Nameyên evînî -41

Nameyên evînî -41

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a sîûduduyan ye..

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro ji nameyên evînî çap dikin, ku Nura Şane amade kirine. Ev name evîndarê Nurayê ji Nurayê ra şandine. Lema qîmetê wan nameyan bilind e.

 

***

Nura ezîz, dilê min, roj baş. Min şev wêneyê te nihêrî, maç kir, hez kir û fikirên ecêb hatine serê min. Tirsek mezin kete dilê min, ew jî bo tiştekî ku ne bûbû, ne jî wê bibe. Ew tirs ev bû: -Gelo ezê çi bûma û ezê kê bûma bêy Nura xwe? Ango, tirseke ne normal, ku belkî tu bo min nedîyar bûyayî. Ma ji wê xirabtir Xwedê çi xirabî dikaribû ji min ra bikira?

 

***

Cana min, daxwezên me û evîna me wê me bi rê va bibin, tu nefikire, tenê azad hez bike û astengan ber daxwezên xwe çê neke, temam e.

 

***

Qurbana te bim, ez gelek nazik bêrîya te dikim û bextewarîya min ya her deqe û her saniye ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev