Şingal

Şingal

Nalîna hemû êzdîyan di nav vê helbesta Delala delal da ne

 

Delala Memê Recevî

Şingal, ji birînêd te
Xwîn diniqite
Te r’eş girêda.
Û dîrok dîsa
R’ûp’êlêd xwey r’eş diwek’ilîne…

R’efêd k’oçberiyê
Ji çiyayê Şingalê
K’om-k’om têne xwar
Ber her zinarî
Kal û pîr mane,
Ber her kevirî
Cinyazek maye
Û bi xwîna wan
Kevir sor bûne.

Qir’în û nalîn
Hêwirze, girî,
Kuştin û mirî,
Hewara dayîka
H’emêzêd wanda
Zarêd kuştî ne.

Dixwezin îro
Miletê Xwedê
Ewledê R’ojê
Xweya dîroka
Serdemêd kevinar
Xweyê bawarîya
Sert’acê ola
Me biqelînin.
Wekî usane
Bira nebî-p’êxember
H’emû mesevî
Dora hev r’ûnên
K’a mesevê wan
Ji çi havênî hatiye meyandin?
Eger na
Bira Şems nedîr nede
Û dinya nav te’rîstana r’eş
Bira dorp’êç be
Birûsk birq vede
Û tofan r’abe
Bira bih’edimin
Bircêd dinyayê,
Ku dinya îro
Bê dengî maye.

Şayîrno, r’abin qelemê hildin
Sazbendno, defa hewarê lêxin
Êzdîxan r’abe
R’abe boy xatirê navê êzdîtîyê,
Hildin h’eyfa wan qîz û bûka
Ku derxistine bazar û sûka
Hildin h’eyfa wan zar’-tifala
Ku ji t’îna mirin nava kendala
Hildin h’eyfa wan xort û mêra,
Wan kal û pîra
Cinyazê k’îjan man serê çîya
Hildin h’eyfa Êzdîxana xwe.,,

Şingal
Dîsa r’îşîyêd şe’ra r’eş
Dak’etiye ser bedena qerqaş,
Te r’eş girêda…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev