Sonda min bi Melekê Tawis e

Sonda min bi Melekê Tawis e

 

Sonda min bi Melekê Tawis e
Ji Şengal û Laleşê
Taaa Gurcistan û Ermenistanê
Kurmancî ye dua û nifirên min
Kitêba min Mishefa Reş e
Kurd û kurmancê reş im

Enwer Karahan

Doh Êzîd,
Îroj Êzîdî,
Xortê porbigulî me
Ne pûtperest,
Ne jî xaçperest im
Yanî, ne îsayî û ne jî mihemedî me
Sonda min bi Melekê Tawis e
Ji Şengal û Laleşê
Taaa Gurcistan û Ermenistanê
Kurmancî ye dua û nifirên min
Kitêba min Mishefa Reş e
Kurd û kurmancê reş im
Ne bêjiyê tu ol û nijadê
Li ser axa bav û kalên xwe me
Navê wê Kurdistan e,
K U R D I S T AN!
Xwediyê wê me bi qandî we hemûyan
Welew ku te ez kuştim bi caran
Kirim berate ji bo gur û keftaran
Ku navê wê ferman e
Fermana 73an e…
Ne misilman im û ne kafir
Xwediyê bîr û baweriya xwe me
Wek her qewm û olê
Bi vî giyanê wek şîrê dayê
Destê Şêx Hadî ye li pişta min
Ew ê me biparêze ji çavsoriyê,
Ji bêbaviyê…
Ew ên agir kirine dawa xwe
Dê bibelqitin rojekê înşaleh
Li vê zir-erdnîgariyê
Cih heye ji me hemûyan re
Heger têr bibin ew çavên birçî,
Hûr û pizûrên genî
Qeşmeriya serkorên rîhmelkisî…
Me ferqî nexist navberê tu rojê
Milên min li milên wan e
Hemû birayên me
Deriyê me di deriyê hev de
Em dixwin ji yek beroşê
Hemû qûlên Xwedê ne
Tu divê berê te li Qibleyê
Tu divê li êgir û rojê
Lê serî danînim li hemberî tu çavsoriyê
Tu divê ew ferîştah bin li ezmên
Xwediyê şûr û qameyê jî bin
Em ê jî liberxwe bidin
Bi duayên xas ên Xwedê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev