KANIYA PÊNCÇAVÎ -13

KANIYA PÊNCÇAVÎ -13

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

G u l d e s t e

 

HÊ EV ÎNTERNET NEBÛ

 

Hebû roniya dînbirê hê ev înternet nebû
Ez neşîm navê te hildim imkan û derfet nebû
Min dixwend hetanî fecrê şibhê tîtakên şeveq
Ji yek zatê jîr û zane bo min qet şîret nebû
(Tahir Dînarî)

 

Ma giham ku j’xizneya eşqê derênim pîlikkî
Jîneke arzan mi bûrand min feqîr qîmet nebû
Lê bi ser vî halî de xewnan didan ber lotikan
Ta ku lerzek hate dest, tirsa mirin min qet nebû
(Qasimê Xelîlî)

 

Wek şivek nava çiravê dilerizîm heta ling
Noq dibûm derya xemê wê ava çem û şet nebû
Xerq dibûm ez nav di pêlan geh wendayek rênenas
Ro dibûn wek mah û salan qurçik û xelwet nebû
(Tahir Dînarî)

 

Hêviyên min bûn li min pelqêz û kes pê nedhisa
Êşê ez her tim qewartim, ma bi min, şohret nebû
Jîn û şîn hem dîn û kîn hem xwîn birîn tev lev civîn
Mam di nava wê kuwara kulmozê mirwet nebû
(Qasimê Xelîlî)

 

Ma dikarî min ji ber wê ez herim cihên bilind
Nav qepalek bê hacêt bûm min milk û serwet nebû
Sebr û qinyatê ku bînim da herin êşên welêt
Îro razî me ji dostan lê hingî hurmet nebû
(Tahir Dînarî)

 

Ev civak har sêwiyê eşqê ne dijwar in neyar
Dilkevir wijdanbivir cewr pir me dî şewqet nebû
Bûme hesk dinya beroşa reştenî pir lê gerahm
Kêf û şahî j’bo dilê min çibkim qey qismet nebû
(Qasimê Xelîlî)

Qonya, Amed

 

MIN GO RINDÊ

 

Min go dil bo te geda ye
Ma ne tê dilî dibînî
Te mohra xwe pê ve daye
Bawer bike hinguvîn î
(Qasimê Xelîlî)

 

Wê go hinguv ji ter zax e
Li ser dilê te bit dax e
Şev û rojan bikî waxe
Zanî xêrê j’min nabînî
(Memê Miksî)

 

Min go rindê pozbilindê
Bi qurbanê nûrê findê
Şimamoka l’nava gundê
Çima sêva j’mi d’hebînî
(Qasimê Xelîlî)

 

Wê go sêvêm hişk, ne vêl in
Diranan di dev nahêlin
Xort li dû min wekî ‘êl in
Tewş e nexma tu dixwînî
(Memê Miksî)

 

Min go şad ke vî dilkê min
Hukumdara aqilkê min
Peyv bo heybeta te kêm in
Wek elfabaya Latînî
(Qasimê Xelîlî)

 

Wê go berde meth û pesin
Dil ji te re pola w hesin
Baz de cîran me nehesin
Anha armanca nifînî
(Memê Miksî)

 

Min go ji bo min çavên reş
Hecca min in rinda keleş…
Ta mirin oldarek serxweş
Dê bimînim ser vî dînî
(Qasimê Xelîlî)

 

Wê go çav ne j’bo te kil da
Min jî şêrek heye dil da
Her şev mêvan e paxil da
Bike bawer û yeqînî
(Memê Miksî)

 

Min go ha ev zehf giran bû
Tûj wek kêra w agiran bû
Ev ne derba hogiran bû
Ma naxwe qey çi ye şînî?
(Qasimê Xelîlî)

 

Wê go delalê dilevîn
Min xwest tu ji min bî emîn
Benda te ne pir xemrevîn
Ne ez im ya dicevînî
(Memê Miksî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev