Vegera Barzanî ji Sovyetê ber bi welêt

Vegera Barzanî ji Sovyetê ber bi welêt

Me di 146 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê nivîseke ji berhema profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan yên bi sernivîsa Vegera ber bi welêtraberî we bikin, ku me ji pirtûka wî a zanyarî ”Merivê efsaneyî” ji rûsî wergerandîye kurdî.

Em dixwezin xwendevanên xwe hayadar bikin ku ev pirtûka delal bona çapê amade ye, wê zûtirekê bê weşandinê.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 147

Barzanî rast 5 salan li Moskvayê ma. Berbanga 14ê tîrmehê sala 1958an karmendê ji KM PKYS Voloşîn ji Barzanî ra got, ku li Îraqê qiralîyet hilweşîyaye û ji wê demê di jînenîgarîya Barzanî da rûpelekî teze vebû.

Barzanî 21ê tebaxê sala 1958an ji Moskvayê derket bi rêberîya Mîr Hec Axa û Esed Xoşewî berê xwe da Rûmînîyayê. Pişt ra Barzanî seredana Pragayê kir, û di îlonê da ji Pragayê berê xwe da Qahîrê. Li ser riya ber bi Kurdistanê M. Barzanî pêwendîyên xwe bi rêberên cihana erebî ra xurt kirin. Mustefa Barzanî 6ê cotmehê sala 1958an gihîşte Bexdayê.

Piştî vegerê Barzanî bi lez serokatîya Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê hilda destê xwe, ji ber ku ji bingehdanîna wê di sala 1946an da ew dihate hesibandin wek serokê wê.

7ê adarê sala 1959an hukumeta Sovyet biryar qebûl kir derheqa vegerandina mihacirên sîyasî yên Îraqê, ku bi esilê xwe va kurd in û li YKSS mane. Vegerandina wan danîne ser Komîtêya pêkanînê ya YRXS (Yekîtîya Rêxistinên Xaça Sor) ya KM PKYS. Gerekê 851 kesî vegerandana, ji wana 456 kurdên mêr bûn, 141 kes jî jin bûn, ku jinên kurdan bûn û hemwelatîyên Sovyet bûn, ku bi mêrên xwe ra tevayî li Îraqê bûn. Derheqa wan da rojnamevanê Sovyetî Pavêl Dêmçênko di bîranînên xwe da gelek caran nivîsîye. Gorî malûmatîyên wî, 128 jinên Sovyetî li Îraqê winda bûne. 254 zarên ji zewaca kurdan û jinên Sovyetî jî çûbûne Îraqê. Ewana 17ê nîsanê sala 1959an ji Odêssayê bi gemîya ”Grûzîya” berê xwe dane welatê xwe.

18ê nîsanê sala 1959an rojnameya ”Pravda”yê di gotara ya bi sernivîsa ”Lawên gelê Îraqê vegerîyane welêt” da bi van xetan va wê bûyerê raber dike: Îro gemîya ”Grûzîya” hate îskeleya Besrayê û kome welatparêzn kurd û malbetên wan anî welêt, ku ji Yekîtîya Sovyet vegerîyan

”BESRA. 17ê nîsanê (Nûçegihanê taybet yê ”Pravda”yê). Niştecîyên Îraqa Başûr bi heytehol çûne pêşîya gemîya Sovyetî. Ji Besrayê zêdeyî heyştê kîlomêtrî dûr, weke 150 qeyik çûne pêşyîê, ku tê da nûnerên rêxistinên civakî û xebatkarên îskeleyê hebûn. Bi dehan hezaran kes berevî ber kenar bûbûn, bona bi dilgermî vegera welatparêzan li welêt pîroz bikin, ku tevî serhildana dijî împêrîyalîstîyê ya di salên 1943-1946an da bûbûn.

Wê demê serhildan hemû warên kurdan yên li Bakurê Îraqê hilgirtibû nav xwe. Şervanên kurd bi serokatîya serekê eşîra “Barzan” MELA MUSTEFA BARZANÎ zêdeyî sê salan şerê dijî dîktator Nûrî Seîd kir. Piştî wê yekê, gava dagirkarên Îngilîs ku li welêt hukum dikirin, top, tank û balafir dane desteyên cezakar, wê demê desteyên şervanan mecbûr man paşda vekişin. Ewana bi şer gihîştine heta bakurê Îranê, paşê jî li Yekîtîya Sovyet mafê penaberîyê sitendin.

Nûnerê rêxistina Xaça Sor û Nîvhîva Sor ya Yekîtîya Sovyet, ku serokatî li vegera kurdan dikir, Konyanîn ji nûçegihanê we ra got:

”Bi gemîya ”Grûzîya” 459 kurd, herwiha 394 neferên malbetên wan, di nav wan da 255 zaro, hatine Îraqê. Di nav kesên vegerîyayî da zêdeyî 180 kes ser pêncî salî ra bûn”. Hevalê Konyanîn dema guh da derewên ajansên têlêgrafîyê yên welatên dereke derheqa wê yekê da ku xudêgiravî kesên rezadil û çek anîne Îraqê, got ku împêrîyalîst bêfeyde hewil didin hatina gemîyê bi awayê xwe şirove bikin. Kurdên ku bi gemîyê hatibûn, digotin ku wana di salên mayîna xwe yên li Yekîtîya Sovyet gelek zanebûn dest anîn. Ne axir ewana wextekê li Îraqê di rewşa bindestîyê û zêrandinê da bûn. Gelek ji wana nexwendî bûn. Niha zêdeyî 60 kesên vegerîyayî xwedî xwendina navîn û bilind in, du kes ji wana doktorên zanyarîyê ne. Welatparêzên Îraqê li Yekîtîya Sovyet ne tenê sitara sîyasî sitendin, lê herwiha pêşekê endezarîyê-çêkirçîyan, agronoman, mamostayan bi dest xistin. Gelê Sovyet bi mêvanhezî, bi biratî mihacirên kurd qebûl kir, alîkarîya wan kir, di hindava wan da xemxur bû.

Şoreşa sala 1958an desthilata bêbext ya Nûrî Sehîd ji holê rakir û kurd dane bawerkirin ku mafê wan wek yên hemû hemwelatîyên Komara Îraqê ya nûsazbûyî ye. Ewê yekê rê da mihaciran vegerine welêt.

Suleyman Hekîm Yasîn ji min ra got ka ew çawa bûye agronom û Înstîtûya Taşkendê ya malhebûna gund xilaz kirîye: ”Ez merivekî xwedî meslekê aştîyê me – Yasîn got – û ezê hemû hereketên xwe xerc bikim bona zanebûnên min li Yekîtîya Sovyet sitendine, karê ji Komara Îraqê a nûdamezirandî bînim. Armanca jîyana min a sereke şerê ji bo qewînkirina aşîtîyê û dostanîyê ye di nava gelan da”.

Lê rojnameya ”Îzvêstîya” 18.04.1959 ev gotar weşand:

Gelê Îraqê lawên xwe hembêz dike. BASRA. 17ê nîsanê (Nûçegihanê TASS). Duh gemîya Sovyetî ”Grûzîya” hate îskeleya Besrayê ya Îraqê, ku gelek welatparêzên kurd û neferên mala wan anî welêt, piştî ku zêdeyî 11 salan dervayî Îraqê mabûn.

Gelê Sovyet bi mêvanhezî welatparêzên kurd qebûl kir. Piştgirîya wana kirin, li karxaneyên Yekîtîya Sovyet kar dane wan. Firsenda zarên wan çê bû di dibistanên Sovyetî da bixwînin. Mihacirên kurd di nava 11 salan da di nav malbeta gelên Sovyetî da wek bira jîyan. Şoreşa 14ê tîrmehê sala 1958an gelê Îraqê ji zincîrên dagirkarîyê rizgar kir, rê ber wan vekir bona pêşketina milet û dêmokratîyê. Destûra nû, ku hukumeta Ebdil Kerîm Qasim amade kiribû, mafên kurdan û ereban di komara Îraqê a nûsazbûyî da misoger kir. Şoreş rê da welatperwerên kurd û neferên mala wan, ku li Yekîtîya Sovyet diman, vegerine welêt.

Jimara kurdên ku bi gemîya ”Grûzîya” ji Yekîtîya Sovyet hatin, 853 kes bû, jin, mêr û zaro. Ewana xwedî pêşekên cuda-cuda ne, ku wana di salên mayîna xwe yên li Yekîtîya Sovyet bi dest xistine. Wana hemûyan jî xwest vegerine Kurdistana ber dilê wan ezîz, bona bi şertên aşîtîyê da tevî karê pêşxistina gelê xwe û welatê xwe bikin.

Gelê Îraqê bi dilgermî diçe pêşîya mêvanên ezîz. Kolan û malên Besrayê hatine xemilandin. Ber derê hêwirgeha trênê bi gulên teze va hatine bedewkirin. Ji her çar alîyên welêt gelek dêlêgasyonên karmendên civakî hatine. Niştecîyên kurd qelfe-qelfe bi cilên miletîyê yên rengorengo va xêrhatina hemwelatîyên xwe dikin. Bi hezaran kes alayên miletîyê û pankartan va berevî ber kenarê Şett-el-Ereb bûne bona mêvanên qedirbilind ra bêjin hûn bi xêr hatine. Ser dirêjaya çend deh kîlomêtran gemîya Sovyetî ”Grûzîya” weke sed pêncî qeyik û keştîyên bi motor anîbû, ku di nav wan da binecîyên Îraqê hebûn û kêfxweşîya xwe bo hatina wana dîyar dikirin.

Li îskeleya Besrayê mîtîngeke pirmerivê hate derbazkirin. Bi hezaran kesan hemwelatîyên xwe silav dikirin. Bi awayekî fermî behsa dostanîya kurdan-ereban û Yekîtîya Sovyet tê kirinê, ku parastvanê eynsî yê ereban e û piştgirîya aştîyê û dêmokratîyayê dike.

Nivîsên çapemenîya bûrjûazîyê yên Roavayê ji serî heta binî derew in, ku xudêgiravî kurdên ”ji serî heta lingan çekdarkirî” ji Yekîtîya Sovyet hatine bona ”binecîyên Îraqê têror bikin”.

”Ji çapemenîya Sovyetî û welatên dereke ra bêjin,- yek ji kurdên vegerîyayî Qasim Seedî gote nûçegihanê TASSê,- ku împêrîyalîst û ajanên wan badilhewa buxdanan davêjine me. Em bi jin û zarên xwe ra tevayî ji Yekîtîya Sovyet hatine. Bira her kes bizanibe, ku çeka me a tek-tenê, ku me bi xwe ra anî,- ew dostanî û aşîtîya bi hemû gelan ra bû. Gelê Sovyetî yê dost alî me kir, ku em pêşekên xebata aştîyane di senayê û malhebûna gund da bistînin. Em vegerîyane welêt, bona bi birayên xwe yên kurd, ereb ra ji bo xweşbextîya welêt – Komara Îraqê kar bikin”.

Heta êvara dereng heyteholên bona vegera welatparêzên kurdan li welêt berdewam bû. Li her deran eşq û şahî bû, stiran û govend bû.

Îro berbangê kurdên ji xeîrîbîyê vegerîyayî bi malbetên xwe va gihîştine Mûsilê”.

Belê, pêşmergeyên Barzanî dû 12 salên zehmet ra ji Yekîtîya Sovyet vegerîyane welatê xwe – Kurdistanê. Li wir tevlihevîyên jîyanê li benda wan bûn, şerê ji bo bidestxistina mafên xwe qet nesekinî. Dû ra Enfala Seddam li benda wan bû[1], yê ku bû sebebê kuştina 180 hezar kurdan, piştî wê karaseta Helebçê qewimî, li wir di nava çend deqeyan da pênc hezar binecîyên kurd yên sivîl jîyana xwe dest dan.

Lê, gelê kurd hêvîya xwe winda ne kir, tu kesî nikaribû daxweza wan bo azadîyê ji holê rake! Lê dîsa jî kurdên beşa başûr ya Kurdistanê gihîştine armanca xwe: dewleta xwe a federal li Îraqê damezirandin. Bê şik, ruhê Barzanî yê nemir, dersên wî, bîranînên derheqa mêrxasîyên wî da û helwesta wî a neguherbar piştî mirina wî jî bo welatperwerên kurd bûye şemdan û rênîşandar, di şerê wan yê bo azadîyê û serxwebûna welatê xwe.

Riataza

[1] Enfal – navê surî yê projeya şerê bi niştecîyên kurd yên Kurdistana Başûr ra ye, ku di salên 1987-1989an da li Îraqê pêk hat. Wergera ji erebî navê projeyê «Dûgerîn» e. Gotina “Enfal” ji bo kurdên Îraqê eynî tişt e, çi ku bo cihûyan “Holokost“ e, ango gelkujî, kokbirkirin, gelkujî. Di encama gelkujîyê da bi tevayî, gorî hesabkirinên rêxistina Human Rights Watch û Amnîstîya Navnetewî weke 182 hezar kurd hatine kuştin an jî bê ser û berate winda bûne. Qedera piranîya wana hetanî ji ser text avîtina Seddam Huseyn ne zelal bû, tenê piştî wî li tevaya Îraqê goristanên kesên kuştî dîtin. Ji 5 hezar gundên kurdan 4 hezar ji binî va hatine hilweşandin, 700 hezar kes kirine hebisên îşkencekirinê û weke mîlyonek kes xwe li riya mihacirîyê girt.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev