Pirsa we û bersîva me – 94

Pirsa we û bersîva me – 94

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane alîkarî ji redaksyona malpera me xwest û em bersîva pirsa Belengazê Kurmexwarî gorî rewşa heyî didin.

 

Pirsa Belengazê Kurmexwarî û bersîva malperê

 

Pirs: -Em dibînin, ku malpera we bi nivîsên dagirtî û naverok dewlemend va her ro dilê bi hezaran kurdan baristan dike. Em wê jî zanin, ku xebatkarên malperê tradîsyona nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyeta berê di hêla pêşxistin û geşkirina çand û edebîyeta me bi serketî berdewam dikin. Ji her nivîseke we, gotareke we, gotineke we welatparêzî, kurdeyatî bi kurmancîyeke mînanî ava kanîyan zelal difûre. Lê pirseke min ji we heye?

 

-Bo çi jimara nivîsên nivîskar û rojnamevanên kurdên Sovyeta berê di rûpelên malpera we da hindik in?

 

Bersîv: -A pêşin, jimara wan ne hindik e, belkî kêm e. Zêde bûna hilbet çêtir bû. Çend sebebên wê hene:

 

-beşek ji wan tenê kurmancîya Ermenîstanê zane, heta hinek ji wan tenê kurmancîya gundê xwe zane. Lê malpera me bi kurmancîyeke têr û tije weşana xwe dike, hewil dide zimanê malperê wisa be, ku zêde kurd ji kurmancîya wê fêm bikin û feydê bibînin.

 

-hinek kes nikarin bi kurdîya latînî binivîsin.

 

-sebebên din jî hene, ku ji ruhbiçûkî û hevsûdîya hinek kesan tên.

 

-hinek jî dinivîsin, lê ji redaksyona malperê ra dest nadin û em çap nakin. Ji ber ku:

 

Prînsîpên malperê hene. Bo me qet ne giring e ka xwedîyê/a nivîsê heta îro çend pirtûk çap kirine, karê wî/ê çi ye, giranîya wî/ê di nava civakê da çiqas e. Bo me a giring nivîs e! Nivîsa bi kurmancîya xweş, bi mijareke bi dilê xwendevanên me, bi naveroka dagirtî, bi bûyerên dewlemend va. Hinek kesan çend caran hewil dan ji me ra qaşo îzbat bikin, ku ew nivîskar, dramatûrg, helbestvan, zanyar, rojnamevan in, lê me bi şaşîyên mezin yên di nivîsên wan da ji wan ra îzbat kir, ku heta niha te weha zanibû, lê niha xwe jî nas bike, malpera me jî.

 

Di vî alî da malper ji bo xwe nivîskarên zane û welatparêz peyda kirine, gelek ji wana bi fermî bûne nivîskarên malperê. Ew sipasîya wan dikin û mala wan ava be!

 

Sebebek din jî heye ku nanivîsin: -Ji ber ku malper pera nade bo nivîsan, lema nanivîsin. Hela di ser da, em dikarin nimûneyên berbiçav bînin. Di destpêka weşanên malperê da 2-3 xebatkarên malpera me aktîv dinivîsandin, dû ra yekcar terikandin. Çima? Ji ber ku dema xebatkarên me bûn, maeş distendin, lê dema ji cem me çûn û maeş ser wan hate birîn, nivîsên wan jî ser me hatin birîn. Ango, welatparêzîya wan û maeşê wan zexm bi hev va girêdayîne, yek bêy yê din nikare hereket bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev