SERKUNDIRNAME -VII-

SERKUNDIRNAME -VII-

Xwendevanên delal, em îro perçeyê 7an yê nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî ye.

 

Raif Yaman

 

Bi her kesî ra li hev werin. Bi merivên we di xwnên şevan da jî nedîtine xwe şîrîn bikin. Jê ra peyxam û namên haşitîyê bişînin. Ne tenê gulîyên zeytûnan, baxçên zeytûnan ji bin da rabikin, li camionan bar bikin, bi refên kevokên spî bi her alîyê cîhanê da bişînin. Ji her kesî û her tiştî ra xweş bikin. Tenê dilê xwe reş bikin. Bi xwe ra li hev mehên.

Bi xwe ra bi şer û ceng bin. Bi xençer û tufang bin. Bi şûr û mertal bin. Şûrên xwe li zikên hev bixin. Xençerên xwe yên jehrîn di pişta hev da bikin xwar. Li xwe mebuhurin. Hev û din biqelînin. Qelîya xwe bi pirinca bi nivîşt ra bidin ber cîranên xwe. Her tiştê xwe bidinê. Dawîyê li hebûna xwe bînin. Tenê bi vî hawayî hûn dikanin xwe ji xwe pak bikin.

Her dem serxoş bin. Bihêlin bira serê we mîna virrvirronekê bigere. Mehên ser heşê xwe. Bihêlin bira tim heşê we here. Bikevin pêşîyê. Rê lê bigirin. Mehêlin careke din vebigere. Ta nuka çiqas çêyî hatîne serê we gişk ji mêjîyê wî hatine serê we. Heşê xwe mehînin serê xwe, dihînin ku derê xwe bihînin. A çê,  bihêlin bira heşê we jî here. Li pey nifirran bikin. Bibêjin çûyîna te hebe, vegera te tune be! Pêwîstîya we bi heş û mêjî tune.

Ji bîr mekin: xwe ji hebûn û rûdanên bi rûmet dûr bigirin. Ew bela serê we ne. Çawa cin xwe ji hesin diparêzin, hûn jî xwe ji çêyî, qencî, rindî, zanîn û rûmetê biparêzin. Ev hêmanên wusan gişk tewşo mewşo ne, xwaro maro ne. Tevşo jî nikane rast bike.

Karê xwe mekin. Mebin xwedîyê karê xwe. Pezê xwe kûr bikin. Kerîyên xwe bihajon ber derên qesabên Dêwê Heft Serî. Ji heywanan hez mekin. Mebêjin kedî ye kûvî ye. Qirra wan bihînin.

Zevîyên xwe beyar bihêlin. Rezên xwe kûr bikin. Baxçên xwe bişewitînin. Darên xwe pût bikin. Heta ji bin da bikin. Rîçikên wan derbixin. Her dem bi çavê êzingan li darên xwe binihêrin. Bi xizagan bikevin navê. Zivistanan di soban da, di argûnan da bişewitînin û bişewitînin. Heta qûna we xwî bide sobe û argûnan sar mekin. Na, na vê mekin. Wan li camionan bar bikin ji efendîyên xwe yên welatên dûr ra bişînin. Zivistanê germ li we nahê, ji sermana biqefilin. Li ser televisionên xwe li argûnên efendîyên xwe binihêrin û pê dilê xwe xweş bikin. Berî ku hûn bicemidin û herin li dojexê bişewitin pesnên xweşîya jîna wan bidin.

Warê xwe ji warbûnê derbixin. Li pey xwe bê gornên xwe û axeke mirî tiştekî mehêlin. Bi rûyê dunya derewîn da û bi xwe da birrîn û herin.

Herin li zevîyên welatên dûr li baxçên xelkê xerîb ne bi nîv heqî, bi çarigekê, heta bi nanoziko bixebitin. Jêhatî bin. Derman di ning û destê xwe da mehêlin. Xwe jê ra bikin ker, bira têra xwe li we suwar bibin. Her hawayê sosretîyê bihînin serê xwe. Keda xwe bi herzanî jê ra pêşkeş bikin. Xwe jî bidin ser.

Herin li bajarên dûr, ji xelkê xerîb ra koşk û serayên bi nav û deng çêbikin. Di coyên avdasxanên wan da bixebitin. Ji xwe ra holikan jî pir bibînin. Ji xelkê ra serşoyên şîr amade bikin. Bi malîyên xwe ava gerrekî bidin vexwarin. Bibêjin em kurmanc in, û bi ser da dewekî sar vebixwin. Heta dew jî vemexwin. Şûjîya dêw vebixwin. Çêtir e.

Li kuçan bimînin. Li ber dîwaran can bidin. Gotin hat ser gotinê, bibêjin, ma em ên koşk û sera ne? Xwe kêm bikin. Xwe pîs bikin. Xwe heft qat têxin bin erdê. Pîsitî li we dihê.

i hêjahîyên xwe yarîyên xwe bikin. Li ber ên xelkê devê xwe xwar bikin. Hingivê xwe genî bikin. Ne bixwin, ne jî bidin hevalan. Genî bikin bihavêjin newalan. Dilê xwe bibijînin qaxên xelkê. Xwarinên xweş mexwin. Bidin meymanan. Bira xelk pesnê meymandartîya we bide.

Feqîrtî, zelûltî, rezîltî û bêrûmetîyê pîroz bikin. Bibêjin, meriv li vê dunyayê çiqas bikişîne ji bo wê dunyayê hewqas xêr e. Bêhna we pir teng bibe, ji felekê ra xeberan bidin. Felek jî mîna we bê kes û kûs e. Hûn dikanin her xeberî jê ra bidin. Zik xwe ra nagire. Dibe ku ew jî ji we be. Ya na ewê navê wê nebûya feleka xaîn, û ewê serkundirên mîna we jî nikanibûna jê ra xeber bidana…

Dema yek ji we zengîn bibe, ya jî hinekî bextîyar bibe, ji çavnebartî û hesûdtîyê har û dîn bibin. Xwezîya xwe daqurtînin. Xweşîya hev û din mexwazin. Bê aqil bin. Ji zîrekên xwe hez mekin. Hezkirin çi ye? Jê biteqin. Ew dujminên we yên rastîn in. Ningên wan bişemintînin. Wan di zinaran werbikin. Dixwazî ji we be, dixwazî ji derî we be, kî xweşîya we bixwaze pêli sêrî bikin. Ji kesên din ra mehêlin. Ji xwe ra bibin gurên har, kana nexweşîyên bê derman.

Dujminên can û malê we di serî da, ji her kesî ra tiştên xweş bixwazin. Dujminatîya dujminên xwe mekin. Herin xwe bispêrinê. Li ser theory û practica xwespartinê û ji gelê xwe veşartina rastîyan xwe qenc bigihînin. Ji serdestên xwe ra bibin navnîşana xweşîyan, bibin baxçevanên gulistanên ber derîyan. Ne tenê li karxanên wan, li kerxanên wan jî bixebitin. Texsîr mekin. Gotin hat ser gotinê bibêjin her tiştê bindest mulkê xwedîyê xwe ye. Kitêba we wusan dibêje.

Bibin leşker, wezîr, fermandar û serfermandarên arteşên Dêwê Heft Serî. Ger dujminên we rojekê bi zanetî yan bi nezantî bi zimanê xwe ji we ra bibêje “Birêz filankes ya jî bêvan kes” wan bilindî asîmana bikin. Ji dil û can pesnên wan bidin. Lê nebe nebe yekî ji we behsa şaşitîyek we bike, tafilê berbidin sêrî, di tîtika enîyê lê da bixin. Çawa yekî ji we rabibe ji we ra bibêje sîya we xwar e. Ma sosretîyek wusan dihê qebûlkirin? Na, nahê qebûlkirin. Hûn jî qebûl mekin. Bibêjin her kes dikane bibe meriv, lê her kes nikane bibe serkundir.

Dema hinek welatê we bigirin, di serî da zimanê we yê maderî, hemî hêjahîyên we yên milî qedexe bikin, wan bidin ser serê xwe. Jê ra bibêjin em gelên bra ne. Bibêjin bi sînorê we û ala we ra derdekî me tune. Bibêjin em parêzkarên sînorên we ne. Bibêjin em leşkerên we yên bê pile ne. Bibêjin hûn fermandar, em fermanber in. Bibêjin em berdestên we ne, wate em xizmetkarên we ne. Vê pê bidin têgihîştin. Ne tenê dilên wan, her derên wan xweş bikin.

Bibêjin çîya li ser çîyan e, kurd û ereb bra ne. Bibêjin ji parsekan ra democracy, ji kurdan xudmuxtarîyet. Bi leşkerên dujminên xwe hêrîşî hev û din bikin. Di meetingên partya xwe da alên Dêwê Heft Serî li cuwanên xwe bikin. Heft nîgarên heft serên wî bidin destan. Bibêjin heke hûn biserêxwebûnê bixwazin em’ê Silêmanîyê ji warê kurdan biqetînin ha! Bibêjin heke warê me bibe warekî biserêxwe em’ê li Beghdadê li cem Dêwê Heft Serî bimînin. Li dijî biserêxwebûna miletê xwe herin war bi war bigerin. Bikin qîrîn û hewar, bibêjin em biserêxwebûnê naxwazin! Kî şarên we ji we bigrin, kî zar û zêçên we bikujin, kî bazbide ser qîz û jinên we herin xwe bihavêjin hembêza wan. Jê ra şiîran bixwînin. Ji şarê Baba Gurgur ta bi Şengalê di du rojan da ji sedî şêşt û çarê axa warê xwe bispêrin dujminên xwe. Enfalê jî ji bîra bikin. We mêjîyê kerê xwarîye. Li warê xelkê berf û baran dibare. Li ê we terestî dibare.

Xwezanek ya jî nîvxwezanek bi şaşitî ala rengîn bigire û were bikeve nav şahîyek we bêhna xwe teng bikin. Herin wê alê jê bigirin, bidin bin ningên xwe. Bibêjin çi karê vê ala Quzê Iraqê di çalakîya me da heye? Mebêjin Başûrê Kurdan, bibêjin Quzê Iraqê. Ev jî dilê we rehet neke, bibêjin Gunnê Kurdan. Vê carê al ji kurdan kêm bû? bibêjin.

Hûn mêrên mêran in. Ne mêrên jinan, ne mêrên qîzan, mêrên mêran! Ev gotinek we ye. Ev gotin jî gelekî li we dihê. Îcar mêrê mêran. Ji a xwe damekevin. Mêrên mêran bin! Jinên jinan bin! Qewmê Lût bi tenê mehêlin. Ê xelk û alemê sor û zer e. Ê we bira her dem ji dunê der be.

Haşitî mebêjin. Bibêjin bariş. Bibêjin sûlh. Bibêjin mîr. Bibêjin quzê kerê. Mebêjin haşitî. Mebêjin lihevhatin. Mebêjin pîkerdiş. Bi van gotinên kurdî hûn bê prestige dibin. Hûn merivên xwedî carisma ne. Gotinên kurdî li we nahên. Kurdî çî ye îcarê. Zimanê gundîyan e. Heta bi hinekên we ziman jî nine, tevlihevîyek e. Xwe jê biparêzin.

Hindik kes rabibin pîsitîya we, bêrûmetîya we mîna şîrpekê li nav çavên we bixin jî hûn bi ber bayê wan mekevin. Bibêjin, hûn derewan dikin. Ev jî nebe, bibêjin montage e, bibêjin doublage e. Bibêjin fitne ye. Her çiqas piranîya we nizanibin montage û doublage çi ne jî, di rewşên wusan da mîna tûtîyan dubare bikin. Çêtir e. Hinek rabibin bi vê nezantîya we yarîyên xwe bikin, bi pozbilindî jê ra bibêjin ma tûtî dizanin çi dibêjin, ha? Hema ê me jî wusan e…

Nebe nebe qîzek we û lawekî we bi destê hev bigirin! Dilê wan bikeve hev. Heta bi vê jî nesekinin rabibin bi hev ra bigerin. Bi hev şad bibin. Bibêjin haho namûs çû! Lê bixin, bikujin. Gunehkar in. Bibêjin şeref. Bibêjin şerîet. Bibêjin dîn. Bibêjin de bike bigerîne, serê modelîyê bigerîne li gundê serkundiran li bin dara bîyê qapaxa serê wî hilîne. Namûsa xwe pak bikin. Wê hêvarê li zincîrefilmekî bi zimanek ji zimanên Dêwê Heft Serî binihêrin. Bi bihevşabûna kesên di film da dilê xwe xweş bikin. Ji hev bipirsin ka filankeso û bêvankesê di film da xwe li hev qelibandine, ya na? Tîq tîq bikenin.

Herin li mizgeftê nimêja înîyê bikin. Behsa jîyana peyxamberan bikin. Behsa dîn bikin. Behsa dewra seadetê bikin. Ayatên pîroz guhdarî bikin. Ji hev ra gotinên peyxamberan bibêjin. Ji mele xutbê guhdarî bikin. Wazan guhdarî bikin. Dua bikin. Ji xwedê tiştên dilê xwe bixwazin. Piştî mizgeftê, herin kerxanê. Bazbidin ser qîz û jinên hev. Merivan bikujin. Çiqas kirin û gotinên dînê we gotî mekin hebin gişkan bikin. Paşê bibêjin, elhemdûlîllah em musulman in. Bibêjin, spas ji xwedê ra. Heke hûn ne musulman bin, hûn êzidî, xrîstîyan, cihû bin jî dîsa çiqas gotin û kirinên dînê we gotî mekin hebin bi dilekî xweş gişkan bikin. Paşê jî bi dînê xwe pesnên xwe bidin. Ji kê ra çi? Dîn dînê we ye, jîyan jîyana we ye.

Cîranên we yên rûreş û rihdirêj qîz û jinên we li bazaran bifiroşin, bêhna xwe teng mekin. Bi hawayekî berbiçava wan ruswa jî mekin. Heke hûn bi dilê xwe nikanibin, li ser media social wan şermezar bikin. Ji bo wan qîz û jinên xwe çend hozanan binivîsin. Romanan binivîsin. Çend civînan li dar bixin. Paşê hêdî hêdî lê bibuhurin. Bibêjin, em dujminatîya cîranên xwe nakin. Bi vê jî mesekinin herin bi navê mezhebeke din a dînê îslamê bibin leşkerên heman dujminên xwe. Bira ew jî dilê xwe li we rehet bikin. Bira ew jî we bikujin, malên we bişewitînin. Bi dilekî xweş warê xwe, rûmeta xwe, namûsa xwe bispêrinê.

Dema leşkerekî îsraîlî li filîstînîyekî bixîne dunyayê bînin sêra xwe. Li şar û şaroşkên xwe “sionistan” protesto bikin. Erd û asîman bihejînin. Da ku dunya alem bizanibe hûn çiqas musulmanên çê ne, hûn çiqas internationalistên hêja ne. Dibe ku filîstînîyên dema qirkirina Enfalê li zîndanên Iraqê bi xwîna qîzanîya qîzên we li dîwarên zîndanan bi erebî “Bijî Filîstîn” dinîvîsîn jî ji we ra bibêjin eferim. Heta dibe ku çekdarên El Qaîde û DAIŞ jî ji we ra bibêjin eferim. Ji bo eferimek wan sosretîyên hûn nikanibin bikin tune ne.

Heke hûn neçar bimînin û bibin fermandar û çekdarên miletê xwe, hema minetên xwe li milet bikin. Hetanî ku bibêjin bes! Bi serê wan da bikin gotegot. Wan gêj bikin. Dema dujmin bi ser we da hat, berî ku hûn milet ji qada şer dûr bixin, can û malê wan biparêzin, çekên xwe bigirin û birevin. Heta çekên xwe jî jê ra bihêlin. Bira bi çekên we we bikujin. Şerm mekin.

Çend şarên warê we bi xêra berjewendîyên dewletên wî alî zerya û oqyanûsan bikevin destê we hema bangî arteşên qirkarên xwe bikin, bi gotinek din bankî çekdarên Dêwê Heft serî bikin, bikevin pêşîyê û pê hêrîşî hev û din bikin. Bi vî hawayî hev û din ji şarên xwe biqewitînin. Dilê Dêwê Heft Serî xweş bikin. Bira nîgeran nebe.

Berî çekdarên Dêwê Heft Serî hêrişî warê we bikin bi nepenî bi fermandarên wan ra li ser dujminatîya berxwedar û xoybûnxwazên xwe li hev bikin. Dema şer dest pê kir, fermana xwespartinê bidin leşkerên xwe. Tevî çekên xwe yên gran derbasî alîyê dujmin bibin. Bi her hawayî harîkarîyê bidinê da ku bi hêsanî bikanibin di kuna we nin. Bihêlin çi dixwazin bira bikin. Di canalên televisionên xwe yên derewkar û televisionên miletên din da bê şerm û fedî bibêjin me peymanek bi rûmet bi Dêwê Hef Serî ra mor kirîye. Belga îxaneta xwe bilind bikin, hejmara beşdarên civîna îxanetê dîyar bikin. Xoybûnxwaz û berxwedarên miletê xwe sûcdar bikin. Paşê? Paşê li ser hovîtîyên dujmin hozanan binivîsin. Stranan bibêjin. Filman çêbikin. Romanan binivîsin. Çi dikin bikin, dev ji xayîntî û terestîya xwe bermedin. Çimkî ew hêjahîyek we ye. Ji bav û bapîran ji we ra yadîgar maye.

Wêne: Xalid Satar

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *