BÊRÊZIYA DI AXAFTINÊ DE

BÊRÊZIYA DI AXAFTINÊ DE

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Dema civatek rûniştiye û kesek jî li ser dikê, li ber microfonê ji wê civatê re dipeyive, ji civînên wisa re SEMÎNER, KONFERANS, KONGRE, SEMPOZYON, eger li malan be CIVAT û wekî din ku nav lê hatine kirin têne binavkirin. Kesê yan kesa ku dipeyive jî, divê li gor tewrên toreya wan kesên rûniştî tevbigere.

Vê sibehê min ev çend bêje weşandibûn:
”Axaftina bi destan, bêrêziyeke mezin e li pêşber civatê.”

Çend kesan wisa yekser ji bo min gotine ”tu şaş î…” û domandine: ”Tevgera destan pêbaweriya axaftinê dide guhdaran.”

Min jî bi rêzmendî bersiva wan daye û tenê min gotiye ”dibe ku ez şaş bim.”

Meriv di civînên wisan de dibe guhdarê axaftina kesê ku dipeyive, da tiştekî baş, rast û rewa jê werbigire. Yanena, gudarî ne pêdivî ye.

Di vî warî de gelek tecrûbeyên min hene:
Ez dema li Kurdistanê bûm jî, ez di komîteya çend komele, komik û kooperatîfan de bûm, herweha gelek car di hin civînên karbidestên dewletê de jî beşdar dibûm.

Ji 1984an heta niha ez beşdarê jimareke pir zêde ya civînên cuda bûme. Herweha ji 1997-98an heta niha, min bi xwe jî ji sedî zêdetir semîner, konferans dane û axaftina min di gelek panelan de çêbûye. Herweha ez di gelek bernameyên çandî yên kanalên televizyonan de jî amade bûme. Min gelek car li civînên parlemanên welatên Rojhilat û yên Rojavayê de jî temaşe kiriye.

Di van hemû civîn û caxiyan de, cudatiyeke mezin di navbera axaftinvanên Rojhilat û yên Rojavayê de heye.
Axaftina ku tê kirin, ger ne li gor toreya temaşevanan be, temaşevan çu sûd ji axaftinvanî wernagirin. Yan eger sewiya zanîna temaşevanan ji ya axaftinvanî zêdetir be, dîsa sûd jê wernagirin.

Di Toreya Kurdî de dema kesek bi meriv re dipeyive û tiliya xwe ya eşedê rep dike û dihejîne, ev hawe hem tehdîd e û hem jî peyama ku ew ê te biêşîne dide.

Di axaftinê de dîsa hildana tiliya şehadetê û ya nêvî bi hev re, wateya wê ev e ku ”ez ê herdu çavên te zoq derxin.”
Herweha wateya hildana herdu destan jî ev e, ango ”bes e, êdî ji destê te/we…”
Hildana destekî tenê jî, wateya xwe ev e: ”Hûn ji ba bavê xwe bê minet in.”
Wateya hejandina serê axaftinvanî, ev e ku ”ez ê sezayekî bidim we.”
Birinûhanîna serî bi jor û jêr ve, wateya ku ”her tişt wek te ye û gotina te ye.”
Birinûhanîna serî ber bi rast û çep ve, wateya xwe ev e ku ”Ez bi xeyd im û vê yekê napejirînim.”

Bi kurtî ku bête gotin mesele ev e: Tevger û libata gewde û destanfitna li pêşber civatekê, qelsî, zorbedarî û ”qûştengî”ya axaftinvanî nîşan dide.

Min gelek car dîtiye ku li gundên Kurdistanê, dema kesek dipeyive û destekî xwe bilind dike, bi jor ve û bi xwar ve dibe û tîne, tehdîdeke mezin e ku li gundiyan tê kirin.

Lê di civîn û caxiyên welatên Rojavayê de, dema kesek li pêşber civatê dipeyive, pir hindik dest û zendên xwe li ba dike. Eger bike jî, ji bo rabûn û kêmbûna naveroka axaftina xwe dike, mînak: Dema dibêje, ”Îsal enflasyon bilind bûye, hingê destekî xwe bilind dike.” Ev hawe jî, rêzmendiyek e li pêşber civata guhdar/temaşevan.
Lê belê dema axaftinê libat û leqandina laş û dest û zendan li pêşber civatê, bêrêzî ye ku tê kirin.

Di vî warî de gelek mînak hene ku meriv dikare bide.
Çi kesê ku pirsên xwe hebin, dikarim bi mînak bersiva wan bidim.

(Di vî warî de divê pirtûkek were amadekirin).

 

Wêne: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *