Pirtûkeke berserîya: “Kurd: Dîrok û Dema Nû”

Pirtûkeke berserîya: “Kurd: Dîrok û Dema Nû”

Mustefa Kilicaslan

 

Meha borî kitêba kurdê akedemîkê li Qazaxistanê dimîne, doktorê fîlolojîyê Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv gihîşte ber destê min. Pirtûk wek 2 cildan çap bûye û bi navê “Kurd: Dîrok û Dema Nû I” û “Kurd: Dîrok û Dema Nû – Mîrata Kurda a Çandî II” ji nav weşanên ”Doz”ê li Stembolê derketîye.

 

Naveroka pirtûkê bi kronolojîya dîroka kurdan destpê dike û ser çend teorîyên dîrokî-çandî yên afirandina kurdan dewam dike û dikişe tê ser coxrafîya, cimaet û malhebûna wan. Nivîsakerê pirtûkê bi xebateke hûr e kûr ser 4 parçeyên sereke yên Kurdistanê bi çavekî zanyarî lêkolaye û bûyer – qewmandinê sedsala 20an raxistîye ber çavan.

 

Di gel vê mijara pirsa kurdan da jî ya di rûpela dîrokê da bi sedan çavkanî berhev kirîye, bi awayekî kurt, lê bi naverokeke dagirtî va pêşkeşî xwendevanan kirîye. Kesên ku bixwazin ser dîroka kurdan tiştan hîn bibin ra, mirov dikare bê minnet vê berhema akademîk pêşniyar bike.

 

Mamoste Kinyaz wek kurdekî Sovyêta berê, li ser kurdên Rûsiyayê, Kavkaziyayê û Asîya Navîn jî gelek zanyarîyên balkêş daye kivşê û gelek salan xwe daye ku ev xebat derkeve ber ronkahîyê.

 

Di cildê 2an a pirtûkê da jî bi giranî ser erf-edetan, dengbêjan, kinc-bergan, xwarin û bawerîyê kurdan, û ziman û wêjeya kurdan sekinîye. Behsa destanên kurdan kirîye, navê gelek nivîskar û şayîrê kurdan daye û derheqê wan malûmatên girîng nivîsiye. Navê wan nivîskarên daye nasîn hê jî li ba me xerîb in û nebihîstî ne wek: Keremê Reş, Nado Maxmûdov, Temirê Sadiq û çendekê mayîn.

 

Di pirtûka cildê 2an da beşeke bala min here pir kişand heye bi navê “Pêwendiyê Edebiyata Cihanê û Ya Kurdî” . Di wir da behsa 2 nivîskarên ku ser têmaya kurdan û Kurdistanê nivîsîne dike û pey ra jî 2 nimûnan li ser zêde dike. Ev herdû nimûne bi wergera Têmûrê Xelîl ji rûsî bi awayekî pir wêjeyî û bedew hatine tercime kirin li kitêbê hatine danîn: Ya yekê çîrok “Xortanî û Kaltî” ya Îvan Bunîn e ser têmaya kurdekî ye û ya duda jî romana “Rêwîtîya Erzurumê di dema gera sala 1829an da” ya Aleksandir Pûşkîn ê mezin e ku behsa kurdên êzdî dike.

 

Wek gotina dawî şabûneke gelek mezin e kurdekî akademîk bi dilekî welatparêzî ev kitêba qalind a nezîkî 800 perî, piştî xebateke dûr-dirêj û bi zimanê heta bêjî akademîk – zanyarî nivîsîye û ragîhandiye bona miletê xwe. Lazim e kitêbine wiha bibine “berserî” ya her kurdekî.

Careke din mala te ava Mamoste Kinyaz!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *