
Ali Gurdilî
Têgeha (ramana) Xwedê, mîna feraseteka filehtiyê xwiya dike. Hêza afirandinê ye û ev hêz, ji tinebûnê heyberan diafirîne hebûnê (hebûnatiyê). Herweha, ev têgeh hevrezanekî jî dixe navbera Xwedê û ebdên wî. Belam, li gorî dîtinên serdema antîk; Xwedê ne afirander e. Ew, bi tenê mîmarê gerdûnê ye. Made jî, weke Xwedê (Xwedayan) ezelî ye. Bi gotinekê din: Made, heyîn û xweza qet ne hatine afirandin. Lewra, ew her hebûn û ezelî ne.
Li Gor Felsefeya Antîk: Li gerdûnê caos hebûye û di vê caosê de tevlîheviyeke xwiya dikir. Paşê, Xweda yan jî Xwedayan, wê tevlîheviyê ji holê rakirine û rêkûpêkiyeke gihandine gerdûnê. Belam, dûvre di danezanîna ola filehtiyê de angaşteka din xwiya dike û li gorî vê angaştê jî Xweda, gerdûnê di şeş (6) rojan de afirandiye. Felsefeya Platonperestiya Nû jî; li gorî danûstandina afiraner û aferînê, nêrîneke heyama antîk e.
Li gorî vê felsefeyê: Xwedê, heyîn bi xwe ye û bi vî awayî, tiştên din para xwe jê distînin û xwe dikin heyîn. Belam, di felsefeya filehtiyê de nêrîneka wiha tune û qet, peyda jî nabe. Di vê mijarê de niqteyeka giranbiha heye ku ew jî ev e: Bi bandûra Platonperestiya Nû re, mistîsîzm bûye dijberê filehtiya ortodoksê û piştre jî, pêşengiya tevgera reformê kiriye.
Çavkanî: Çend Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî
Riataza