Ji rupêlên edebiyeta kurdî ya nûjen

Ji rupêlên edebiyeta kurdî ya nûjen

Radyoguhdarên delal, guhdarîya bernameya Radyoya Ria taza “Ji rupêlên edebiyeta kurdî ya nûjen” bikin. Vê bernameyê em dîyarî evîndarên ziman û helbestên kurdî dikin û herwiha emê nasîya we bidin hest û hizrên helbestvanê kurd yên di xerîbîyê de dijîn û di xizmeta çand û wêjeya kurd û Kurdistanê da nin. Îro ezê behsa helbestvanê hêja ji Rojavayê Kurdistanê, xwedîyê şureta saîrtîyêye mezin Tengezar Marînî û berhemên wî bikim.

Tengezar Marînî, nivîskar û helbestvanekî kurd e û di 04.09.1959an de li Tirbespîyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew 22 salî zêdetir e li Almaniyayê dijî, bi helbestnivîs û wergerandinê re mijûl dibe, dijwarî û zehmetîyên, ku li xerîbîyê, dûrî axa kal û bavan, di jîyana koçberiyê de dîtîye bi hestên kûr û xweş û bi dîmenên pir bi êş û jan helbestên xwe efirandine.



Tengezar Marînî 2 salan edebiyata erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya medya nû (Communication, Relation, Rethorik, Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye.

Karê sosîolojiyê li zankoya Hannoverê û Duhokê kiriye. Pisporiya wergerandina derûnnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ – Navenda nojdariya regezan li bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên almannivîs tê naskirin. Şarezayê zimanên kurdî (zaravên Kurmancî-Soranî), erebî, îngilîzî, almanî û suryanî ye.

Di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de, li Kurdistanê û welatên biyanî de dinivîse. 6 pirtûkên wî yên helbestan yên çapkirî bi zimanê kurdî hene. Tengezar Marînî di kovarên Stêr, Pirs û Pêl de berpirsê destpêşkeriya navenda çanda cîhanî li Hannover/ Almaniya ye. Berpirsê komîta kurdên Hannover, navenda rewşenbîrî û ragihandinê ye. Berpirsê Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Rojava li Almaniya yê.

Helbestên Tengezar Marînî wek behrek e, ji evîna bê sînor e, ji berhemên wî pêlek ji hestê mirovî diherike, belê hestên wî deranîna hestê mirovî ye, ronahiya rûh û giyanê mirovî ye. Helbestvan Tengezar Marînî bi çend peyvan û hevokan bi hestê xwe, êş, evîn, hêvî, helwest, derd, kul, xweşî û nexweşiya xwe tîne der û bi hest û xeyalên xwe asoyên berfireh diafirîne…

Tengezar Marînî xwedî hesteke nazik, germ û dilşewat e, taybetmendiya wî ew e ku hizrên xweş û tenik diefirîne, wêneyên jîyanê bi gorî berjewandîya evîndaran bi rê ve dibe. Bi fikira min Tengezar Marînî hezkirin û têkçûnên evîniyê, êş û kedera evîndaran bi hostatîke ewqasî mezin şirove dike û tîne ziman, ku xwendevan zendegirtî dimîne.
Belê, hest û hizrên helbestvan asoyên berfireh vedike, germî û dilsoziyekê dide helbestê, ji ber ku ew hest û jana dilê wî ye jî. Bi şanazî dikarim bêjim Tengezar Marînî bi pênûsa xwe ya bihêz berhemên giranbaha û xweş bi rengekî giştî diafirîne.

Fermo, guhdarên ezîz, werin em xem û fikirên xwe yên giran teslîmî roja ku diçe ava bikin, çend deqeyan niqoyî li nav dinya mûzîkê û poêzîyayê, hest û hizrên kûr, xeberên xweş û sazbendîya bedew bibin, guhdarîya karwana şer û miqama, bi pêşkêşkirina helbestvanê hêja Tengezar Marînî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *