Barzanî ji kurdên Sovyeta berê re peyamek şand: Em helwesta we ji bîr nakin

Barzanî ji kurdên Sovyeta berê re peyamek şand: Em helwesta we ji bîr nakin

Serok Mesûd Barzanî peyamek ji konferansa federasyona komeleyên kurdan li Sovyeta berê re şand û ragihand, mixabin gelê kurd bi darê zorê û bê îradeya xwe hatiye parçekirin lê ruxmî hemû zilm û zordariyan gelê kurd zindî ye û li ser xebata xwe berdewam e.

Îro danê sibê konferansa federasyona komeleyên kurdan li Sovyeta berê li paytexta Rûsya-Moskowê dest pê kir.

Serok Barzanî jî bi vê helkeftê peyamek ji konferansê re şand û pîrozbahî li organîzator û beşdarên konferasnê kir. Barzanî di peyama xwe de wiha gotiye: “Ez gelekî kêfxweş im ku hûn hewl didin kurdan bi awayekî modêrn bikin yek da ku bibin pireke bihêz di navbera kurdan û welatên Sovyeta berê. Ez dixwazim ji vê firsend sûd wergirim û behsa pêwendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Rûsya her wiha welatên Sovyeta berê bikim. Dîroka wan pêwendiyan bi destê cenabê Barzaniyê nemir hatiye avakirin û gihîşt asta herî bilind. Ez spasiya hikûmeta Rûsya û welatên din yê herêmê jî dikim ji ber siyaseta ku li hember doza gelê kurd bicîh tînin û rê didin çalakiyên siyasî û kulturî yên kurdan…”

Serok Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de behsa piştevanî û alîkariyên ku kurdên Sovbeta berê bo kurdên êzîdî yên mexdûrê DAIŞê her wiha referandoma serxwebûna Kurdistanê nîşan dane û gotiye: “Em ti carî alîkariyên we û helwesta me ji bîr nakin û em pê serbilind in. Referandom nîşandana rewa ya daxwaza gelekî mezlûm bû bi awayekî aştiyane. Rast e rûdanên piştî referandomê û xiyaneta hinek kesan bû sebeb ku gelê kurd ziyanê bibîne lê ez we piştrast dikim ku niha gelê Kurdistanê bi îradeyeka bihêztir û hişyartir li ser piyan e û berê xwe daye paşerojeka geş…”

Barzanî di beşa dûmahîk ya peyama xwe de piştevaniya xwe bo kar û çalakiyên konferansa federasyona komeleyên kurdan li Sovbeta berê aniye ziman û gotiye: “Ez hêvîdar im konferansa we bibe sebeba yekbûna kurdên Sovbeta berê her wiha kurdên Ewropa û hemû kurdên diyasporayê li cîhanê.”

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovbeta berê, Kinyazê Îbrahîm beriya niha ji K24 re gotibû, di konferansê de dê nûnerên hemû kurdên diyasporayê her wiha kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bibin.

records Source:http://www.basnews.com/index.php/kr/news/kurdistan/456739

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *