Dem û Dewran…

Dem û Dewran…

Devliken Kelogirî

Serê min diêşe; êşeke sivik!..

Doh, piştî şîvê ez û birayê xwe derketin, meşiyan.

Meşa me piçekî bi tempo bû anku me gavên xwe mezin diavêtin.

Jahr di çilekiyê de be.

Bi wê xwêdanê me bestenî xwar.

 

Emerîka daye ser pişta Îranê,

Agir bi dûvikên sofîkên serşaşik û rîhşeytan ketiye.

Li Rojhilata Nêzîk, tîna germê nêzîk dibe.

Roj ê li Îranê hilê yan here ava, em ê bibînin.

Lê êdî roj jî ji wê axê aciz bûye.

Roj ji zilmê aciz bûye; roj her roj bêyî dilê xwe li Rojhilatê wê axê dizê.

Roj hew tehamûl dike,

bi her hilatinê re, li kurdekî jî dihere ava.

 

Li hêla mitbexê İçînyo ji me re di sêlê de goşt daye ser êgir.

Bêhna sîrê di firnikên min re xwe li mejiyê min qewimand;

mejiyê min bi aheng vedizele.

Şeva ku meriv sîrê dixwe, wê şevê meriv ne romantîzmê tîne hişê xwe, ne jî erotîzmê…

Ha! Heger her du partneran bi hev re xwaribin, ew ne tê de;

dawî li wê şevê nayê.

Heta berbangê, mîna du maran xwe li hev digerînin û dipêçin.

Bi azana melê re jî navberê nadin wê pevşabûnê.

 

Li Tirkiyeyê, ji rabûna dolaran, li milet hew radibe.

Heger weha dewam bike, ne mêr dimîne, ne jî jin xêrekê ji bedena xwe dibînin.

Û xuya ye, ava ji bo Îranê dikele, wê bi ser Tirkiyeyê de jî birije.

Ev çend sal in em difikirin, gelo kîjan nig ê ewil ji ser pişta kurdan rabe?

Rojava?

Rojhilat?

Başûr?

Bakur?

De ka bila ji derekê dest pê bike, jixwe hemû nig ji hev destekê distînin;

yek bişikê, yên din jî li pey dişikên.

 

Birayekî me yê din jî geriya; di rê de ye, tê.

Ez rabim, ez herim haziriya kulmeke birinc bikim. Belkî ew goştê sêlê têra me gişa neke.

Jixwe li ber sêlê birinc heyat e.

 

Çend roj berê kurdekî ji hemû kurdan re got, “Wek xwe bimînin; hûn karin bi kurdbûna xwe jî di dil û hişê însên de bibin xwedan rûmet.”

Koçer Bîrkar, bi çel saliya xwe, ji çel milyon kurd re got, “Ya me dike em, ziman û kultura me ye”

Lê hîn jî ji çel milyon kurd, sîh û neh milyon, bi ziman û kultura dagirkerên xwe xwe şanaz û serbilind his dikin.

 

Şîv, hêdî hêdî çêdibe.

Bêhna sêlê herfên li ser kilavyeyê li ber çavên min dike qinê goşt.

Her ku tiliya min dihere ser herfekê, pê re pê re ez xweziya xwe jî dadiqurtînim.

Lê ez ê navbereke biçûk bidim nivîsê.

Min birinca xwe xistibû nav ava germ; ji bo binermije.-Xanimeke ku li ber dilê min pir delalî ye, ev tarîf ji min re gotibû.

Ew roj, ev roj e, wek wê dikim.

Ka binerin, bê vê xanimê çi tesîr li ser min hiştiye…

Erê, ez herim birinca xwe çêkim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *