BARZANÎ LI ERMENÎSTANÊ

BARZANÎ LI ERMENÎSTANÊ

 Me di 145 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê nivîseke ji berhema profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan yên bi sernivîsa Barzanî li Ermenîstanêraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Merivê efsaneyî” ji rûsî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal bona çapê amade ye, wê zûtirekê bê weşandinê.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 146

 

«Dema ermenî di salên 1920-1921ê bi gelkujîyê ra rû bi rû bûn, Andranîk paşa ji Şêx Ahmed ra nameyek şand, tê da hîvî dikir alîkarîya wan bikin. Şêx Ahmed emir kir Welî beg û 200 şervanên kurd çûne hewara wan. Ez jî di nav wan da bûm… Me alî ermenîyan kir, em bi wan ra gihîştine heta ber devê sînorê Sûrîyê û gelek ermenî ji qirê xilaz kir, di nav wan da malbeta Andranîk paşa jî. Me di şerê bi artêşa Tirkîyê ra 14 şervanên kurd şehîd dan».

 

Ji bîranînên Mustefa Barzanî

Barzanî sala 1956an[1] çû KSS Ermenîstanê, li wir ew bi jîyana warên kurd lê diman ra bû nas, seredana xebatkarên kurd kir, çû redaksyona rojnameya ”Rya teze” û redaksyona radyoya kurdî, ji alîyê xwendkar û mamostayên xwendinxaneya Ermenîstanê da bi dilgermî hate qebûlkirin, ku li wir fakulteya kurdî hebû, guh da derseke zimanê kurdî. Ewî seredana çend navçeyên Ermenîstanê kir, ku kurd lê diman. Li Rewanê bi daxwez-hîvîkirina serokê radyoyê Xelîlê Çaçan Mûradov û bi saya serê hereketê Barzanî wextê weşanên radyoya bi zimanê kurdî hate dirêjkirin.

Berî ku ez derbazî bîranînên dîtindaran derheqa seredana Barzanî li Ermenîstanê û hewildanên wî bona başkirina jîyana kurdan a çandî li wê komarê bikim, ezê çend gotinan li ser ”renesans”a çandî a kurdan li Ermenîstanê bikim. Bona çi Moskvayê di salên 30î yên sedsala buhurî da hema Ermenîstan hilbijart wek navenda pêşketina çanda kurdî?

Piştî ji holê rakirina Kurdistana Sor (li KSS Azirbêcanê), ku di rûyê dijberîya Tirkîyê û hewildanên Azirbêcanê bû, Moskvayê navbenda hukumkirina li ser kurdên Rojhilata Navîn guhaste Ermenîstanê.

Ew dewran di pirtûka H.Eskerov ”Diyaspora kurdan” da ha hatîye raberkirin: ”Ji vê warguhastinê ra tevayî ”navbenda tesîrkirinê” bi hiqûqî û sîyasî jî guherî. Di navenda pêşin da (Kurdistana Sor) hatibû plankirinê karên li ser bingehê sîyasî, miletîyê-dînî û çandî bikin, lê navenda duduyan (Ermenîstan) ji bo pêkanîna karê çandî hatibû sazkirinê. Di wî karî da, ku Ermenîstan ser Azirbêcanê ra girtin, bê şik, ew yek roleke mezin lîst, ku Azirbêcan ”dostê” Tirkîyê bû, lê Ermenîstan ”dijmin” bû. Di encamê da Moskva ser wê bawerîyê bû, ku çareserkirina pirsgirêkên bi helwesta serokatîya Azirbêcanê va girêdayî tenê wext dixwe, ya ku bi çavekî rexneyî li sîyaseta Navbendê di pirsa Rohilata Nêzîk da dinihêrî. Li Moskvayê biryar kirin, ku ermenîyên ji alîyê tirkan da hatine zêrandin, wê sîyaseta di hindava kurdan da bi dilê wan be”.

Lê di dema zordestîyên di dawîya salên 30î yên sedsala buhurî, bi lezobezo destbi pêkanîna projeyên di hêla lêkolînên ser zargotin, ziman û pêşxistina edebîyeta kurdî kirin, Xwendinxaneya Kurdî ya Pedagogîyê ya Pişkavkazê[2], dibistanên kurdî hate girtin,  çapkirina rojnameya ”Rya teze”[3] weşana xwe da sekinandin û hwd., heta çend npnerên ronakbîrên kurd jî sirgûn kirin[4].

Hatina M.Barzanî li Rewanê teqileke teze da pêşketina çanda kurdî, dayîreyên çandî careke din dikevine dewrê, ocaxên nû yên çand û zanyarîya kurdî têne vekirin.

”Sala 1955an rojnameya Rya teze careke din dest bi weşanê kir, ku sala 1937an hatibû girtin, hema wê demê radyoya bi zimanê kurdî li radyoya Ermenîstanê ya dewletê da destbi weşanên xwe kir[5], lê li Înstîtûyeke Rewanê dest bi amadekirina mamostayên zimanê kurdî kirin. Sala 1959an beşa kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Ermenîstanêye Zanyarî û li rex Yekîtîya Nivîskaran para nivîskarên kurd hatine vekirin”.

Ronakbîrên kurd yên Ermenîstanê herdem jî giringîya rola Barzanî, ku di nîveka salên 50î seredana Ermenîstanê kiribû, di karê wan bûyeran û yên din da bi şêkirdarî bîr tînin.

Mamedê Suleyman Babayêv, yek ji rêberên navdar yê kurdên Sovyet, serekê Yekîtîya kurdên YKSS “Yekbûn”, ku sala 1946an li Komara Mehabadê wek wergervan kar kirîye û ji wê demê da Barzanî nas dikir, hatina wî li Ermenîstanê ha bi bîr tîne: “… Mustefa Barzanî di dema xwe ya mêvanîyê li komarên Pişkavkazê di qedera kurdên Sovyet da roleke mezin lîst”.

Dema hatina Mustefa Barzanî li Ermenîstanê bi emirê sêkrêtarê pêşin yê KM PK Ermenîstanê Sûrên Tovmasyan li ser dereceya komarê komsyona opêratîv hate sazkirinê.

Pirseke ha danîne ber komîsyonê: -gera Mustefa Barzanî li komarê bidine organîzekirin. Her tiştê ku lazim dîtibûn nîşanî mêvan bikin, nîşan dan. Xênji navçeya Elegezê, wî seredana navçeyên Telînê û Aparanê jî kir [34, с.84].

Bîranînên akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, serekê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê: “Seredana M. Barzanî li Ermenîstana Sovyet bîranîneke zarotîya min a here xweş e. Hemûyan mêrxasê efsaneyî bi dil û can qebûl dikirin. Di nava kesên ku çûne pêşîya wî ev navdarên me hebûn: nivîskarê kurd yê binavûdeng û karmendê civakê Nadoyê Xudo Maxmûdov, Mêrxasê Yekîtîya Sovyet Semendê Elî Sîabendov, serokê radyoya kurdî a Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov, rohilatzan Hecîyê Cindî, Xalit Çetoyêv, serekê kolxoza gundê Necirlûya Jêrîn û Jorin ya navçeya Masîsê li Ermenîstanê Mamed Babayêv, nivîskar Elîyê Ebdilrehman û yên din. Dixwezim destnîşan bikim, ku wê demê ez şagirtê dibistana navîn bûm û min dît, ku gundîyên sade yên gundên kurdan bi zewqeke çawa mezin diçûne dîtina Barzanî. Barzanî ji alîyê xunedarên me, aktîvîstên rêxistinên civakî, şagirtan da bi dilgermî û hewaskarî dihate qebûlkirin. Ewî bi hûrgilî bersîva her pirsekê dida, behsa pirsgirêkan dikir, ku ber gelê Kurdistanê sekinîne, ya ku di nav çar dewletan da hatîye perçekirin. Heta niha jî gotina aqilmend ya M. Barzanî di guhê min da dike zingîn, ku wî di dema rasthatina bi gel ra got: ”Ê, Mehmed bira, ka li van warên bedew binhêre! Çiqas merivên aqilmend, xebathez, zane di nav gelê me da hene! Lê gerekê bizanibin, ku gelê bêy weten, weke çivîka bêy hêlûn e. (…). M. Barzanî çû navçeyên Ermenîstanê yên Elegezê, Aparanê, Telînê, Artaşatê, Masîsê, ku li wir kurd zêde ne. Her rasthatineke bi Barzanî ra bû bûyereke nebîrkirinê di nava bîra gel da”.

Barzanî xwesma rola weşanên radyoya kurdî ya Rewanê bilind qîmet kir, ku ji destpêkê da Xelîlê Çaçan serokatî lê dikir. Bi gotina ronakbîrên kurdên Sovyet, zêdekirina wextê weşanên radyoyê hetanî sehetûnîvekê, ku bi fermaa KM PKYS sala 1957an pêk hat, bi saya hîvîkirinên Mustefa Barzanî bûye.

Bîranînên profêsor O.Celîl: ”Wî seredana redaksyona radyoya me û rojnameya ”Rya teze” kir û demeke dirêj behsa kemala radyoya me bona kurdên derva kir. Bi gotina Barzanî radyoya me dengê welatekî ye, ku hêvîyê dike dilê me”.

Riya jîyana wî bi awayekî zelal dide xuyakirin, ku Barzanî herdem pir fireh fikirîye, bi dereceya tevaya milet. Lê ew wek merivekî dûrbîn tu şanseke bo miletê xwe, heta ya here biçûk jî, ji dest xwe bernedaye. Wî gelek ferih derc dikir, ku her gaveke wî, her xeberdaneke wî derheqa şerê wan da tesîreke erênî li ser her kurdekî dikir, femdarîya wan bo bo rastîya kurdan, tevgera wan bo azadîyê, ku bi dehan salan e li Kurdistanê berdewam e, firehtir dike û aminaya wan bo îdêologîya miletîyê dide xurtkirinê. Dibe rêberê kurdan bi xwe jî nizanibû ku nûçeyên derheqa tevgera barzanîyan û hizûra wî a şexsî di nav kurdên Sovyet da wê roleke ewqas mezin di jîyana kurdên Yekîtîya Sovyet da bilîzin.

Di salên pêncîyî da cihaneke ruhî ya biçûk ya kurdên Sovyet hebû, li wir welatparêzîya wan xuliqî. Ew cihana biçûk ji berê va sînorên xwe da firehkirinê, di welatparêzîya wan da dengê serbilindîya miletîyê her diçû bilindtir bû, dema Kurdistana Başûr bi serokatîya gênêralê bêhempa Mustefa Barzanî li pişta tevaya gelê kurd sekinî, şeref û mafên wan parast.

Gava ew mêvanê kurdên Ermenîstanê bû – rojnamevanê kurd Tîtalê Efo bîr tîne – ne di tevaya wextê rasthatinan, ne jî paşê, tu kesî ji me ra ne got: gelo ew kê bû ku bûbû mêvanê me. Tu kesek ji mamostayan, ne jî serokatîya dibistanê tu malûmatî ne didane me derheqa mêvanên hatibûne Rewanê da, tenê ji me ra digotin, ku hatine bi jîyana kurdên komarê ra bibine nas û em hîn dikirin ku tiştekî zêde ber wan xeber nedin. Tevaya zanebûnê me derheqa mêvanan da ev bû. Dem derbaz dibû û ew ”sur” dîyar dibû: digotin ku ew rêberê kurdan û heval-hogirên wî bûn ji Kurdistana Îraqê.

Dema mêvanîya Barzanî li Ermenîstanê pir caran wê îzbatîyê piştguh dikin, ku Barzanî pirsyara dîroka qeza Kurdistanê dikir, ku jê ra Kurdistana Sor dihate gotinê, ku ji sala 1923an heta sala 1929an li KSS Azirbêcanê hebû, yek jî qedera kurdên ku di salên 1937an û 1944an ji Kavkaza Başûr sirgûnî Asîya Navîn û Qazaxistanê kiribûn, bala wî dikişand. Hema piştî seredana Ermenîstanê Barzanî ew pirs danî ber desthilata Sovyet, bona otonomîyê bidine kurdan.

Babayêv M.S derheqa rasthatineke xwe bi Barzanî ra li Ermenîstanê bîr tîne, li wir rêberê kurdan temî daye nameyekê ji navê gencan ji hukumeta Sovyet ra bişîne, hîvî bike wan kurdan vegerînin, ku ji komarên Kavkazê sirgûn kiribûn. Babayêv nikaribû di nav heval û nasên xwe da îmzeyan berev bike. Di dema rasthatina xwe a din Babayêv bi xemgînî ji Barzanî ra behsa serneketina xwe û wê yekê da got, ku ew poşman bûye nameyê bişîne. ”Bi rastî bi min va wisa xuya dibû,- M.S. Babayêv bîr tîne,- tu kara nameyekê tune, ku merivekî tenê ew îmze kirîye.

-Lê tu bifikire, ku tu mêr î,- Barzanî bi dengekî nimiz gotê,- lê erkê mêran ew e, ku bo miletê xwe ber xwe kevin û bizêrin.

Gotinên wî ez şewitandim. Wî berdewam kir:

-Kêmasî hene? Tişt nake! Lê tu dîsa binivîse û de`w bike ku ji te ra şirove bikin: li ser çi bingehê dewletê hemwelatîyên te sirgûn kirin?

Ez rabûm, min berê xwe maseyê, min nameyeke nû bo Şêwra Tewrebilind ya Ermenîstanê, Azirbêcanê û Rûsîyayê ra nivîsî. Min name destxweda şand”.

Gorî gotina M.S. Babayêv, Barzanî di dema mêvanîya xwe ya li Pişkavkazê gotîye, ku gerekê hemû kurd berevî Ermenîstanê bin. Û bi şêwra wî çend malbet, ku gorî biryara KM PKYS ku di hezîrana sala 1956an da bi navê ”Derheqa rakirina astengên ser sirgûnîyên taybet, kesên bi nasnameyên welatên din, ku hemwelatîya wan tunebûye û wek hemwelatîyê Sovyet hatine qebûlkirin” çap bû, ji Asîya Navîn û Qazaxistanê berê xwe dane Ermenîstanê.

Riataza

 

[1] Gorî hinek çavkanîyên din, Barzanî sala 1958an seredana Ermenîstanê kir. [68, rûpel. 70] – red.

[2] Xwendinxaneya pedagogîyêye kurdî ya Pişkavkazê 1ê çileya paşin sala 1931ê li Rewanê hate sazkirin, ku xwendkar çar salan li wir dixwendin – red.

[3] «Rya teze» 25ê adarê sala 1930î li Rewanê, bi tîpên latînî hate çapkirin. Rojnameya ku sala 1937an weşana wê hatibû sekinandin, careke din sala 1955an dest bi weşanê kir, lê vê carê bi tîpên kirîlî – red.

[4] Sala 1937an, ku li YKSS di bin duruşma  şerê bi ”dijminên gel” û ”casûsên dewletên împêrîyalîst” dihate derbazkirin, gelek ronkabîr ketine ber aşê hêranê: gelek hatine girtinê, sirgûnkirinê, cezayê îdamê ji wan ra derxistin. Ev bûyer li ser riya pêşketina çanda kurdî dibûne asteng. Xudanê romana kurdî a pêşin Erebê Şemo sirgûnî Sîbîryayê kirin. Hecîyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî, Cangîr axa, Şamilê Têmûr kirine hebisê [7, r. 125].

[5] Radyoya Rewanê ya kurdî karê xwe bi weşanên her ro, di rojê da 15 deqe, destpê kir. Demekê radyo kirin di rojê da nîv siet, lê ji sala 1956an bi fermana KM PKYS weşan dirêj kirin heta sehetûnîvekê û her ro. Lê bi rûxanidina YKSS ra ew hate kêmkirin, pêşî bû sietek, dû ra heta îro nîv siet [7, r. 129].

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev