Nameyên evînî -40

Nameyên evînî -40

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûduduyan ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

 

***

Dilê min, bi rastî rast dibêjim. Hemû keçên min dîtîye, hemû karên min bi wan ra kirîye, nabin misqaleke evîna te. Dema te destê min girtibû, min li çavên te dinêrî û difikirîm: -Min ev zewq dît, min dikaribû nedîta û ji vê cihanê biçûma, bêy ku bizanibim zewqa esmanî çi ye.

 

***

Erê dilê min. Lê ez berî te bê dîn bûm, ango ateist bûm, niha pêxembera min tu yî.

 

***

Xwedê bike evîna te van fikirên tewş ji serê te derxe. Tu çawa tiştên wisa difikirî. Dîn di evîna min da tu rolek nalîze, ji ber ku ez ji te hez dikim. Belkî tu ne kurd bûyayî evîn ewqas xurt nebûya. Tu zanî ne, carina em dibêjin evîna me li cihanê jî tune, lê di bin da jî difikirin, ku dibe yek-dudu hebin, em wana nas nakin. Lê tiştê ji sedî sed ew e, ku ha a bi zimanê kurdî li tevaya cihanê tune û wê tunebe jî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev