Hiqûqa Pêwendiyên Partiyên Kurdistanê û Helwesta PKKê ya Hiqûqnenasî

Hiqûqa Pêwendiyên Partiyên Kurdistanê û Helwesta PKKê ya Hiqûqnenasî

Îbrahîm GÜÇLÜ, sîyasetmedar

 Gorî baweriya min, hiqûqa di navbera rêxistinên Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê de mijareke gelek girîng û stratejîk e. Ev mijara bi avabûna hiqûqa welêt û tevayî re dibe rê û rêbaz. Ev hiqûqa, di heman dem de dibe sedem ku li Kurdistanê hiqûqeke civakî û demokratîk jî ava bibe; an nebe.

Berpirsiyarê PKKê Egîd Kelar di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, şerê wan ya Dewleta Tirk, rola PKKê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Ew daxuyaniya bir her awayî xeter,  destwerdankar, hegemonîk, ji hiqûqa parçeyan re rêz negirtiye.

Loma jî divê em carek din pêwendiyên rêxistinên Kurdistanê û pêwendiyên rêxistineke parçeyekê bi parçeya din re jinûve analîz û şirove bikin. Di derbarê ev mijara stratejîk û girîng de bîrûreyên xwe zelal bikim.

Pişt re jî nerînên PKKê û jiyana PKKê di derbarê vê mijarê de çi diyar dike, vê yekê zelal bikin.. .

 

RÊXISTINÊN KURDISTANÊ DIVÊ JI HIQÛQA HEVÛDÛ RE RÊZDAR BIN Û AVAKIRINA HİQÛQA WELÊT DE ÇÊKER BIN…

 Kurd, li Rohilata Navîn neteweyeke kevn e. Kurd miletek in. Neteweya kurd jî li beşek erdnîgara Rojhilata Navîn cîwar bibû. Welatê wan jî Kurdistan bû. Hezar mixabin pişt re welatên kurdan Kurdistan ji derveyî îradeya wan bi îradeya derve, erdnîgaran wan, welatên wan bi destê Împaratoriyên dagirker û kolonyalîst hat parçe kirin. Di sala 1639an de encama Peymana Qesrî Şêrînê Kurdistan di navbeyna împeratoriya Osmnanî û Farsî de bû du beş .

Parçebûna Kurdistanê li wir jî nesekinî, Piştî Şerê 1-emîn Ya Dinyayê encama Peymana Lozanê bi destê dewletên mezin yên emperyalîst û dewletên kolonyalîst yên herêmî bû çar parçe.

Perçebûna Kurdistanê, neteweya kurd jî parçe kir. Parçebûna netaweya kurd, parçebûna jiyana wê ya civakî, siyasî, aborî, eşîretî, erdnîgarî, aqil jî parçe kir.

Loma jî kurdan, ji hevûdu dûr jiyanek domandin. Di bin dagirkerî û kolonyalîzma dewletên cûda cûda de jiyaneke cûda rêxistin, pêşvebirin. Di heman dem de ev yeka bû sedem ku hêjayiyên milî yên neteweya kurd qerekter û qalibekî din qezenç bike.

Wv parçebûna Kurdistanê bû sedam, ku li tevayî Kurdistanê tevgereke milî ya mişterek jî ava nebe. Li her beşekî Kurdistanê tevgerek cûda ya milî hat ava kirin û hat rêxistin. Li her parçeyekê serokên cûda yên milî çêbûn. Li her parçeyeke Kurdistanê rêxistin û partiyên cûda ava bûn.

Dîsa ev parçebûna Kurdistanê û neteweya kurd bû sedem ku li her beşekî Kurdistanê hiqûqeke cûda biqewime û li tevayî Kurdistanê hiqûqeke hevbeş ava nebe. Di navbeyna hemû parçeyan de hiqûqa eşîretî ya civakî domand.

Li her parçeyeke Kurdistanê guhertina civaka kurd bi proseseke cûda pêş ket û qewimî.

Li her parçeyekle Kurdistanê sîstemeke aborî ya cûda ava bû. Lê bi awayekî ji derveyî hiqûqa fermî ji aliyê tîcarî de bi taybetî jî li sînorên Kurdistanê danûstandın pêk hatin.

Li her parçeyeke Kurdistanê çandeke cûda ya siyası çê bû. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di bin tesîra çanda siyasî ya dewlet û neteweyên serdest û kolonyalîst de man.

Heta mirov dikare bibêje ku ji bona her parçekî, ji derveyî çanda giştî ya kurd, çandeke her parçeyekê derket holê.

Li Kurdistanê yekîtiya ziman çê nebû. Zaravayên Kurdî ji hevûdu dur ketin. Heta di navbeyna devokên herêman, bajaran, bajerokan, gundan, eşîretan de jî fergên mezin qewimîn.

Loma jî di her qadê de divê pêwendiyên her parçeke Kurdistanê taybet bin.

Di peywendiyên her çar parçeyan de tevgerandineke hevbeş, di eynî qerekterê de nabe.

Bi taybetî jî pêwendiyên siyasî yên çar parçeyan, partî û rêxistinên her parçeyan divê xwediyê taybetiyekê bin. Ji hevûdu re rêzdar bin, ji heq û hiqûqê hevûdu re rêzdar û xessas bin.

Di pêwendiyên rêxistin û partiyên Kurdistanê de divê wekheviyek û piştgiriyek hebe. Partî û rêxistinek destwerdana rêxistina parçeyekê din neke.

Her parçeyek ji serokên parçeyên din re rêzdar be.

Rêxistin û partiyeke Kurdistanê li beşekî din daxwaza hegemonya, desthilatdarî, serwerî neke.

Dema ku partiyên Kurdistanê ji van pîvan û hiqûqê re rêzdar nebin, di navbeyana wan de şer derdikeve. Ceribandina Kurdistanêr jî vê yekê ji me re nîşan dide.

 

PKK LI DIJÎ HIQÛQA MILÎ YE Û HEGEMONÎK E… 

PKKê li Tirkiyeyê li hemberî Tevgera Milî ya Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê, ji bona ku neteweya kurd ji armanca dewletbunê dur bikeve wek projeya dewletê hat ava kirin.

PKKê gor vê armancê jî tevgeriya. Hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê dijmin îlan kir. Ji bona ku van rêxistin û partiyan tasfiye bike, hewl da û çek bi kar anî. Bi sedan kurdperwer û endamê partiyên Kurdistanê  şehîd kir û kûşt. Di nav PKKê de bi hezaran kurdperwer înfaz kir.

Di destpêkê de dihat zanîn ku PKKê bes ji bona Bakûrê Kurdistanê wek projeyekê ava bûye. Piştî demekê, bi taybetî jî piştî ku PKKÊ bi Dewletên Îran û Iraq û Sûriyeyê re danûstandin kir, ji bona Tevgera Milî hemû parçeyan bû xeter, li ser navê wan dewletan xebat kir. Li hemberî rêxistin û partiyê Kurdistanê şer îlan kir.

PKKê rêxistin û partiyên Kurdistanê, serokên wan rewa qebûl nekir. Li hemû Parçeyên Kurdistanê daxwaza hegemonyayê, desthilatdarî, serwerî kir.

PKKê encama ev siyasetê li Başûrê Kurdistanê  êrişî PDK û YNKê kir. Bi hezar pêşmergê encama vê erîşê hat kûştin. Pişt re jî  bi piştgiriya rêjîma Baasê û Seddam gelek gundên Kurdistanê dagir kir. Beriya 2017an jî Şengal, li ser navê rejîme dagir kir. Li wir bi DAEŞê re tifaq kir.

PKK, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê derket. Ji îşgala Kerkukê û gelek bajerokan re piştgirî kir.

Li Başûrê Kurdistanê bi hêzên tarî re di nav tifaqên gelek qirêj de ye.

Li Rojavayê Kurdistanê dagirker e. Ji îradeya neteweya kurd re rêzgirtî nîne. Her roj êrişî hêzên Kurdistanê û ENKSê dike.

Li Rojhelata Kurdistanê li hemberî rêxitinên wê parçeyê û tevgera milî asteng e. Girêdayî xwe  ser navê  rêxistin, PJAK ava kiriye.

 

PKK, RÊXISTIN Û TEVGEREKE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NÎNE…

 PKKê xwe ji berê de wek rêxistin û tevgereke Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Di van rojên dawî de  daxuyaniya berpirsiyarên PKKê vê yekê careke din bi zelalî diyar dike.

Ji fermandarên HPGê Egid Kelar  di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê  û şerê dewleta Tirk û rolê PKKê li Kurdistana Başûr daxûyaniyek da. Li gora ANFê Kelar dibêje: Armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û tenê PKKê dike hêcet. Kelar dibêje ku, hevalên me ji biharê û vir ve li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê diparêzin.

Berdewamiya axavtina xwe de Egid Kelar dibêje: PKK di heman demê de tevgereke ji Başûrê Kurdistanê ye. Kes nikare vê înkar bike. Heval beşdarî şerê Celewla bûn, ji bo azadkirina Celewla li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Li Kerkûkê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û li wê derê hevalên me şehîd jî bûn. Li Şengalê hevalan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û niha jî berxwedan dewam dike ji bo gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê. Yanî PKK di heman demê de hereketeke Başûrê Kurdistanê ye. PKK ne tenê ya Bakur e, PKK her wiha ya Başûrê Kurdistanê ye. Nabe ku bê înkarkirin ku PKK tevgereke Başûrî nîne. Îspat bû ku PKK tevgereke Başûrê Kurdistanê ye. Kengî êrîş li ser Başûrê Kurdistanê bû, PKK’ê Başûrê Kurdistanê parast.

Egîd Kelar, di dawiya axevtina xwe de dibêje: Kesên ku xwe weke pêşmerge bi nav dikin, çawa ku li Celewla, li Kerkûk û Şengalê li cem hevalan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, divê niha li gel gerîla li dijî dagirkeriya Tirk jî şer bikin. ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê niha gelekî cuda ye.

Ji berî her tiştekî divê mirov bide xûyakirin ku, PKK ne tevgera Başûrê Kurdistanêye û tenê.”

Lê gelek aşkere ye ku PKKê rêxistin û tevgereke Başûrê Kurdistanê nîne. Di esil de PKKê rêxistineke kurd û Kurdistanê jî nîne.

“Bi saya serê Başûr heta niha kariye jiyana xwe berdewam bike. PKK nêzikî 500 gund li Başûr dagir kiriye û rê nade ku xelkê deverê gundên xwe ava bikin û hatin çûyinê bikin. Eger PKK ne li Kurdistana Başûr bûya Tirkiye tu cara nedikarî êrîşê vê deverê bike. PKK sedema yekemine ku berê Tirka dide Kurdistana Başûr û dibe sedemê zererek mezin digihê xelkê sivîl yê deverê.

PKK dema pêwist li dijê peşmerge sekiniye û herî dawî hevpeymaniya xiyaneta 16ê Oktoberê kiriye. PKKê li dijê pêşmergeyan li gel Milisên Şîe hevalbendi kiriye û heta nihajî li devera Şingalê berdewam dike.

Rastiya xwe de pêwistiya Başûr tuneye ku PKK bergiriyê li wan bike. Bila nebe sedemê êrîşa tiştek din jê nayê xwestin.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *