojnama hefteyî HÊVÎ da derketibû, her usa di kitêba min a teze AVZEM’ê da cî digire.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev