Qamişlo: “Mihrecana Çîroka Kurdî ya pêncemîn” bi dawî bû

Qamişlo: “Mihrecana Çîroka Kurdî ya pêncemîn” bi dawî bû

Ferîd Mîtan

Di 3’yê tebaxa 2018’an de, Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” li dar xist.

“Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” ku 13 çîroknivîsên deverê bi çîrokên xwe tê de beşdar bûbûn, 5 rojan dom kir û di roja dawîn de (07.08.2018) “Komîteya Nirxandinê” ragihand ku çîroka “Mamoste Jî Dişibin Hev” a çîroknivîs Qadir Egîd baştirîn çîrok e; ji lew re nivîskar Qadir Egîd “Xelata Fu’ad Temo” ya “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” wergirt.

Lehengê çîroka “Mamoste Jî Dişibin Hev” zarokekî koçber bi navê “Qenco” ye ku şêraniya zarokan li kuçe û kolanên Hewlêrê difiroşe, da ku debara malbata xwe pê bike. Nivîskarê çîrokê bi honaksaziyeke nûjen, êş û azarên zarokên koçber di evê çîrokê de vedibêje.

Hêja ye mirov bi bîr bixe ku “Mihrecana Çîroka Kurdî” ji sala 2014’an ve ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriye ve li Qamişloyê tê lidarxistin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *