Şengal, jana birîna kûr û xeder!

Di salvegera çaran a Jenosîda Şengalê da em carekî dinê bi xembari êşên Êzdîyên Şengalê bibîr tînin.

Li ser komkujîya Şengalê, ku Rêxistina Dewleta Îslamiya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya hov û xwînxwar di 03 Tebaxê 2014an da encam dabû, çar sal derbas bû, lê birîna Şengalê hêji qenc nebûye, her diçe zêde dijene. Hîn jî çarenivîsa bi hezaran jin û zarok, keç û kurên Êzdî, ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ne diyar e.

Çar salên tije derd, tengasî, xembarî, dilkovanî, koçberî, bêhêvî de êzdîyên Şengalê di nava êşên ji ber karesetên DAIŞ’ê de dijîn û tu caran wan kederan jibîrnakin. Îro jî em dilbirînin, bi komkujîyên Şengalê diêşin. Hezar mixabin, prosêsa heta dawîyê rizgar kirina herêma Şengalê pir egle bû. Vê rêxistina têrorîst 03.08.2014, li rojeke havînê ye wiha germ, derba here xedar Ȇzdîxana Şengalê xist, îro jî kirêtîya xwe, hovîtîya xwe berdewam dike. Li Şengalê şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge, HPG, YBŞ, şervanê parastina Şengalê û çeteyên DAIŞê de didome. Ya dilêşê eve ku deshilatdarîya Ȋraqê di wê kerasetê da, heta niha jî ne bi leşkerî, ne bi madî xweyî hemwelatiyê xwe yê êzdî derneket. Bûyara hane trajîk dîyar kir ku, dibê êdî pêwîste li ser madêya 140 î da kûr bifikirin û di wî warî de xebateke mezin bê kirin. Bi dîrokî Şengal perçeyek ji erdê Kurdistanê ye, êzdî jî parek ji gelê kurd in. lê îro jî ji derwayê sinorê Herêma Kurdistanê ye, îro jî azad nîne, rêxistinekê xwînxwar û hov Haşda Şabî li Şengalê desthilatdar in. Eger wisa berdewam be dê Şengal jî bê êzdî bimîne. Civaka êzdî niha demeke pir dijwar de dijî, bi mecbȗrî welatê xwe, axa kal û bavan, mal û milkê xwe dihêlin ȗ li temamiya cihanê belav dibin, berb gelek astengîyên xeribîyê, problêma helandinê ra rû bi rû mane. Îro, piştî 4 salan, ku terorîstên DAİŞ’ê komkujiya Şengalê pêk anîn, ji bilî ku ew navçe dagir kirin, bi hezaran kes koçber kirin û bi sedan jî qetil kirin, bi hezaran keçên ezdî revandin, hejmarek mezin ji pênaberan dîsa di rewşeke zor û dijwar da ne, gelek ji wan bê war in. İro jî ji zarokên Êzdî, ku DAÎŞ ligel xwe biribû, xeber ji wan tuneye. Şengal, ku him di dema jenosîdê hîm jî dema rizgar kirinê vêran bibû, hê nehatiye avadan kirinê, gelê Şengalê di bin cadiran da, li kampan da dijî.

Bi salan e li dijî komkujiyên li hemberî êzidiyan hemû kes bêdeng mabûn. Îcar jî Şengal bi xetereyê re rû bi rû bû. Telebext ra, îro jî dîsa ev rewş û ev merc e. Warê êzdyan li destê neyar da maye. Çi pêşmerge, çi gerille, çi şervanên kurdên êzîdî bi lehengî û bi mêrxasî ji ber jiyaneka bi rûmet canê xwe feda dikin. Em car din banga hêzên civaka navnetewî û berpirsyarên dewletan dikin, ku bona azad kirina jin û zarokên Êzdî bêtir kar û xebatê bikin, xwedî li Şengalê derkevin.

Fermo, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza pêşkêşî 4mîn salvegera komkujîya Şengalê bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev