SERKUNDIRNAME -VI-

SERKUNDIRNAME -VI-

Xwendevanên delal, em îro perçeyê 6an yê nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî ye.

Raif Yaman

Navê zimanê maderî biguherînin, bikin zimanê zikmakî. Berî ku hinek ji we bipirsin hûn jê ra bibêjin ma nexweşîya zikmakî dibe, zimanê zikmakî çima nebe? Hûn rast dibêjin; ji xwe zimanê maderî daye ser hemî nexweşîyên zikmakî. Zimanê maderî bûye bela serê we. Ma çi ferqa wî ji nexweşîyên zikmakî heye? Ne? Eynî wusan bibêjin.

Navê zar û zimanê xwe biguherînin. Mesela ji kirmancî ra bibêjin dimilî, zazakî, hewramî, goranî, dêrsimkî, so bê, …. Ji kurmancî ra bibêjin êzidkî, behdînî, soranî, şêxbizinî, here were, … Her du zarên sereke yên zimanê xwe kirdî û kurdî bi navên xwe yên din kirmancî û kurmancî bi navên qebîle, eşîr, famîle, herêm, bajar û gundên xwe bi nav bikin. Bi hewqas zêde navî bi nav bikin ku bira serê we jî serê miletê we jî gêj bibe. Ji xwe nexweşîyên zikmakî jî bi navên xwe û jan û êşên xwe ancax hewqas dikanin nexweşan gêj bikin.

Li malên xwe jî bi zarr û zêçên xwe ra bi zar û zimanê xwe yê maderî mepeyivin. Bi zimanên din bipeyivin. Bi zimanê xwe mexwînin, menivîsin, mestrên. Stranan guhdarî mekin. Bibêjin kurdî têrî babetên îlmî, hunerî, culturî û politic nake. Bibêjin, zimanên Dêwê Heft Serî zimanên medenîyetê ne. Bibêjin farisî zimanê edebîyatê ye, erebî zimanê dîn û zanînê ye, turkî zimanê hunerê ye, rûskî zimanê communismê ye, ermenkî zimanekî qedîm e, azerkî û gurckî zimanên dewletê ne, lê kurdî kîrê şeytîn e.

Kî pirtir pêlê serê we bikin, bi zimanên wan guhdarî bikin. Pesnên hunermendên wan bidin. Dengbêjên xwe yên national ji nav xwe biqewitînin. Ev jî dilê we rehet neke, herin concertên wan lê bixin, jê ra xeberan bidin, gefan lê bixwin. Ji peyrewên xwe ra jî bibêjin bira wan guhdarî nekin. Wan bi sîxurtîyê sûcdar bikin. Gotina “beko navê xwe li hevalê xwe ko” ji xwe ra bikin bazin, xirxal, xizme, çavînok, nivişt û bi derên xwe yê munasîb ve bikin. Ber xwe mekevin. Ev hawayê jîyana we bi xwe ye. Ji kê ra çi?

Pîsitîyên xwe, bêkêrtîyên xwe gişkan bi carê bixin stûyên bikêrên xwe. Bixin stûyê serekê xwe ê xoybûnxwaz. Bibêjin wan kirine, me nekirine. Dema lazim be, çiqas bikêrtî, hêjahî û kirinên xwezanên we hebin, bi carê li gişkan xwedî derbikevin. Mesela xoybûnxwazên we derekê ji destê dujminên milet rizgar bikin, bibêjin me rizgar kirîye. Ma bi derewan kî mirîye? Hinek rabibin ji we bipirsin, bibêjin heta nuka we çima ew der ji destê dujmin nedigirtin? Wan bi xayîntî û sîxurtîya Dêwê Heft Serî tewanbar bikin.

Çavê gelê xwe bi gotinên xweş û tewş grê bidin. Ev jî nebe, gefan lê bixwin. Bitirsînin. Pêwîst be ji bo xatirê ayîndeya dewletên Dêwê Heft Serî bikujin. Li ku dera cîhanê dibin bira bibin lê mebuhurin. Bi sîxurekî dewleta xwe bikin qurbana qurşûnekê. Paşê bikin şehîd. Herin şînê. Bibêjin destê lobbya cihû, rûm û lazan di vê kuştinê da heye. Gotinên wusan dûrî aqilan bibêjin. Bi serok û kargerên xwe sond bixwin, bibêjin destê buzotnewa îstîxbarata Hûtê Heft Serî tê da tune. Dema hûn êdî nikanibin rastîyê vebişêrin jî Dêwê Heft Serî hovîtîyên xwe biwe stûyê kê hûn jî bixin stûyê wan. Bi nêçîrvantîya xwe bidin xwîyakirin ka hûn dikanin ji neyarên xwe ra çiqas tajîtîyek ji dil û can bikin. Bê guman ew dê ji we ra bibêjin eferim!

Ji kurdên xwedî dîn û mezheb û terîqetên cihê hez mekin. Pê ra hevaltîyê mekin. Jê ra gotinên xweş mebêjin. Pê yarîyên xwe bikin. Pê henekên xwe bikin. Pê qurfên xwe bikin. Wan bibehecînin. Bêhna wan teng bikin. Nanê wan mexwin. Vexwarinên wan vemexwin. Bibêjin, heram e. Dema lazim bibe bikevin navê. Wan pîj bikin. Li hev sor bikin. Bikin agir û puzot. Bixapînin û berbidin canê hev û din. Ji bo hûn bêtir bikevin çavê Dêwê Hef Serî yek caran jî fermana wan rabikin.  Qirra wan bînin. Xwe bixin dewsa xwedê. Bibêjin qetla van helal e, qetla van sinnet e, qetla van ferz e. Di xwenezantîyê da sînoran nas mekin.

Qîmetê medin axa xwe. Xelk axa xwe dike dar, dike bîstan, dike genim, ceh, nîsk, garis û gelek tiştên bi kêr. Li rast û kaş û kûşên xwe, li zozan û çîyayên xwe toximên jîyanê diçînin. Ji we ra çi? Hûn maînan biçînin. Her derê warê xwe bikin maîn. Paşê herin bi dilxweşî pêlê bikin. Ning û pîyan li zevîyên maînan bihêlin. Heke dilê we bi vê jî xweş nebe, canê xwe jî bidin ser. Kulekîyê pîroz bikin. Mirinê pîroz bikin. Ji zindîtî û xweşîyê ra xeberan bidin. Çi were ber devê we jê ra bibêjin. Mekevin gumanan. Xeman mexwin. Kî’ê ji we hesab bipirse? Sût û tolên hov û har  li pişta we ne. Heft kurên pîrê, wate Dêwê Heft Serî li pişta we ye.

Malên xwe wêran bikin. Malwêrantîyê ji xwe ra bikin rê, û jê dermekevin. Malên xwe bişewitînin. Agir berbidinê. Her tiştê xwe agir bikin. Heke yek ji we bipirse, bibêje çima? Bibêjin em zarrên agir in. Wer bikin ku bira agir ji agirbûna xwe şerm bike. Bira kurê Ahûra Mazda xwe bikuje. Bira roj û heyv ji ber kirinên we xwe li pişt ewrên reş vebişêrin. Bira stêrên asîmanan ji çirûsîna xwe şerm bikin. Herin di nav şênîyên gund û şarên xwe da xwe biteqînin. Kevir li ser kevir mehêlin. Bi sed hezaran welatîyên xwe neçarî revê bikin. Cangorîyên miletê xwe ref bi ref bihavêjin devên Dêwê Heft Serî.

Li pêş çavên karger û çekdarên Dêwê Heft Serî ji gûyê spîkirî bomban çêbikin û li ber derên welatîyên xwe bikin bin erdê. Qet mekevin gumanê. Mebêjin ev karger û çekdarên Dêwê Heft Serî çima çavên xwe ji van xendeq û çeperên me ra digirin? Gunehên wan megirin. Van pirsan jî ji xwe mepirsin. Çimkî zanîn bi pirs û gumanan dest pê dike. Herin dîwarên malên xwe qul bikin. Derîyên şênîyan bajêr ji ber bikin. Mehêlin gelê we can û malê xwe ji zilma we û Dêwê we ya delalî biparêze. Bi tufangên xwe gefan lê bixwin. Tirsan tê bifirinin.

Di medya xwe ya derewkar da, li ser cangorîyên xwe yên we bi çekdarên Dêwê Heft Serî dane kuştin ghezelan bixwînin. Hêsrên gumgumokên rûbaran ji çavên xwe bibarînin. Piştî ku gelek taxên bajarên we bi erdê ra yek bûn, bibêjin ji bo parastina can û malê şênîyan em ji bajêr vedikişin. Bi sedan çekdarên xwe bispêrin dewletê. Di televîzyonên xwe da bibêjin, em bi ser ketin. Ev jî nebe, serekê xoybûnxwaz sûcdar bikin. Sond bixwin, bibêjin, haya me jê tune. Bi murîdên xwe yên tûtî gotinên xwe bidin dubarebikin. Ningê we jî bi ber hev bikeve, xoybûnxwazên miletê xwe ruswa bikin. Dêwê Heft Serî jî hişyar bikin, bira hay ji xwe hebe.

Peyva democratic ji devê xwe dermexin. Democracyê pûç bikin. Democratan bixesînin. Wate, hemî têgihên xweş ên encyclopedic ji manên wanên rastîn bişon. Kirasên sosretîyên xwe lê bikin. Çiqas  gotinên bê mane hebin, li pey hev rêz bikin. Bi gotinên kewş û tewş mêjîyê xwe bitevizînin. Hûn’ê çi bikin ji mêjî.

Bibin mar û tûmpişk. Bi hev vebidin. Jehra xwe berbidin tamarên hev. Hev û din tetirxanî bikin. Lê ji Dêwê Heft Serî ra bibin mêşîn û berx, bibin xezal û karxezal. Wî bi şîr û goştê xwe xwedî bikin. Bibin ker û hesp, li pişta xwe suwar bikin. Barên wî bikşînin.

Li ber Dêwê Heft Serî bibin çel serî. Bira ji her serîyekî we dengek derbikeve.  Her dem, li her derê, ji bo dujminatîya can û malê miletê xwe bibin yek. Ev hawayê yekitîyê li we dihê. Cara pêşîn we ew peyda kirîye. Lê xwedî derbikevin.

Ji hêjahîyên miletê xwe hez mekin. Tamê jê megirin. Bibêjin, gîyayê hewşê tehl e. Li alîyê din, ji her tiştê neyarên xwe hez bikin. Di xizmetkarîya cîranên xwe da bê kêmasî bin. Di berdestîya xwe da bê sînor bin. Ji xwe ra hovên hartirîn, ji dujminên hebûna xwe ra mazûbanên hêjatirîn bin.

Bibin internationalist. Bibin ometparêz. Bibin communist. Şaş bibin. Faş bibin. Mat bibin. Bibin faşên dewletên miletên cîran. Bibin nationalistên vîyan û wîyan. Heta bibin rêgezperestên wan. Bi terestîyê pesnên xwe bidin. Çi dixwazin bibin. Xwe nizanibin bes e. Çimkî xwezanitî dujminê xwenezanitîyê ye. Hay jê hebin.

Wêne: Rebwer K. Tahir

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev