Gemaroya li ser Îranê wê çi tesîrê li kurdan bike?

Gemaroya li ser Îranê wê çi tesîrê li kurdan bike?

Mehmed Salih Bedirxan

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Gulana 2018an de bi vajokirina vekişîna ji rêkeftina P5+1 û gemaroyên aborî yên ser Îranê çend êzing avêtin nava agirê li Rojhilata Navîn. Wisa diyar e ew agirê zêdetir ji 7 salan li Sûriyê gurr bû wê derbasî Îranê bibe û Îranê jî bişewitîne.

Amerîka ligel Îsraîlê û welatên Kendava Erebî dixwaze rê liber zêdegaviyên Îranê yên li Rojhilata Navîn bigire. Guman li ser wê yekê da nîne ku pêçiya Îranê di her qula Rojhilata Navîn de heye. Mirov dikare beje rejima mezhebî û dînî ya Tehranê weke axtabotan xwe li hemû Rojhilata Navîn û Qafqasya û beşekî Asyayê pêçaye.

Îranê ji 1979an heta Tîrmeha 2015an di bin gemaroya Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê de bû. Piştî wê gemaroya 39 salan bi rêkeftina P5+1 a atomî gemaroya li ser Îranê hat sistkirin û deriyên Îranê yên bazirganî û dîplomatîk li ser rûyê cîhanê vebûn. Destên Tehranê yên dirêj li Rojhilata Navîn dirêjtir bûn û ew destdirêjiya zêde di nava 3 salan de bû sedema şerên navxweyî li Iraqê, Yemenê, Sûriyê û Libnanê. Herwiha rejima Tehranê derfetên baş peyda kirin bo dagirkeriya xwe li mentîqeyê mûkimtir bike û mezheba şîe fikra Wîleyetî Fiqih îxracî welatên Rojhilata Navîn bike.

Wezîrê Karûbarên Civakî yê Îranê Elî Rabîî beriya bi çend rojan aşkera kir ku bi gemaroya Amerîkayê ve wê zêdetir ji milyonek însan bê kar bimînin. Lê ligor şîrovekarên siyasî û medyaya muxalifên rejima Îranê zêdetir ji 3 milyon însan wê ji ber gemaroya aborî bêkar bimînin.

Kompanyayên navdewletî yên wize tekonolojî û xizmetguzariyê Airbus, Boening, Siemens, CMA CGM, Total, ATR, Peugeot, Renault, BNP Paribas û hwd… aşkere kiribûn ku wan karê xwe yên li Îranê bi dawî kiriye û nema li Îranê kar dikin.

Xwepêşandanên li eyaletên Xuzistan, Belûcistan, Xorasan, Îlam, Îsfahan û Hemedanê nîşaneyên wê yekê ne ku wê serê Îranê hem li derve û hem jî li navxwe gelekî biêşe. Lewre niha qiymetê dolar beramber tûmenê Îranê gelekî berz bûye û xelkê Îranê nema dikarin pediviyên jiyanê dabîn bikin.

Gelo haya kurdan çiqasî ji meseleya gemaroya li ser Îranê û rûdanên dawî heye? Tesîrên gemaro û ambargoya li ser kurdan belkî aniha abstrakt be. Lê di nezera min de tesîrên yekser li kurdan hene. Ligor biryara Trump welatên peywendiyên aborî bi Îranê re hene û danûstendinê ligel Îranê dikin heta 100 rojî divê dawiyê li wan peywendiyan bînin. Heger na ew aliye sêyêm jî rûberûyî gemaroyan dibin.

Li gor amaran Tirkiyê, di sala 2017an de rojane 515 hezar bermîl neft ji Îranê îthal kiriye û rojane pêdawîstiya wê bi yek milyon bermîl neft heye. Bi gemaroyan re Tirkiye neçar dibe bere xwe bide Herêma Kurdistanê û vegere ser peywendiyên beriya referandumê. Her wisa bo dabînkirina wize û gaza sirûştî ligel Herêma Kurdistanê rêkeftinan nû pêk bîne.

Hizbên Rojhilat divê bi rola xwe rabin

Bi giştî pirsiyara kurdan divê ev be: “Gemaroya Îranê wê çi tesîrê li kurdan bike?” Kurd li gor pêşatên dawî bibin xwedî helwêst û êdî gavên stratejik biavêjn an na? Beriya hemû kesî divê aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê demildest hevdu bigrin û di yek bereyê de ligel muxalifên Îranê beramber rejimê bicengin. Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste li Rojhilat bibin xwedî biryar û bi giştî piştevaniya muxalifên rejima Tehranê jî bikin, di navendên biryardanê de bi rola xwe rabin. Divê kurd ji bîr nekin bi tena serê xwe nikarin bi wê rejima dest û devbixwîn birûxînin. Li nava millete Îranê neteweya herî çalak kurd in, bi bername û planên stratejik dikarin rejimê ji Rojhilatê Kurdistanê derxin. Herwisa xebatên 3 salên dawî yên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ku weke Rasanê hatine binavkirin divê berdewam bin.

Başûr dikare serxwebûnê îlan bike

Herwisa Başûrê Kurdistanê xwe ji qonaxa nû ya li Îranê û Îraqê re amade bike. Heger Îran nebûya ew keramet û cûrreta Bexdayê û şîeyên bi navê Haşdî Şabî hatine organîzekirin tunebû êrîşî Kerkûkê û herêmên din ê kurdnişîn bikin. Lê divê em ji bîr nekin ji sala 2003an heta aniha Bexda jî bûye yek ji eyaletên Îranê. Bi lawazî û rûxana Îranê re Herêma Kurdistanê demildest dikare serxwebûnê ragihîne û wê demê ti kes nikare rêgiriyê di ber serxwebûna Kurdistanê de bike. Ew kurdên 16ê Oktoberê pişta xwe bi Îranê û Iraqê germ kirin û dijayetiya xeyala sedsalî ya kurdan kirin jî dê bêpişt bimînin. Li aliyê din ew kerameta Enqerê jî nemaye berdan biavê pencereyên cînaran. Aboriya Tirkiyê ji ya Îranê baştir nîne û kompanyayên navdewletî yên li Tirkiyê kar dikin jî hewl didin ji Tirkiyê derkevin.

Rojava – Başûr wê nêzîkî hev bibin

Rojavayê Kurdistanê jî dikare ji bin fişara Şam – Tehranê derkeve. Herwiha bi lawazî û rûxana Tehranê re destêwerdana Tehranê ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî bi dawî dibe û dûr nîne kurdên Rojava û Başûr sînorên îdeolojîk ji nava xwe rakin û nêzîkî hevdû bibin. Beşar Esad jî weke wê guruba 16ê Oktoberê pişta xwe bi Îranê germ dike û car caran hewl dide çoyê xwe liser serê kurdên Rojavayê Kurdistanê li ba bike. Heger Tehran lawaz bû Beşar Esad dê wê curretê ji kê peyda bike û beramberî kurdan raweste? Heger rejima mezhebi ya Îranê nema kurdên Başûr û Rojava dikarin pêkve li ser danîna xetên enerjiyê û gaza sirûştî projeyan deynin û nefta Rojava û Başûr bigihînin bazarên cîhanê.

Dema fedakariya Bakur jî hatiye

Di egereke şoreş û raperîneke li Rojhilatê Kurdistanê de rola kurdên Bakur jî gelekî muhim e. Navçe û bajarên Serhedê ne dûrî navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne. Tirkiye di navbera hin bajarên Bakur û Rojhilat de dîwar lêkirine. Kurdên wê herêmê hemû xizmên hev in û peywendiyên wan ligel hev hîn bi xurtî berdewam dikin. Xwedê neke di egereke lêqewimînê de kurdên Bakur divê deriyên xwe kurdên Rojhilatê Kurdistanê re vekin û bi hewara wan de herin.

Xebata kurdên Rojhilat bo herçar parçeyên Kurdistanê gelekî zede ye. Şehîdên PJAKê yên li Bakur û Rojava, şehîdên PAKê û PDKÎyê yên li di şerê dijî DAIŞê de herwisa bo rêgirî li ber êrîşên Îranê biryara PDKÎyê ya rawestandina şerê çekdarî îsbata wê yekê ye ku Rojhilatê Kurdistanê hertim amade bûne bo parçeyên din ê Kurdistanê fedakariyê bikin. Wexta dema wê hat divê rûşenfikr û gencên kurdên Bakur jî li ber barê Rojhilatê Kurdistanê rabin. Pêwîst e em ji bîr nekin meseleya kurdî meseleya serweriyê ye. Heta serweriya Kurdistanê ne bi destê kurdan be mesele li ti parçeyên Kurdistanê çareser nabe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *