Diyarîya Têmûrê Xelîl bo bîranîna Şekiroyê Xudo Mihoyî

Diyarîya Têmûrê Xelîl bo bîranîna Şekiroyê Xudo Mihoyî

LÎSê yek ji gelek berhemên zanyarî bi wergera Têmûrê Xelîl çap kir

Weşanxaneya LÎSê 3 berhemên zanyarî yên kurdzanên binavûdeng dû hev bi wergera kurdî çap kirin: 1.DI SEDSALA 19’EMÎN DE REWŞA KURDAN, N. A. XALFÎN” 2. “KURDÊN AZIRBÊCANÊ, A. BUKŞPAN” 3. “KURDISTANA NÛ, M. S. LAZAREV, Y. Î. VASÎLYEVA, M. A. HASRATYAN, O. Î. JÎGALÎNA, ŞEKIROYÊ XUDOYÊ MIHOYΔ.

Ev hersê pirtûk berî 10-20 salan hatibûn wergerandin, lê ji ber ku weşanxaneyên kurdî xwe nedidane ber karê çapê, wergervan Têmûrê Xelîl beşên berhemên wergerandî ji berê va di malpera krd.riataza.com da çap dikir, ku ew bi xwe jî berpirsyarê malperê ye. Wê demê welatparêzekî ji Qerekilîsê (bi tirkî: Ağrı) bi navê Mustafa Kilicaslan ew beş dixwendin, ji kêfxweşîyê wek dibêjin lingên wî erd nedigirt û rojekê jî biryar kir sponsorîya van hemû berheman bike, da ku ew derkevin ronahîyê. Ronahîdîtina van hersê berheman jî bi saya serê welatparêzîya wî çap bûne.

Ev berhem bi daxweza Înstîtûya Kurdî a Parîsê hatîye wergerandin û wê jî sponsorîya wergerê kirîye.

KURDISTANA NÛ, M. S. LAZAREV, Y. Î. VASÎLYEVA, M. A. HASRATYAN, O. Î. JÎGALÎNA, ŞEKIROYÊ XUDO MIHOYÎ

Xebatên ku mirov dikare wek “kurdolojî”yê bi nav bike yan jî bixe nav çarçoveya kurdolojîyê li çend welat û navendên cuda dest pê kirine. Yek ji van welatan jî Rûsya ye lê ne bi tenê Rûsya welatên ku dikevin hînterlanda wê jî. Berhemên ku ji alîyê vê ekol an jî kevneşopîyê ve hatine afirandin heta niha kêm li kurdî hatine wergerandin. Ev berhem jî yek ji wan xebatan e û va ye li kurdî hatiye wergerandin û digihîje ber destên we. Pirtûk ji alîyê komek pispor (M. S. Lazarev, Y. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekroyê Xudo Mihoyî) ve hatiye nivîsandin ku ji alîyê raya kurdî ve tên naskirin û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Li Moskowê û endamê Akademîya Zanyarî ya Ermenistanê Şekiroyê Xudoyê Miho ji bo çapê amade kiriye. Ji sê beşan û heşt binbeşan pêk tê. Her çiqas navê Kurdistana Nû li pirtûkê hatibe kirin jî mirov dikare bibêje “dîroka kurdan a piştî Îslamîyetê” ye. Ev pêvajoya ku serdemeke nêzî hezar û pênsed salan digire nav xwe qonax bi qonax hatiye vegotin. Ji ber ku serdemeke têra xwe dirêj e, gelek bûyer û qewimîn tê de hene. Her beşek ji alîyê kesekî/ê ve hatiye nivîsandin.

Ji bo amadekirina pirtûkê ji gelek çavkanîyan sûd hatiye wergirtin, di beşa pêşîn de qala wan çavkanîyan û taybetîyên wan tê kirin û ew çavkanî di dawîya pirtûkê de li gor beşan hatine dayîn. Dîsa di dawîya pirtûkê de kronolojîyeke kû ji 637’an dest pê dike û bi 1999’an bi dawî dibe hatiye bicihkirin.

Di pêşgotinê de ji bo vê berhemê wiha tê gotin: “Xwedanên vê pirtûkê pirsdanînên mezintir û giranbuha datînin pêşîya xwe. Wana hewl dane îzbatîyên sereke, ku der heqê dîroka gelê Kurd a pirsedsalan de ne, li ber xwendevanan raxin. Ji bo pêkanîna wê armancê wan bi piranî xwe li serketinên di Kurdzanîya Rûsyayê û Yekîtîya Sovyetan de heyî girtine, ku hetanî van demên dawîn jî di Kurdzanîya cîhanê de pêşengî dikirin. Bêguman, ew berhem jî hatine xebitandin, ku ilmdarên welatên dereke der heqê Kurdan de nivîsîne.”

Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve ji Rûsî bo Kurdî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Lîsê jî pêşkêşî dîn û bala we dike. Şik û guman tê tune ku dê ji bo xebatên kurdî çavkanîyeke kêrhatî be. Bixwînin û bi xwe biryarê bidin ku kurd “sêwîyên dîrokê” ne yan na.

Kurdistana Nû, M. S. Lazarev, Y. Î. Vasîlyeva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna, Şekiroyê Xudoyê Miho. Wergera Ji Rûsî: Têmûrê Xelîl, dîrok, 180 rûpel, Weşanên Lîs 2018 , Amed

ISBN: 978-605-81408-9-9

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *