Axaftina Serokê FKKSê Keya Îzol li Kongreya Moskovayê

Axaftina Serokê FKKSê Keya Îzol li Kongreya Moskovayê

Serokatiya Konferansê, nûnerê Cenabê Mesud Barzanî, nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê,

Nûnerên rêxistinên civakî û sîyasî,

Beşdarên giranbiha, xûşk û birayên hêja!

Bi navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, silavên xwe yên germ pêşkeşî we teva dikim, daxwaza serketinê dixwezim.

Konferensa me ya îro di 4-mîn salvegera komkujîya Şengalê û 35-mîn tevkujîya Enfalê de pêk tê, em hemû qurbanîyan bi rêz û giramî bibîr tînin, rejîma Seddam û barbarên Daîşê careka din bi tundî rûreş û şermezar dikin.

Herdu qetlîamên li hember gelê kurd yek ji qirêjtirîn rûpelê tarî yê dîroka mirovayîyê ye û dilê her kurdekî de herdem dê wek birîneke kûr bimîne. Wek Dêrsim, wek Koçgirî, Nisêbîn, Şirnex, Cizîr, Sûr û Efrîn.

Beşdarên giranbiha!

Sed û sê sal berê jî, wê carê bi destê tirkan qetlîamek mezin çêbûbû. Bi sedhezaran kurdên êzidî derbeder bûbûn û welatê xwe terikandibûn. Em îro mêvanê wan in. Wek em tev îro li vê salonê, li Moskovayê dibînin û şahid in ku netewa kurd bi kuştin û qirkirinê tu car xelas nabe, eksî wê em bi hemû rengên xwe yên netewî li vê derê ne û heta welatê bav û kalan rizgar be em ê bêwestan têkoşîna xwe dom bikin. Tu qewet êdî nikare vê meşa pîroz û dîrokî bide sekinandin.

Konferensa îro gelek girîng e jiber ku nûnerên rêxistinên civakî yên kurdên Diyaspora li vê salonê beşdar in û amade ne ku hevkarîya nav xweyî hîn bi hêztir bikin.

Federasyona kurdên Swêdê yek ji wan girîngtirîn destkeftîyên kurdên Diyaspora ye. 36 sal in bi xebat, çalakî û hebûna xwe baweriyeka xurt daye kurdan û bûye nimûne jibo hemû kurdên Diyaspora li derveyî welat.

Pêwîst nake dûr û dirêj bahs bikim. Berhem û fêkîyên xebata Federasyona Swêd hiştiye ku îro em li welatê Swêdê bûne xwedîyê lobîyeka gelek xurt, xort û keçên me di hemû beşên civakî de ji bo paşeroja komelgehê kurdan hêvîyek mezin didin me.

Helbet xebatek wiha ne asan bû. Bi salan û bi beşdarîya bi sedan û hezaran endaman komelgahê kurdên Swêdê hat ava kirin.

Em dixwazin modela Federasyona Swêdê bibe model ji bo hemû welatan. Hemû beşên Kurdistanê, hemû ol, zarava û rengên Kurdistanê di bin sîwaneka netewî de yekîtiya xwe pêk bînin.

Da ku di rojên tarî û xirab da, li hember dagîrkarîyê û zordestiyê, li hember metirsiyên qetlîamên nû, em bi hev re bin, xurttir bin û deng û hawara xwe bigîhînin cîhanê.

Ev armanca me ya sereke ye.

Ji bo vê armancê daxwaz û hêvîyên me ji Cenabê Serok Mesud Barzanî, ji Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê hene.

Yek ji wan piştgirîyeka xurt bidin vê xebatê û herweha li Hewlêrê jibo alîkariya Rewenda kurdên derveyî welat navendeka fermî were ava kirin. Herweha bi beşdarîya rêxistinên kurdên Diyaspora konferansek navnetewî organîze bikin.

Bi van gotinan ez silav û hêvîyên xwe pêşkeşî we teva dikim.

Bijî Kurd û Kurdistan!

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swed Keya Îzol.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev