Beyannameya tevgelên FNDK bo rêberê hemû kurdan birêz Mesûd Barzanî

Beyannameya tevgelên FNDK bo rêberê hemû kurdan birêz Mesûd Barzanî

Birêz Kek Mesûd!

Pîrozbahîya We şabûneke mezin kire nava dilê hemû tevgelên Konferansa me û em sipasîyên xwe ji We ra dişînin bona wê guhdarîya mezin. Bona me ew şanazîyeke mezin e. Em We nas dikin wek berdewamkarê layîq yê şuxulê bavê xwe – rêberê kurdan yê efsanewî û serekqumandarê bêhempa Mustefa Barzanîyê Mezin, yê ku dema 12 salan li Yekîtîya Sovyet ma, tesîreke mezin li ser jîyana çandî-perwerdahîyê ya diyaspora kurdên Sovyetê kir. Gelek malbetên kurdan hetanî niha jî wek nîşana hezkirin û qedrigirtina bavê We navê rêberê bêhempa yê gelê kurd MUSTEFA an jî BARZANÎ li kurên xwe yên tezebûyî dikin.

Mixabin, di rûyê zordestîyên di hindava gelê me da, ku eva bi sedan salan e li welatê kal û bavan her berdewam e, gelek kurd mecbûr man warên xwe yên dîrokî bihêlin, derkevin. Ew pêvajo di rojên me da jî berdewam e.

Di rûyê wê yekê da li gelek welatên dinyayê diyasporayên kurdan saz bûne. Bi texmînî niha zêdeyî 10 mîlyon kurd dervayî Kurdistanê dimînin. Û li diyasporayan ji nûnerên perçeyên Kurdistanê yên cuda-cuda û ji bawermendîyên cihê-cihê olkên kurdan hatine sazkirin.

Kurdên ku li dervayî welatê xwe dijîn sipasîya wan welatan dikin, ku ew lê dijîn, bona ew sitar kirin û hemû şertên pêwîst saz kirin bona pêşketina wan. Yek ji kevintirîn dîyasporayên kurdan ya Yekîtîya Sovyeta berê ye, ya ku kedeke mezin kirîye nava parastina û pêşdabirina dîrok, çand û zimanê kurdî da. Em dixwezin bi serbilindî destnîşan bikin, ku kurdên ku li welatên Yekîtîya Sovyeta berê dijîn, têkoşîna We bona bidestxistina mafên kurdan bo azadîyê û jîyaneke serbixwe bilind qîmet dikin. Kar û barê We yê aktîv nîşanî tevaya cihanê dike, ku hûn bi rastî jî rêberê gelê kurd yê pirmîlyonê ne, em serbilind in, ku We dihesibînin wek şexsekî xwedî qedir û hurmet, ku ji bo aşîtîyê û dêmokratîyê her ber xwe dide, herwiha ji bo wê yekê, ku gelê wî bi xwe biryara jîyana xwe bide. Karkirina We ya bi adan weke karê kesên wisa binavûdeng yên li cihanê naskirî ne, wek Charles de Gaulle, Nelson Mandella, Fidel Castro û yên din, yên ku tevaya jîyana xwe bo serxwebûnê û paşeroja gelê xwe kar kirine.

Diyaspora kurdan ya li cihanê sazbûyî di hêla civakî-sîyasî, aborî, zanyarî û çandî da xwedî potensyaleke mezin e. Li konferansa me pirsên parastina kurdeyatîyê li diyasporayê, bihêzkirina pêwendîyên di navbera diyasporayên kurdan li welatên cuda-cuda, sazkirina rêxistina hevgirtî bona koordînasyakirin û bi hev ra karkirina diyasporayên kurdan yên li tevaya cihanê hatine guftûgokirinê.

Rêxistina diyaspora kurdan ya hemcihanî, ku li ser bingehê wê kurdeyatîyê hatîye sazkirinê ku Mustefa Barzanî ji me ra wek mîrat hîştîye, karê me yê rojane yê sereke ye. Bo me piştgirîkirina We pir giring e û ewê bawerîya me xurttir bike di karê hevgirtina diyasporayên kurdan li tevaya cihanê, bona çareserkirina pirsdanînên ku li Konferansê hatine raberkirinê.

Bi bawerîya me diyasporaya kurdan ya hemcihanî ya xurt wê alî me bike em hîn baştir daxwezên gelê kurd bigihînine milet û welatên tevaya cihanê. Em bawer in, ku diyasporaya kurdan ya hemcihanî ya xurt wê bi erênî tesîr li ser pêvajoyên li temamîya Kurdistanê bikin, herwiha wê alî hevgirtina gelê me bike.

Birêz Serok!

Li konferansê gelek tevgelan pêşnîyar kirin li hukumeta Herêma Kurdistanê organeke taybet saz bikin, ku karê wê pêwendîyên bi diyasporayê ra be. Strûktûrayên wî awayî yên fermî li gelek welatên cihanê hene (bo nimûne, li Rûsîyayê, Qazaxistanê, Îsraêlê, Ermenîstanê û cîyên din). Em bawer in, ku hevkarîya hukumeta Kurdistanê bi diyasporayê ra wê ji bo herdu alîyan ra jî kardar be û ewê alî pêşketina îdêya serxwebûna Kurdistanê bike. Em bi hêvî ne, ku Hûnê piştgirîya wê pêşnîyarê bikin.

Em bi baldarî bûyerên li Kurdistanê dişopînin, bi serketinan va şa dibin û bi têkçûnan va xemgîn dibin. Me bi kêfxweşîyeke mezin û bi hêvîyên xurt va bala xwe da karê we yê pir mezin di hêla derbazkirina Rêfêrêndûma bo serxwebûna Kurdistanê. Çi ji destê me hat, me gorî karebûna xwe piştgirîya wê pêvajoya dîrokî kir. Cara pêşin di dîrokê da gelê kurd ji temamîya cihanê ra daxwezên xwe dîyar kir, daxweza xwe ya bi sedsalan ku serbixwe û azad be ji cihanê ra eşkere kir. Rêfêrêndûma 25ê îlonê, ku bi serokatîya We derbaz bû, wê di dîroka gelê me da bi herfên zêrîn va bê nivîsar. Lema jî em pêşnîyar dikin wê rojê îlan bikin wek ”Roja hevgirtina gelê Kurdistanê”.
Birêz Mesûd Barzanî!

Miletê me îro ji her deman pirtir hewcê yekîtîyê ye û em bi We bawer in, ku hûnê ji vir şûnda jî kedeke mezin bikin nava karê pêşketin û serketina tevaya gelê me yê 50 mîlyonî da. Em pir bawer in, ku piranîya kurdên diyasporayê wê di wî karî da piştgirîya We bike. Em ji We ra tundurustîya baş, emirekî dirêj û serketinê dixwezin boy navê pêşketin û gulvedana Kurdistanê û gelê kurd.

Bi qedirgirtineke mezin – Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *