NIVÎSKARÊ XEWAR

NIVÎSKARÊ XEWAR

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Camêr nivîskar bû, sibehê zû radibû û diçû diket jûra xwe ya xebatê, dinivîsand heta ku jinikê taştê amade dikir, hêj dihat û li kêleka zarûkên xwe rûdinişt.

Zarûkên wî gava ji xewê rabûn, yekê got:
”Dadê, ka totika min?”
Ya din got:
”Dadê ez birçî me!”
Ya dîtirê got:
”Dadê, ka ye bavo?”
û ya dîtira dîtirkê jî got:
”Bavo wa ye li jûra xwe ye û dîsa dest pê kiriye dinivîse.”

Jinikê bangê malxweyê xwe kir, got:
– Ez ê herim nan bînim, tu jî hay ji şorbenîskê hebe, da kela wê nefûre heta ez hatim…

Jinik derket derva û çû, mêrik hat û xwe da ber beroşa şorbeyê, zarûk jî li dorê kom bûn, keçika mezin jê pirsî, got:
– Bavo, te îro çi nivîsandiye?

Bavê nivîskar got:
– Keça min, ez ji îro pê ve nanivîsim…

Zarûk tev bi bavê xwe keniyan û li derî nihêrîn ka wê diya wan kengê were.

Dema dê hat, her çar zarûk bi bez çûn pêşiyê û gotin:
– Baviko dîsa eniriye û xeberdanê çewto mewto dibêje.

Dê pirsî, got:
– Çima? Dîsa moçkên wî rabûne?

Keçika mezin got:
– Na, na, bavo dibêje, ew êdî nanivîse…

Jinikê got mêrê xwe:
– Belqityo, rast e ev gotina ku zarûk dibêjin?

Mêrik hêdîka di ber xwe de got:
– Erê!

Jinikê got:
– Çima ERÊ?

Mêrik got:
– Lê, ez dinivîsim jî kes naxwîne.

Jinik dîsa bi kelewac got:
– Belqityo, ka carekê nivîsandinên xwe raberî çavan bike. Ne, Weleh hin hevokên te hene, ji Şorbeya Nexweşan jî xirabtir in. Di wan de ne zêr hene û ne jî ziber… Lê dîsa jî binivîse, hema bila kes nexwîne. Ez û her çar zarûkên xwe, em ê bibin xwendevanên te û pesnê te li her deverê bidin…

Mêrik got:
– Hirmet, tenê bi xwendina te û zarûkên te çênabe. Divê xelk bixwîne, xeeelk.

Jinikê got:
– Mêrik, eger xelk xwe di nava nivîsên te de nebîne, eger kêfa xelkê ji zimanê te re neyê û eger tu wek savara bi kevir binivîsî, jixwe kes nivîsên te naxwîne. Ma tu ji bo bazirganiyê dinivîsî? Binivîse, binivîse, niha ez û zarûkên xwe besê xwendina nivîsên te ne…

Keçika mezin got:
– Bavo dixwaze ku hema xelk were û ber deriyê me kaşerêz têkeve dûvikê û pirtûkên wî bikirrin…

Lawikê piçûk got:
– Dev ji bavo biqerin. Ew jî bi çavên nivîskarên xwediyê tirimbêlan li xwe dinihêre. Ez diçim dibistanê, lê gotinên ku mamoste bi zimanê şildim bildimê dibêje, ez tiştekî jê fêm nakim. Lê dîsa yê bavê, çend peyv jê fêm dikim…

Jinikê got zarûkên xwe:
– Zû şorba xwe bixwun û zû herin dibistana xwe. Dema bavê we dest ji nivîsandinê berda, qene hûn li şûna wî dest pê bikin û binivîsin…

Keçika mezin got:
– Erê dadê… Wê rojê mamosteyê me yê kurdî jî digot: ”Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.” Wele ez ê jî eynî wek bavo têkevim jûra xwe û her roj binivîsim… Eger kes nivîsên min nexwînin jî, piştî gelek salên dî, wê her kes bêje aferîn…

Û keçikê dîsa berê xwe da bavê xwe û got:
– Bavo, bavikê xewar… Heftê diwêlan nikaribû serî bi zimanê me re derxîne, tu binivîsî çi ye û nenivîsî çi ye?

Zarûk çûn dibistanê, jinik çû karxanê û bav jî ma li malê…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev