Ola Zerdeştî

Ola Zerdeştî

Berhevkar, nivîskar û lêkolîn: Yaqûb Kurmanc

 

Zerdeşt di rastiyê de pêxember an rêberê gelê Arî yê berê ye. Rasterast ne diyar e ku çi demê hatiye dinê û xelkê kê derê û ji kîjan qewm û neteweyê bûye. Pirtûka Zend-Avesta kengî û bi çi zimanî hatiye nivîsandin? Di navbera alim û zana û dîrokzanan de cudahî heye. Lêbelê di nav hemû aliman de Mistir Cakson ku li ser Ola Zerdeştîtiyê lêkolînên pêşketî encam dane, li ser vê baweriyê ye ku Zerdeşt di nîvê duyemîn a sedsala heftan a pêş zayînê hatiye dinê û di nîvê yekemî sedsala şeşê wefat kiriye. Lêbelê gelek dîrokzan dibêjin ev jî bi yeqînî nayê îsbatkirin. Li gor riwayetên Zerdeştiyan, dibe ku ev pêxember di sedsala heftan de hatiye dinê û di perava Gola Ûrmiye yê dest bi rênimayîkirina xelkê kiriye û di nîvê sedsala şeşan de wefat kiriye.

Mistir Hol di pirtûka xwe de dibêje: Zerdeşt di sala 599an a berî zayînê jidayîk bûye. Li gor riwayetan Zerdeşt kurê Poruşaspa bûye û wateya Poruşaspa yanî xwedanê hespê reş.

Zerdeşt di temenê xwe yî zaroktiyê de hinek hereket û reftarên wî ên taybet û cuda hebûne û ji ber hindê ew kiryarên wî li sihirbazan xweş nayê û gefê ji Poruşaspa dixwin û dibêjin em ê kurê te bikujin, ew irf û edetên bavûkalên me binpê dike û behsa tiştên ne eleqedarî me dike. Sihirbaz gelekî hewl didin ku Zerdeşt bikujin, lêbelê bi ser nakevin. Poruşaspa ji bo ku Zerdeşt ji gef û tehdîda sihirbazan biparêze, neçar dimîne ku ji warê xwe derkeve û ber bi perava çemê Dayitîyê ve ku gelek dîrokzan li ser vê baweriyê ne ku çemê Dayitî heman çemê Erez e, koçber dibe.

Zerdeşt di temenê xwe î 20 saliyê de ji her kesî dûr diçe û dest bi lava û duayan dike û her roj sijdê bo Xwedê dike, da ko Zerdeşt 30 salî dibe û bi fermana Xwedê jê re wehî tê û ji Zerdeştê peyambir tê xwestin ku gel rênimayî bike ku tenê Xwedayê mezin û yekîne îbadet bikin.

Li rex çemê Erez dînê Zerdeştîtîyê teblîx dike û roj bi roj peyrewên Ola Zerdeştîtiyê zêde dibin û gelek welat û qewmên berê ola Zerdeştî dipejirînin û Zerdeşt jî wek pêxemberekî ji aliyê Xwedayê mezin bi şanazî qebûl dikin û baweriya xwe bi wî tînin.

Firrişteya wehîyê Zerdeşt dibe cem Ahûramazda û piştî haziriya Zerdeşt cem Ahûramazda ji wî tê xwestin ku di nav gelê Tûran û Sekistanê ango Sîstanê de jî dînê Zerdeştîtîyê belav bike. Zerdeşt heyanî du salan li wan welatan dînê Zerdeştîtîyê di nav xelkê de radigihîne, lêbelê ewqasî zêde dînê Zerdeştîtîyê tesîra xwe nîşan nade û gelê wan welatan baweriya wan bi Zerdeşt û ola Zerdeştiyê nayê, ji ber ku mux û muxbêdên wê demê nahêlin ku Zerdeşt teblîxê bike û jê re astengiyan çêdikin. Zerdeşt dû re bi wehî û fermana Ahûramazda diçe cem Vîştaspa hakimê Bakteriyayê û piştî du salan bi hewl û xebata xwe hakimê Bakteriyayê dibe peyrewê Zerdeşt û ola Zerdeştîyê dipejirîne.

Pişgirî û alîkariya Camasp wezîrê Vîştaspa der heqê Zerdeşt gelekî girîng û bêhempa bû û piştre Camasp dibe aşiqê keça Zerdeşt û Camasp û keça Zerdeşt bi hev re dizewicin.

Dînê Zerdeştîtîyê piştî pejirandina wê ji alîyê Vîştaspa ve zûkayî di nav gelên Kurdistanê, Tûranê, Îranê, Hindistanê û Anatoliyayê berfireh dibe.

Zerdeşt di temenê xwe î kaltiyê de bi armanca pêşxistina ola Zerdeştiyê bi qewmeke bi nav Hunî re şer dike û li gor riwayetan Zerdeşt di wî şerî de jiyana xwe ji dest dide.

 

Diyaneta Ola Zerdeştîtiyê

Li gor pirtûka Avestayê û pirtûkên din ku liser ola Zerdeştiyê hatine nivîsandin, wiha diyar dike ku gerdûn ji du tiştên bingehîn pêk hatiye: Ronahî û Tarîtiyê; ev du hêz tim bi hev re di şer û cengan da nin û carna jî li hemberî hev biserdikevin û ji hev şikestê dixwin. Bi vê esasê gerdûn bi du beşan parve bûye: Hêza ronahiyê û hêza tarîtiyê, serdarê hêza ronahiyê (Hurmiz-Ahûramazda) û serdarê hêza tarîtiyê (Ehrîman-Angra Mayînû).

6 peyvdarê Ahûramazda hene û Ahûramazda bi alîkariya wan gerdûnê birêve dibe ku Amêşa Spenta an Herheyîyên pîroz tên binavkirin û yê din jî Spenta Med in û ji hemûyan nizmtir jî Êzid in ku hejmara wan zêde ye û navdartirîn ê wan sih heb in ku her yek ji wan taybetî rojek ji rojên heyvê ne. Êzid ango Yezêd bi xwe jî bi du beşên Esmanî û Bejahî pêk tên, di beşa herî jor a Êzidên Esmanî, Hurmiz cih digire û baştirîn Êzidê Bejahî jî Zerdeştê Kal e. Ew Êzid her yek ji wan tiştekî diparêzin.

Piştî Êzidan jî hinek heyîyên azib hene ku wek firrişteyan giyanê mirovan diparêzin. Ew heyîyên azib berî bûyîna mirovan di esman de ne û piştî mirina mirovî jî vedigerin esmanan.

Li hemberî hêza Hurmiz, peristgarê Tarîtiyê yanî Ehrîman jî xwediyê hêzekê ye û peyvdarên wî jî Dêw in û Ehrîman serdestê wan in.

Li hemberî Herheyîyên pîroz, 6 dêw hene ku karê wan ew e ku nehêlin Qencî berfireh bibe.
Tarîtî, xirabî, derewkarî, nepakî û xwemezinkirin ji aliyê Ehrîman ve hatine afirandin.
Hurmiz jiyan û hebûn û Ehrîman mirin û neman afirandine.
Xûlese, li hemberî esas û rêxistinên Hurmiz, Ehrîman jî xwedî teşkîlatek çalak bûye.

Avesta derbarê xuliqandina gerdûnê de ha dibêje: Hurmiz destpêkê cîhana giyanan afirandiye û 3 hezar salan desthilatdariya vê cîhanê kiriye. Pişt re Ahrîmen ji Tarîtiyê derdikeve û bi darê zorê dikeve cîhana Ronahiyê.
Her wiha Hurmiz cîhana madî di 6 qonaxan de ku bi qasî 3 hezar salan tê texmînkirin, afirandiye.

Li gor riwayetan Hurmiz, Însan di qonaxa 6an de xuliqandiye. Piştî xuliqandina însanan bi destê Hurmiz, Ehrîman jî dest bi afirandina xirabiyê dike û bi Hurmiz re şer û ceng dike. Şerê wan heyanî 3 hezar salan berdewam kiriye hetanî Zerdeşt tê dinê û Ehrîman lawaz dibe û Hurmiz roj bi roj li hemberî Ehrîman biser dikeve û hetanî ku Ehrîman venegere Cîhana Xirabiyê, dê ev berxwedanî û serketina Hurmiz bidome.

Li gor baweriyên Zerdeştîtîyê rih û giyan fanî û raborî nîne û paş mirinê, hetanî 3 rojan dîsa xweşî û nexweşiyên dema jiyanê diçêje. Piştî wê bayek wî rihî dibe û da ko digihêje pireyekê bi navê Pireya Çînvatê, ango Çînvarê û di wir de ji aliyê 3 dadweran ve tê dadgehkirin û ew dadgeh kiryarên baş û xirab ên însanan bi pîvanê dipîvin û piştre biryara xwe radigihînin.

Piştî dagirkirinê divê ew giyan ji Pireya Çînvatê ku ji Çiyayê Elburzê hetanî çemê Dayitî ango Erezê dirêjahiya wê heye, derbas bibe, eger ku ew giyan kiriyarên wî baş û qenc bin, ew pire ji bo wî fireh û firehtir dibe û lêbelê eger kiryarên wî xirab bin ew pire ji bo wî giyanî zirav û teng dibe, da ku ew giyan dikeve cîhana Tarîtiyê.

Rih û giyan eger kiriyarên wî baş bin yanî 3 sîfet bi wî re be, dikeve cîhana Başiyê, ev 3 sîfet û şêwa ev in:
Ramana baş, gotina baş û kiriyara baş û ew giyana ku kiryarên wî qenc be dikeve Biheştê û ew rih û giyana ku sûcdar û gunehkar be, dikeve alima derd û dijwarî û zextiyan (dûjeh).

Di navbera Biheşt û Dûjehê de cihekî bi navê Hemestiyan heye ku di wir de kiryarên wan ên qenc û xirab yeksan in û di wir de divê li hêviya roja qiyametê bimînin.

Di Avestayê de hatiye amejekirin: dema qiyamet nêzîk dibe, kesekî bi navê Şuşiyan diyar dibe, ev kes rizgarkerê gerdûnê ye û hemû giyanan zindî dike û dest bi dadgehkirin a Axiretê dike û dû re lehîyek ji hesinê helandî diherike û tevahî bejahiyê digire û di wê heyamê de şerê di navbera Hurmiz û Ehrîman de destpê dike û Hurmiz bi tevahî biserdikeve.

Ji bo rizgariya piştî mirinê her kes bi qasî hêz û quweta xwe divê alikariya Hurmiz bike, divê ji 3 sîfet û şêweyên amaje pêkirî, temsîl bike (ramana baş, gotina baş, kiryara baş).
Yek ji isûlên Ola Zerdeştîtiyê ew e ku kar û xebata herî qenc ji bo her mirovî cotkarî û sewalvanî ye. Heta Zerdeşt rojî girtin ji cotkaran qedexe kiribû bo ku hêz û quweta wan ji bo kar têk neçe û lawaz nebin.

Di Ola Zerdeştîtiyê de av, hewa, agir û ax çar hêmanên pîroz û paqij in û nabe ku ew çar hêman qirêj û nepaqij bin. Her wiha agir nîşan û sembola Zerdeştiyan e. Qirêj kirina ava herikbar û veşartina miriyan di axê de tiştên heram û qedexekirî bûn.
Bi baweriya bawermendên ola Zerdeştiyê, Zerdeşt Pêxemberê Xwedê bû, Xwedayê mezin bi wî re diaxivî û wehî jê re dihat.

Di vê nivîsê de bi rastî çima netewe û aderiya Zerdeştê peyambir veşartî maye, gelo ew bi eslê xwe Kurd bûye û ji Kurdistanê rabûye û Dînê Zerdeştîtîyê teblîx kiriye.
Bi nêrîna Kurmanc ew Kurd bûye û ji ber vê yekê aderiya Zerdeştê peyambir jî înkar dikin wek hebûna gelê Kurd!
Zerdeşt=Zer Stêr=Stêra Zer

“Zerdeşt’î weha kerem kir; “mirov dişibe daran, çiqasî bixwaze hilkişe jor û bigihîje ronahîyan divê ewqasî şaxên xwe bi jêr de berde nava erdan û kokên xwe berde nava tarîtî û kûrahiyan”.

Kovara Çirûsk” hejmar 14

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev