Ji nimûneyên zargotina me –146

Ji nimûneyên zargotina me –146

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûçilşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa sisîyan, ango a dawî a bi sernavê ”Şerê Rostem û Elfesyab” raberî we bikin. Beşên 1ê û 2an me berî heftêyekê û du heftêyan çap kiribû.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

ŞERÊ ROSTEM Û ELFESYAB -3

 

Şeve, Rostem kire gazî kurê xwe-Feremest, go:

-Here bêje seyçî, bira biçî sehekî seyranêda.

Seyçî ço, ço seyranê. Bihare, serê heyva nîsanêye, her kanîkê – ji xwera av tê, her guhlekê ji xwera – xwera bêhî tê, seyr û nêçîr ketine seyranê, têda hene pezkûvî, têda hene gakûvî, ji xwera heta êvarê nêçîr kir. Êvarê donzdeh destî gul çinîn. Êvarê li hespê xwe siyar bû, hate dîwanê. Her padşakî deste gul danê, her padşakî baxşîş dayê, êdî Rostem jê pirsî, go:

-Seyran çawane?

Go: -Seyran zef xweşe, serê heyva nîsanêye, têda rew-nêçîr hene, qetikê berfê ketinê, gul û çîçek zefin têda. Roja seyranê em biçin.

Rostem kire gazî kurê xwe Zorab, go:

-Bêje delal bila gazîke, emê biçine seyranê.

Delal kire gazî, go:

-Bi emirê Rostem, herçî ku xwe nav pira zîna xwe bigrin, emê biçine seyranê.

Rostem kire gazî kurê xwe Zorab, go:

-Çadira zengahî nehtabek sibe bikişîne seyranê.

Kurê wî, dîkê sibê bang da, çadir kişande seyranê. Dema çadira Rostem çû seyranê, çadirê hemûyan çûne seyranê. Ketine seyranêda, ji xwera kêf dikin: yek xezalan dikuje, yek şerabê vedixwe, yek govendê digirin, ji xwera kêf û seyranê dikin. Heftê wan temam bû: seyr xilaz kirin, tişt çayîrada nehiştin, rût bû. Rostem kire gazî kurê xwe, go:

-Tasa şeravê ji minra bîne.

Tasa gînî (şeravê) vexwar. Tasa wî yek denê kafira bû, serxweş ket, kire gazî maqûlan, go:

-Seyrana me tişt tê nemaye, dêjin seyrana Elfesyabê xweşe, go, hûn çi dibêjin, em biçine seyrana Elfesyabê, yanê neçin?

Maqûlan got, ji hevra dêjin, go:

-Xwedê mala wî mîratke, ev serxweşe, ev çi dêjî, teyr ezmanra diçî, çenga meqeş dike, mêr erdêra diçî, serî dipelçiqînî.

Mûradê kurê Pûradir dêjî:

-Serxweşe, cabê nedin.

Rostem car dî kire gazî wan, go:

-Hûn çira deng nakin, e ji we dipirsim, hûn caba min nadin?

Gulwêzerê Kênekanî got:

-Serbilindê Eywanê, go, tu zanî.

Go: -Ez zanim, emê sibê biçine seyrana Elfesyabê daynin.

Razan, heta bû sibe. Bû sibe, Rostem rabû, kire gazî kurê xwe, go:

-Tasa araqê bide min.

Kire gazî maqûlan, go: -Şevî dî min xeberek daye, hûn dêjin hûn xayê xeberê xwene, yan ne xweyê xeberê xwene?

Gulwêzer got, go: -Emir, emirê teye.

Rostem kire gazî kurê xwe, go:

-Çadira zengayî nehtabek bikişîne, dayne seyrana Elfesyabê. Serê heyva gulanêye, go, here bêje seyçî, bira biçî sehekê seyrangehê bide, hekî xweş bûye, emê biçine seyranê.

Şihîdo çû gote seyçî, go:

-Babê min gotîye biçîte seyranê, hekî seyran xweş bûye, emê biçin, hekî xweş nebûye, emê çend rojî bisekinin.

Bîstûçar paşayê Elfesyabê hene, hatine dîwana wî, ew jî dixweze here seyranê.

Seyçî (qorixçî) çû seyranê, dinhêre ezmanî sayîye, erd mije, go: “Ev çawane, mij ketîye erdê”. Ji kergedanê xwe hate xarê, dûrbîna xwe danî, di dûrbînê fikirî (nihêrî), fikirî hinge sitêra li ezmane, hinge berçemê daran, haqa çadir-xêbet di nava seyranêda danîne, go: “Ev çi çadirê xelqêne, li vir danîne?”. Çadira difikirî, çadirek rafezî hemû çadirane. Yek ava mirov germ dike, yek kefenê mirov diqetîne, yek mirov vedişêre. Rexş ber derê çadirê girêdaye. Bejina wî mîna kelhakêye, guhê wî raserê ewranin. Matala li ber vê Rexşêye, heçko deştekî bide, çiyakî şîre ber vê Rexşêye, heçko çiyakî danen nava deştekî, pelewan nava çadirada razaye, serê wî qonca jorêye, sê gaz bi gaza Helebê lingê wî derva derketîye, du mûyê melkemût nava berê wî zelamîdaye. Seyçî rûniştibû, go: “Ezê rabime ser xwe”. Sawê li wî girt, nikaribû rabûya, ji tirsa ket erdê. Rabû hespê xwe kişand ber kevir, li hespê xwe siyar bû, ço, kire gazî jina xwe:

-Were min ser hespê dane.

Jinikê go: -Ev çi li te hatîye, te dêw dîtine? Te heftar dîtine? Seba çi tu ha tirsîyayî?

Go: -Jinê, ji min nepirse, go min ser hespê dane.

Ser hespê danî.

Go: -Agirke ji minra, serma dikim.

Agir kir, sîngê xwe vekir, kete ber agir, hube-huba didanê wîye, heta bû şev.

Padşa gote kurê xwe, go:

-Min ji tera xeberek got, te gotîye seyçî, yan negotîye?

Kurê wî rabû ço ba seyçî, kire gazî seyçî, go:

-Kuro, tu çûyî seyranê, yanê neçûyî?

Go: -Ez nikarim xeber bidim, zelamekî bîne, bira min hilgirî, bine dîwanê, ez qise bikim.

Rabû zelamek anî, seyçî hilgirt, bire dîwanê. Elfesyab seyçî fikirî (nihêrî), rengê mirinê seyçî girtîye, go:

-Seyçî, te çi dîtîye?

Go: -Padşa, min tişt nedîtîye, go, ez çûme serê Boxazê: difikirim – ezman sayîye, erd jî mije, ji kergedanê xwe hatime xarê, dûrbîna xwe danî, di dûrbînêda fikirîm, hinge sitêre li ezmanane, hinde berçimê daran, haqa çadir, xêbet di nava seyranêda danîne, min go “ev çi çadirê xelqêne li vira danîne?”. Çadira fikirîm, çadirek rafezî hemû çadirane, çerx û felek ser çadirane: yek ava mirov germ dike, yek kefenê mirov diqetîne, yek mirov vedişêre. Rexş ber derê çadirê girêdaye. Bejina wî mîna kelhakêye, guhê wî raserê ewranin. Matala li ber vê Rexşêye, heçko deştekî bide, çiyakî şîre ber vê Rexşêye, heçko çiyakî danen nava deştekî, pelewan nava çadirada razaye, serê wî qonca jorêye, sê gaz bi gaza Helebê lingê wî derva derketîye, du mûyê melkemût nava berê wî zelamîdaye. Min go: “Ez rabim ser xwe”,- sawê min girt, min nikaribû ez rabûma, ji tirsa erdê ketim. Rabûm hespê xwe kişand ber kevir, li hespê siyar bûm, hatim. De bikin, bilezînin, min bene mala min, ta mirinê ez girtime, ezê bimirim.

Elfesyab du text hene: textekî sore, yek kesk. Ser textê kesk rabû, ço ser textê sor, siyar bû. Roja dehwê textê sor siyar dibû, dehwe, kire gazî Pîran, go:

-Pîran, ev çi keseke, xwedê roja wî xilaz kirîye, hatîye seyrangeha minda danîye?

Pîran gotê, go: -Roja min digot Syawûş nekuje, neyarê xwe neke Rostem û Tûz (Tûs)?

Berê xwe da Hinan, go:

-Hinano, ev çi keseke seyrangeha minda danîye?

Go: -Keweke petîye li dîzikêda, li mêrgêda, mêr dibê zolan jêveke.

Go: -Qapûtê min bavên milê Hinan. Kire gazî katiban:

-Kaxezan binvîsin, ber serê sayanda bikin, cih û memleketada bişînin, esker bicivînin.

Esker civandin, texterewanê Elfesyabê kişandin, riya şoşê çon derketin serê neqebê.

Zorab û Feremest qerewilin. Zorav (Zorab) razaye, Feremest hişyare, difikire eskerekî qewî giran jêla tê. Feremest gote Zorab, got:

-Rabe, tu çi dêjî, esker tê, em birevin, yan dest hilînin?

Zorab enirî, go: -Kesekî dîye, em ber xelqê birevin? Malbeta me ji ber neyaran nerevîye,- esker ketin pêşiya esker, şerkirin heta nîvro.

Elfesyab gote Pîran, go: -Ev çi keseke pêşiya me şer dike?

Go: -Ew çêjikê maranin (mer), go, ba tu pêş babê wan bikevî, tê çi ji te bikî.

Helan bû nîvro. Şihîde girtin, go: -Emê bikujin.

Yê dî got: -Em nakujin, emê bişeynin babê xwera hedya.

Dane destê zelamekî, birine ji Rostemra, kaxez nivîsî: “Em hîvî ji babê xwe dikin, Şihîde nekujî”. Kaxez birin dane destê Rostem. Ewî kaxez xwend, “Ewil li Boxazê şere, Feremez hîvî kirîye ji babê xwe – Şihîde nekujin”. Rostem enirî, rabû şîrek li situ da, go: “Çira roja Syawûş dikuştin, çira kes hîvî nedikir?”.

Texterewanê Elfesyabê kişandine pirê. Gêwo li pirêda rûniştîye, qorim da zikê xwe, serrim da esker, li vê (vî) milê dixte avê, milê din dixte avê, herdu mila dêxe avê.

Elfesyabê gote Pîran, go:

-Ev çi keseke şerê me dike?

Go: -Ew Gêwoye, Gêwoyê kurê Guhderzê, go, ew bûye, ev ew zelame, ku ez bin zikê hespêda girêdam.

Go: -Texterewanê min bikişînin ser destê wî, ez jêra xeber bidim,- kire gazî Gêwo, go: -Gêwo, xwezika bi wê maqûlê, tu li ber destê wê, xwezika bi wê maqûlê, tu qehwekê bidêyî, xwezika bi wê maqûlê, tu cixarekê bidêyî, go, tu mala min bûyayî, min cih û memleket teslîmî te bikira, minê carê teslîmî te bikira.

Gêwo qet jê seh nake. Hinan hat, gote padşa, go:

-Bide min heyştê siyarî, Rostem çadirêda razaye, ezê biçim Rostem bikujim. Dema min Rostem kuşt, tê eskerê wî hemî birevî.

Heyştê siyar xwera hilanî, çû nava çadiranda. Rostem çadirêda razaye, êdî newêribû biçî çadira Rostem. Ço pişta çadirê, kire gazî Rostem, go:

-Rabe ser xwe, tirtirê zirê bê hener.

Rostem li nava xewnêda dengê Rostem nas kir, rabî ser xwe, serrût, pêxas, bi tana kiras û derpê berda pey Hinan.

Hinan revî, dest avîte hespan, digerî rast û çep, ser milê xwera davê, heyştê siyar ji pey Hinan girtin, kuştin, heta yek li erdê dikevî, dudu dimînin li hewa. Hinan ji pirê derbaz bû, çû ba padşa, go:

-Padşa, heyştê siyarê min girtin, kuştin.

Birayê Hinan, Fîlasim çûbû fetha dêwan. Hate bajêr, kes li bajêrda tune, got: “Ev kuda çûne?”:

Xelqê bajar go: -Seyranê şere, çûne şêr.

Fîlasim hate seyranê, esker hemî – padşava, bi dûv (rex) pirê sekinîne, go:

-Hûn çira liha sekinîne?

Go: -Zelame, pirêdaye, şer dike, em nikarin derbaz bibin.

Go: -Rê bidne min, ka çi zelameke.- Fîlasim pelewanê Elfesyab bû. Ço.

Rim da ser zikê xwe, serrim da Gêwo, qonaxa heft sehetan ji ber pirê avêt, êdî xwe negirt şerê Gêwo bike. Ço nav seyranê, kire gazî Rostem, go:

-Hey-hey, pîsê jinebîyê, bila bête şerê min.

Kes newêrî biçe şerê wî. Dibêjin hewqa bilinde, heçku (çawa) minare ser bajaran keve. Rostem razabû. Mûradê kurê Pûradê ço şerê wî. Fîlasim rimek lêda, zîn jêra valakir.

Donzdeh paşayê Rostem hebûn, her donzdeh çûne şerê Fîlasim: zîn jêra vala kirin, nikarin şerê wî bikin. Leleyê Rostem şandin şerê wî: da ser lele, lele bin sima hespêda pelçiqandin.

Zelamek ço, gote Rostem, go: -Rabe, yek hatîye şer, te dixweze, ewî paşayê te hemî bênamûs kirine, şer te dixweze.

Rostem rabû, farizî sayî meyteran daxurî, seyçî rabûn tîmarek dane Rexşê-Belek, teng û bendê Rexş şidandin. Zînê herbî danîne ser, cotkê tîran berda dahêlandin, gurzê giran ser milê xwe danî, ço meydanê.

Fîlasim kire gazî, go:

-Seybisanê dinyayê, te çira qetila xwe êxistîye situyê min, te seyrangeha minda danîye,- Fîlasim şûr avîte Rostem.

Rostem mertalê goşe da ber, tîr avête şûnê, gurzek avête şûnê, mertalê goşe jî da ber. Dor giha Rostem: şîr (şûr) avête Fîlasim, tîr avête Fîlasim, mertalê goşe jî da ber, gurz avête Fîlasim, mertalê goşe jî da ber. Mertal ranegirt, situyê wî carekê şikênand, yê kergedan bi heft cihan. Fîlasim ji hespê kete xwar.

Rostem peya bû, serê wî jêkir. Fîlasim got:

-Serê min jêveneke, ez mixabinim, bi saxî xulamê teme.

Rostem go: -Herçî bikeve ber destê min, ew sêwîyê xwe bi çevê xwe nabîne,- serê wî jêkir, pê serê rima xwe da, bire derê çadirê, go: “Serê Fîrûz û Ferezen jêkir, bin guhara”. Go, misîn gumgumê avê bînin, ez destê xwe ji xûna vî kafirî bişom.

Nevzer, Guhderz, Zabilê hersê malbet berevbûn, kes nikare şerê wan hersê malbetan bike. Elfesyab revî, eskerê xwe hilanî, berê xwe da bajarê xwe.

Rostem pey wan ket, bir çû bajarê Tûranê, xercê heft salan ji wan sitend, sitekan xûna Şihîde êxist ser xûna Syawûş, xûna Syawûş sekinî. Eskerê xwe hilanî, hate bajarê Îranê. Esker bela bû, kêfxweş bû padşê wan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev