Xecê û Sîabend

Xecê û Sîabend

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 147an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê destana “Xecê û Sîabend” ya di wê cîwarbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 147

 

Sîabendê Silîvî wextekê xortekî serê xwe bû, dêmek, ne dya xwe dî, ne bavê xwe.

Sîabendê Silîvî rastî dewletîkî hat, go: -Canim, dewletî minra dest nade, ezê rabim xwera hespekî bistînim, ezê xwera nêçîrê bikim.

Sîabendê Silîvî rabû serê Sîpanê Xelatê, xwera nêçîr dikir, go: -Gelo, çiqa êl nema, çiqa şeher nema, çûme, go, ez neçûme êla kurê mîrê ereba.

Rabû şivana pirsî, gavana pirsî, çû êla mîrê ereba, go: -Êla mîrê ereba, gelo ezê bivim mêvanê mala mîr yan bivim mêvanê mala mêrxasa; go , mîr hene parsû qalimin, ez navime mêvanê mîr, ezê bivim mêvanê mêra.

Sîabendê Silîvî bû mêvanê wanaye: xûşkeke wan hebû, navê wê Xecê bû. Heta sê roj, sê şevê wan temam nebûya, wana mêvana nedipirsîn “Mêvano, tuyê kuda herî, kuda bêyî”, deba şeherê wan usa bû.

Dilê Sîabend kete Xecê, dilê Xecê jî kete Sîabend. Xecê jî dergîstîa kurê mîrê ereba bû. Xecê go: -Ez kurê mîrê ereba, Sîabend; ezê xwera Sîabend bistînim, dilê min ketye Sîabend, ji xwera dibêje Sîabend.

Birê Xecê ser hesa-hesa ketin “dilê Xecê ketye Sîabend, o, welleh, emê Xecê bidin Sîabend, delalîya me heft birane, em nadin kurê mîrê ereba, çawa delalîya me heft bira Xecê zerîn”.

Sîabendê Silîvî rokê hevalêd wî ketine bîrê; rabû, çû çîyê, xatirê xwe ji heft bira xast, çû serê Sîpanê Xelatê.

Rokê nihêrrî bengzade, mirtiv wê hema pê ketine, hevanê wan tijî birince, xwera dikişînin.

Sîabendê Silîvî go: -Kurro, bengzade, hûn vî birincî ku tînin?

Go: -Çima tu nizanî? heyfa te, bedewya te, bejina te, vê siyarbûna te, here dewata kurrê mîrê ereba û Xeca zerê.

Got: -Mala min xiravbûyo, lê Xecê dest min çû.

Rabû siyar bû, berê xwe da êla mîrê ereba. Ez divêm ji xwera duşirmîş bû “Xecê dizîkava birrevînim. Na ezê herim orta dewatê, ezê te bivim, herkê na, ez te navim. Ez mêrê dizîyê nînim”.

Ro nîvro, gimîna heft def, zurnane. Sîabendê Silîvî da defçî zêrrek, go: -Eva ser serê Xecêra şabaş bidî.

Bengzade got: -Sîabend, tu dikî risqê me biqelînî? Risqê me ser êla mîrê erebane.

Bengzade şabaş kir, go: -Şabaş ser serê Sîabendê Silîvî Xeca zerîn, malî ava, zêrrek daye.

Cimaeta êlê çevê hev nihêrrîn. Sîabend ro nîvro da terkuya xwe, revand. Siyar siyar bûn, dû ketin, kirin, nekirin Sîabendê Silîvî hilnedan. Sîabendê Silîvî hate serê Sîpanê Xelatê, go: -Xecê, em ne gurin, ne hirçin, serê vî çiyayî bisekinin, xewa min tê, wekî tu çonga xwe daynî, ezê serê xwe bidime ser çonga te, hinekî razêm.

Sîabendê Silîvî serê xwe danî ser çonga Xecê, xewra çû. Xecê lê nihêrî çêlekeke gakûvî, heft boxê qizil wê dûne, ji xwera tên. Xecê boxekî stirû şikestî, çevekî kor, lingekî topal dît, wê heft boxê qizil wêda kirye, wê çêlek daye ber sîngê xwe ji xwera dibe. Dilê Xecê xirav bû, go: -Ev notla heft bira, ewê stirû şikestî, çevekî kor, lingekî topal Sîabende, wekî ji nav wana ez xilaskirim. Girya, hêsirek çevê wê ket ser sûretê Sîabend.

Sîabend lê nihêrrî, ne ewre, ne ezmane, go: -Xecê, dive tu poşmanî? Go: -Ser doşeka pêxember, tu dya minî, xûşka minî, min çawa tu anîyî, ezê te usa jî bivim, ez tu cara destê xiravîyê navême te.

Xecê go: -Sîabend, go, dilê min teda tunebûya, ez ji tera nedihatim, go, dilê min teda hebû, ez ji tera hatim, yekî notla kurrê mîrê ereba mêrê min bû, ez xatûna êlekê, dilê min teda hebû, ez ji tera hatim.

Sîabend go: -Neynesîya girîyê xwe ji minra bêje.

Go: -Neynesîya girîyê min ewe, wextê tu razayî, min lê nihêrrî çêlekeke gakûvî, heft boxê qizil wê dûne, ji xwera tên. Min boxekî stirû şikestî, çevekî kor, lingekî topal dît, wê heft boxê qizil wêda kirye, wê çêlek daye ber sîngê xwe, ji xwera dibe. Dilê min xirav bû, min go: -Ev notla heft bira, ewê stirû şikestî, çevekî kor, lingekî topal Sîabende, wekî ji nava wana ez xilaz kirim, dilê min xirav bû, ez giryam, hêsirek çevê min ket ser sûretê te”.

Sîabend go: -Xecê, ez Sîabendê Silîvî, te ez kirim hevalê boxekî stirû şikestî, çevekî kor, lingekî topal. Ku heve, ezê bikujim.

Sîabendê Silîvî rabû, da tîr û kevanê xwe, da dû gakûvî. Sîabendê Silîvî lê nihêrrî, çêlekê wê xwe daye ber zangekê, lê nihêrrî heft boxê qizil wê dûr sekinîne, boxê stirû şikestî nahêle nêzîkî çêlekê bibin. Tîr-kevanek avîtêda, go: -Ezê bikujim, şerjêkim. Box stirûyê xwe kire pêsîra wî, girt, zerêda avît. Heft boxê qizil çêlek xwera hildan, birin. Sîabendê Silîvî dara çakemê ket, sîngê wî ket, pişta pîlê wîra derket.

Xecê lê nihêrî Sîabend nehat, go: -Gelo Sîabend çima nehat? Ewê jî rabû da dû îza Sîabend, rêça Sîabendê Silîvî dît, wê gakûvî şerjêkirîye, Sîabend tune, lê nihêrrî wê nele-nelê Sîabend wê zerêda tê, ne rêye xwe bigihîne Sîabend, ne şirîte, dahêle, cinyazê wî zerê derxe. Xecê got:

-Sîabend, ev çi yeke te anîye serê xwe? Mala te xirav be.

Wêderê Xecê û Sîabend îja wê kilamekê bêjin.

 

Xecê go: -Sîabendo, ha Sîabendo!

Merûmo, ha Sîabendo,

Çîyaê Sîpanê Xelatê min dîye mij û dûmane,

Berf dibare, malxiravo,

Baranê pêra-pêra gûze-gûze,

Kê dîye, kê emira bînaye,

Nêçîr rave nêçîrvanê xwe bikuje.

 

Sîabend go: -Xeca min, megirî, megirî,

Delala min megirî.

 

Xecê go: -Sîabendo, Sîabendo!

Min go were meçe

Nêçîra gakûvîya,

Nêçîr mêrê camêrra bê waye.

 

Sîabend got: -Xecê megirî, delalîya min megirî,

Heyfa min nayê canîya mine canik,

Heyfa min tê çevê teyî belek,

Surra Sîpanê Xelatê nepake,

Sûretê tera xirabe.

 

Xecê go: -Sîabendo, Sîabendê Silîvî!

Min go, tîrkevanê xwe hilnade,

Navê wî gakûvî.

 

Sîabend go: -Xecê, wekî dilê te usa ser min dişewite,

Tu minra bîne şirîtê heft malane,

Kezîyêd heft zeryane

Serê reşkezîya bialîne,

Gazî xwedê û mêrake,

Bê “xwedê cara îcarin

Sîabendê Silîvî şaxê Sîpanê Xelatê

Tevî komê hevala min vegerîne”.

 

Xecê go: -Sîabendo, merûmo!

Ne bihare, wextê koçerane,

Xeca qirrikê ji kêderê bîne

Şirîtê heft malane,

Kezîyêd heft zerîyane,

Teze Sîabendê Silîvî tevî komê nêçîrvana

Ji xwera ku bivîne.

 

Xecê go: -Gakûvîyo, agirê kulê konê xweyê te keto!

Te stirûyo li piçûko,

Qam-qanatê mino,

Şaxê stirûya bilarûko,

Te ji hev qetandîye destê zeva û bûko.

 

Sîabend go: -Xecê, Xeca mine delalî,

Delalîya heft biranî,

Paşî heft bira

Delalîya Sîabendê Silîvî eynî xweyî.

 

Sîabend go: -Xecê, gunê min stuyê dê û bavê teve,

Timê nêçîrvanê şaxê Sîpanê Xelatê tên û diçin,

Wê pirsa min ji te bikin,

Wê bêjin: “Xecê, ka Sîabendê te?”.

Bê: “Sîabendê Silîvî cenûke nivzînî siyare,

Wê şaxê Sîpanê Xelatê tayê karê karxezala digerîne.

 

Xecê go: -Gakûvîyo, gakûvîyo!

Te stirû li mezino,

Qasî rojê salê

Sêsidûşêstûşeş şax stirûyê te çûyo,

Teyê serê Sîpanê Xelatê nava nîvro,

Teyê ji hev qetandîye destê mêr û jino.

 

Sîabend go: -Xecê, bese ser min bigirî,

Xêra min ji tera tune,

Rabe gaz û bêlanê bilind keve,

Rabe, belkî canfirî her heft birê xwe bivînî.

 

Xecê lê nihêrrî du birê wê pêra derketin,

Lê nihêrrîn Xecê sîyê neçûye tevê,

Wê ser çevê xwe qelaştine, xûn kirine,

Gotin: -Xecê, kanê Sîabendê Silîvî?

 

Xecê şerma xwe xeber neda, lê nihêrrî nele-nelê Sîabend wê zerêda tên. Bira go: -Sîabend! Eva çi yeke te dest daye, xêra xwedêra seva xatirê Xecê, em heft bira bûna, em dewsa te bûna, ne tu vî halîda bûyayî.

Sîabend gote bira: -De hûnê divînin…

Wêderê xûşka xwe hilanîn, anîn hatin, wêderê hespê Sîabend hilanîn.

Xûşka wana rêva duşirmîş bû, Xecê “Teze ezê ser êla kurrê mîrê erebara, teze ezê herim Sîabendê Silîvî çêtir bivînim, heqe, ez hema birê xwe bixapînim, xwe bavêjim zerê”.

Xecê xirxalekî lingê xweyî zêrrîn girt avît, go: -Bira, xirxalê lingê min ser zerê maye, go, ezê herim nava birû-bijangada, ezê herim bînim, bêm.

Xecê xwe gîhande Sîabend, go: -Sîabend, xwe bide alîkî, ezê xwe bavêjim, birînê te nekevim, bira birînê te neêşin.

Sîabend got: -Tu bidî xatirê xwedê û mêra, min kirye, tu nekî.

 

Wekî Xecê rabû, Xeca dîne,

Ber çevê belek dişidîne

Şera zere.

 

Ewê jî xwe avîte dara çekemê xist. Sîabend go: -Xwedê, wekî hubîya meyê firî dilê hevdu.

 

Meha gulanê bavêjî serê zerê,

Nêçîrvanê şaxa Sîpanê Xelatê bên, herin,

Bê “Yek Sîabendê Silîvîye,

Yek Xeca Qelenderîye”.

Bira hatin, lê nihêrrîn, wê xwe avîtîye zerê…

Got: Egîtê Emir, ji gundê Heko, li ser nehya Talînê, 26 salî, şivane, nexwendî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *