Kurdekî Xelata Nobelê ya Matematîkê wergirt

Kurdekî Xelata Nobelê ya Matematîkê wergirt

Mustefa Kilicaslan

Prof. Koçer Bîrkar (Caucher Birkar)  kurdekî ji Merîwan a Rojhilata Kurdistanê li Zanîngeha Cambridge a Îngilîztanê da akademîk e, xelata here mezîn “the Fields Medal” ku wek Nobela Matematîkê tê qebûl kirin wergirt.

Xelata mamosta Koçer Bîrkar li bajarê Rio de Janerio ya Brezîlya, di Kongreya Navneteweyî ya Matematîkalê da hate dayîn. Ev xelata “the Fields Medal” ya matematîkê ye here bi navûdeng e û cara pêşî di sala 1936 hatîye dayîn û ji sala 1950 vir da jî her ji çar salê carekê tê dayîn bona kesên emrên wan 40î kêmtir.

Prof. Koçer Bîrkar li Zanîngeha Tehranê beşa Matematîkê kuta kiriye, di serê sala 2000î da wek penaber hatiye Îngilîztanê û xwendina xwe ye bilind – PhD – li wir temam kirîye.

Ji bo vê xelatê mamosta Koçer, şarezayê geometrîya elcebrayî, wiha dibêje: “Hêvîdar im ev xebera yê şabûneke piçûk bixe rûyê 40 milyonî”, qesta wî milletê Kurd e.

Em ji dil û can akademîkê qedirbilind Koçer Bîrkar pîroz dikin bona wergirtina vê xelata bilind.

 

P.S. Kesên bixwezin vê nûçeyê ji orîgînalê bixwînin, fermo: 

https://www.cbsnews.com/news/fields-medal-award-nobel-prize-mathematics-stolen-caucher-birkar-today-2018-08-01/

https://www.quantamagazine.org/caucher-birkar-who-fled-war-and-found-asylum-wins-fields-medal-20180801/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev