Zanist bi kurdî xweş e – 44

Zanist bi kurdî xweş e – 44

Amadekar Edo Makuyî

 

Zaniyaran di dema Kusûfê, li girava Principe’eya Rojavayê Afrîqayê da,
dîtin ku ronahiya stêrkan dewsa ku rasterast û dîrekt hereket bikin,
nêzîkî Rojê, jiber hêza kêşa Rojê, ditewin û wek kevanekan dibin. Ev
yek dide xuyakirin ku em şûn û cihên stêrkan, hinek joratir ji cihên
wan yên rastîn dibînin. Hemû serketinên teoriya nisbiyeta gîştiya
Einstein, derbarê stêrkan bû, lê piraniya zaniyaran di hesreta vê yekê
da bûn ku karibin wan di labaratuwaran da biceribînin. Teoriya Albert
Einstein, maddeyan wek pakêteke givaştî ji enerjiyê, didît loma jî her
du vediguherîne hev, yanê madde dikarî biguherta forma enerjiyê û
enerjî jî dikarî veguherta maddeyê. E=mc2. Ji nişkê va, zaniyaran
bersiva piraniya pirsan peyda kirin. Radiyoektîv, bi riya vê hevkêşeyê
pir bi hêsanî hate şirovekirin. Zaniyaran têderxistin ku her zerreya
maddî, ji dijmaddeyeke bi qasî xwe, pêktê û zanîn ku madde û enerjî,
tu caraî ji hevodin nayên veqetandin. Heya ku Albert Einstein nameyek
ji serokomarê Amerîkayê(letter to President Franklin D. Roosevelt) ra
nivîsî û tê da wiha got: Meriv dikare maddeyê veguherîne enerjiyê û jê
Bombeke Etomî berhem bîne loma jî serokomarê Amerîkayê, fermana
damezrandina rêxistineke mezin da, ku bombeya etomî çêbikin. Jibo
qelişandinê, dendika etoma Uranium’ê hate hilbijartin. Uranium
elementeke ku di qaşila erdê da pir e. 2 giram di her tonek keviran
da! Yanê 400 carî zêdetir ji zêrê, lêbelê Uranium gelek pergende û
belavela ye. Di sala 1945’an da, têra çêkirina bombeya etomî, Uranium
hate berhevkirin û karê çêkirina bombeyê, di labaratuwareke bajarê Los
Angeles’ê bi serpereştiya fîzîkzanê Amerîkî Robert Oppenheimer,
destpêbû. Ceribandina amûreke wiha di pîvaneke biçûk da mumkin nibû.
Bombe, divê yan di raserî mezinahiya kirîtîk da be, yan jî qe nebe,
loma jî yekemîn bombe, jibo ceribandinê hate teqandin. Ew di saet
5,5’ê sibeya roja 16’eyê July’a sala 1945’an da pêkhat(25 Tîrmeha sala
1324’an) û hêza teqîna ku beramberê 20 hezar ton T.N.T’yan bû, jê azad
bû. 2 bombeyên din jî hatin çêkirin. Bombeyek Uranium’ê bi navê Kurikê
ku dirêjahiya wê 3,6 metre, kêşa wê 5,4 ton û ya din jî Mêrê Qelew bû
ku tê da Plutonium jî hebû. Ya yekem liser Hiroshima û ya din jî liser
Nagasaki’yê hate avêtin. Sibeya roja 16’eyê Aguest’a sala 1945’an di
saet 10:10 deqeyan da, bajarê Hiroshima bi teqîna etomî bi erdê ra bû
yek û hilweşiya. Bi bombarana Hiroshimayê, dinya teze hay ji xwe bû,
çimku 160000 kes mirin, ew jî di rojekê da û ev karesata mirovî, bû
sedema hişyarbûna wûjdana razayî ya fîzîkzanan! Oppenheimer ku
berpirsê projeya bombeyê bû, tevî kesên din ji ezaba wûjdana zêde,
bertekên tund nîşan dan loma jî hatin girtin û zîndankirinê. Albert
Einstein, ragihand ku eger qirar be ku cardin were dinyayê, ew hez
dike ku bibe lûlekêş nek zaniyar!

Riataza

Derheqa nivîskar da

Edo Makûyî

Edo Makuyî ji Rohilatê Kurdistanê, bajarê Makûyê ye. Medreka Muhendisîya şîmîya (Chemistry Engineering) temam kirîye. Wî Endazyarîya Kîmîyê xwendîye. Bi Kurmancî, Soranî, Farsî, Azerî, Tirkî, Îngîlîzî zane. Gelek pirtûkên kurdî wergerandîye farsî.

Qeydên dişibine hev