YÛRÎ NABÎÊV: KONFERANSA MOSKVAYÊ YA FNDK BÛ DEWRANEKE NÛ BO SAZBÛNA DIYASPORA KURDAN YA HEMCIHANÎ

YÛRÎ NABÎÊV: KONFERANSA MOSKVAYÊ YA FNDK BÛ DEWRANEKE NÛ BO SAZBÛNA DIYASPORA KURDAN YA HEMCIHANÎ

Birêz Yûrayê Şamil, pirsa min a pêşin gelek zelal e: We bo çi navê rêxistina xwe guhart? Ew hatibû sazkirinê wek Kongreya diyasporayên kurdan, lê niha navê wê bû Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan.

 

Bersîva pirsa te gelek sade ye: Navê niha diha li wê rêxistinê tê, ku me berî du salan saz kiribû. Wek hûn zanin, bingehdarên wê diyasporayên kurdan yên ji welatên Sovyeta berê bûn – ji Rûsîyayê, Ermenîstanê, Qazaxistanê, Qirgizistanê, Azirbêcanê, Gurcistanê. Li konferansê herwiha diyaspora kurdan ya Bêlorûsîya jî kete nava wê. Ez wê jî bêjim, ku hema ew diyasporayên kurdan bûn, ku bûne teşkîldar û sponsorên derbazkirina konferansê. Fînansekirina konferansa li Moskvayê kîsî rêxistinên ku dikevine nava FNDK da bû.

Hûn çi dikarin bêjin derheqa sebebên derbazkirina konferansa Moskvayê da?

 

Konferansa buhurî derheqa rol û pirsdanînên diyasporayên kurdan di dewrana nû da bû. Wek em zanin, îro weke 10 mîlyon kurd li diyasporayê dimînin, ku di rûyê bûyerên bedbext yên sed salên dawî da di nava jîyana gelê me da bûne, di nav wan da gelkujî û kokbirkirina gelê me. Eger em wan kurdan jî bihesibînin, ku li Stembolê, Tehranê, Şamê, Bexdayê, Xorasanê, Anadolîyê û li warên din dimînin, wê demê em dikarin bêjin, ku weke nîvê gelê me dervayî welatê xwe Kurdistanê dijî, li diyaporayê ne. Û di van salên dawî da aktîvîya kurdên diyasporayê gelekî xurt bû, xwesma, dema rêfêrêndûma sala par. Wî çaxî bona piştgirîkirina serxwebûna Kurdistanê li gelek welatan meş û xwepêşandin derbaz bûn. Ez wê jî bêjim, diyasporayên kurdan her yek ji wan xwedî taybetmendîyan in, lê hemû jî herdem pêşda diçin û bi hêz dibin.

Mesele, diyaspora li Swed pir xurt e. Li Parlamentoya Swed 6 parlamentarên kurd hene, komên sportê hene, dersdayîna bi zimanê kurdî heye, weşanên radyoyê hene. Diyaspora Qazaxistanê jî pir xurt e, ku dikeve nava Assamblêya gelên Qazaxistanê, ku serokkomar Nûrsûltan Nazarbayêv serokatî lê dike.

Lê hemû diyaspora jî her yek bi serê xwe kar dike. Û îro bona xurtbûna wana lazime em wek destpêk hereketên wan bigihînine hev. Û konferansa derbazbûyî gava pêşin ya ciddî bû li ser wê rê. Ne tenê nûnerên diyasporayên kurdên Sovyeta berê tevî xebata wê bûn, lê herwiha serekên rêxistinên kurdan yên Fînlandîyayê, Swedê, Fransîyayê, Almanîyayê, Bêlgîyayê, Hollandîyayê û welatên Awropayê yên din. Lê di van rêxistinan da jî bi dehan rêxistinên kurdan hene.

Li konferansê mêvanên ji perçeyên cuda-cuda yên Kurdistanê, nûnerên partîyên sîyasî û dayîreyên dewletan hebûn. Ji bo nimûne, ji Kurdistana Başûr nûnerê fermî yê Mesûd Barzanî Zukrî Mûsa hatibû. Hukumeta Kurdistanê jî nûnerê xwe Dîyar Mizûrî şandibû. Nûçegihanên hemû kanalên têlêvîzyonê yên kurdan hatibûn, ku ji konferansê bi awayekî zindî weşan dikirin. Di nav amadekaran da dostên me yên ji Rûsîyayê, nûnerên diyasporayên ermenîyan û cihûyan  jî hebûn. Xênji wê, gelekan ew yek destnîşan kirin, ku konferans ji sedî 90 bi zimanê kurdî derbaz bû. Berî destpêka konferansê temaşegeha têkoşîna kurdan dijî Daîşê (li Rûsîyayê hatîye qedexekirin) hate vekirinê, ku li gelek welatan hatîye nîşandan û hatîye xelatkirin. Beşa wê ya pir derheqa wê bedbextîyê da ne, ku hatîye serê êzdîyên Şengalê.

Wek hûn zanin, konferans 4ê tebaxê derbaz bû, lê rojekê berî wê sersalîya qirkirina êzdîyên Şengalê bû. Û serokê konferansê, akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv deqeyeke bêdengîyê îlan kir bona bîranîna şehîdên Şengalê. Bi tevayî, têma gelkujîyê di rojeva konferansê da yek ji têmayên sereke bû. Xemila konferansê tevgelîya sosîologê tirkayî binavûdeng Îsmaîl Bêşikçî û xeberdana wî bû li konferansê, yê ku bona parastina mafên gelê kurd 20 salên jîyana xwe li hebisan derbaz kirîye.

Li Konferansê we derheqa çi da xeberda, ser kîjan pirsan zêde sekinîn?

 

Di rojeva konferansê da pirsdanînên diyasporayên kurdan yên civakî-sîyasî, çareserkirina pirsgirêkan û karê paşerojê hatine guftûgokirinê. Beşa konferansê ya pêşin da silavname hatine xwendinê, ku ji wana ya here balkêş û ber dilê her kesî giranbuha Beyannameya taybet ya rêberê gelê kurd Mesûd Barzanî bû, ku nûnerê wî yê taybet Zûkir Mûsa xwend. Silavname herwiha ji hukumeta herêma Kurdistanê jî hebû. Nûnerê Partîya Azadîya Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê Mumtaz Aydîn, nûnerên kurdên Rojava û gelek kesên din xeberdan. Di beşa duduyan da nûnerên diyasporayên kurdan, herwiha rêxistinên zanyarî-civakî xeberdan, wek nimûne, serokê Înstîtûta Kurdistanê û Rohilata Nêzîk Bekir Şah Muhemmed, serokê Înstîtûta lêkolînên li ser dînê êzdîyan Yûra Dasinî û yên din. Herwiha nûnerên diyasporayên kurdan yên welatên Awropayê jî xeberdan.

Pirsên gelek giring hatine minaqeşekirinê, yên wisa wek pirsên pêşîgirtina bişavtin-asîmîlyasyonê û bi wê va girêdayî dersdayîna zimanê kurdî bo gencan. Biryar hate qebûlkirinê ku kûrsên zimanê kurdî yên bi cûrê on-line amade bikin û ew kar êdî destpê bûye. Ew îdêyake gelek balkêş û di wextê da ne û emê hewil bidin wê pêk bînin. Nûnerê Qirgizistanê Şêx Remezan pêşnîyar kir dîroka ”Kurdistana Sor” û mihacirîya kurdan ber bi Rûsîyayê lê bikolin.

Biryar hate qebûlkirinê komekê saz bikin, ku wê bi wî karî va mijûl be. Îdêayên balkêş hatine raberkirinê bona pêkanîna projeyên bazirganîyê, ku ew karê wan rêxistinan fînanse bike. Û pêkanîna wan êdî destpê dibe.

Bira wek pesin neyê qebûlkirinê, konferansa me ya Moskvayê bû bingehdara damezirandina rêxistineke diyasporayên kurdan ya hemcihanî û kedeke mezin kire nava sazkirina mêkanîzma koordînasyakirina karên diyasporayên kurdan li erafê navnetewî. Lê 25ê îlonê sala 2018an hatîye plankirin civîna bingehdar ya Konfederasyona diyasporayên kurdên Awropayê derbaz bikin, ku wê diyasporayên kurdên Sovyeta berê jî bikevine navê. Herwiha pêşnîyarek hate amadekirin û dane hukumeta Herêma Kurdistanê, ku di destpêka sala tê da li Hewlêrê Kongreya Hemcihanî ya diyasporayên kurdan bidine derbazkirin.

Em hemû zanin, ku li her çar perçeyên Kurdistanê gelek partî hene û gelek caran ew li hev nakin. Lê diyasporayên kurdan ji nûnerên hemû perçeyên Kurdistana û hemû dînên bawermendîyê têne sazkirin. Bi vî awahî diyaspor ne tenê li berjewendîyên Başûr, Rojava, Bakur, Rohilat, an jî yên musulamanan û êzdîyan difikirin, lê li berjewendîyên tevaya milet difikirin.

Li konferansê û dema bêhnvedanê gelek rasthatin û sohbetên balkêş qewimîn. Bo nimûne, derheqa wê yekê da hate gotinê, ku gorî hiqûqa navnetewî pirsgirêka kurdan tune. Pirsgirêka hundurîn ya Bexdayê-Hewlêrê li Îraqê, têrorîzmê li Tirkîyê heye, lê pirsgirêka gelê kurd bi serî xwe tune. Û tenê bi riya diyasporayê pisgirêka kurdan dikare li ser dereceya navnetewî bê raberkirinê.

 

Li rasthatina Moskvayê nûnerên welatên dereke amade bûn. Hûn zanin, ku niha Rûsîya di çi rewşa navnetewî ya taybet da ne. Gelo berjewendîyên wê di hevkarîya bi diyasporayên Sovyeta berê di çi da nin û gelo kara hevkarîya rêxistinên kurdên me bi kurdên Roavayê ra çi ye?

 

Min gelek caran destnîşan kirîye, ku diyaspora kurdan ya Sovyeta berê ya here kevin e, ewê di karê parastina zimên, erf-edetên miletîyê û çanda kurdî da roleke mezin lîstîye, lema jî qedirê wê gelek bilind e.

Em bêne ser berjewendî û armancên herdu alîyan. Îro kurd li Rohilata Nêzîk roleke mezin dilîzin. Bi wê ra tevayî, li cihanê diyaspora kurdan ya pir mezin saz bûye. Û niha ne tenê koordînasyon lazim e, ku me derheqa wê da li jorê xeberda, herwiha rasthatin û hevkarî pêwîst e. Ew jî yek ji armancên hatina mêvanên me ye. Ez wê jî bêjim, ku ew nûnerên diyasporayan, ku bûbûne mêvanên konferansa me, wê tevî civîna bingehdar ya li Brûssêlê jî bibin. Ewê 25ê îlonê derbaz bibe.

 

Li konferansê nûnerên fermî yên Kurdistana Başûr jî amade bûn, ku heta niha dewleta kurdan ya tekane ye, rast e, dewleta bi cûrê federal. Gelo ewana ji bo fermîyetê hatibûn, yan sebebên hatina wan yên din jî hene?

 

Amadebûna kurdên welatên Awropayê, herwiha nûnerên Mesûd Barzanî û hukumeta herêma Kurdistanê ne bona formê bûn. Vira meriv dikare sê tiştên cuda bike. Ya pêşin ew e, ku îzbat bû diyaspora kurdan ya Sovyet berê xwedî hurmeteke mezin e. Ya duduyan – faktora Rûsîyayê, rola wê êêi Rohilata Nêzîk, ku ji bo Hewlêrê gelekî giring e. Ez wê jî bêjim, ku qebûlkirina dêlêgasyona tevgelên konferansê li ser dereceya cîgirê wezîrê karên der yê Rûsîyayê û nûnerê taybet yê serokkomarê Rûsîyayê alîyê pirsên Rohilata Nêzîk Mîxaîl Bogdanov da îzbata wê yekê ye, ku hewcedarîya herdu alîya bi hev heye û pêwendîyên Hewlêr û Moskvayê pir giring in. Bi bawerîya min konferansa me bawerîya Hewlêrê xurt kir, ku li Rûsîyayê diyaspora kurdan ya bi hêz heye, ku gerekê pê ra bikevine pêwendîyan.

Rasthatina tevgel û mêvanên konferansê bi parlamentarê Dûma Rûsîya Federal, ewledê miletê me Zêlîmxan Mûsoyêv ra pir balkêş û kêrhatî bû.

Tevgelên konferansê 5ê tebaxê baqên kulîkan danîne ber wî textê bîranînê li Moskvayê, ku rêberê kurdan yê mezin Mustefa Barzanî li wir maye. Ew kevirê bîranînê nîşana qedirgirtina rêberê kurd û pêwendîyên dostanîyê yên Rûsîyayê ye bi gelê kurd ra. Derheqa vê yekê da mêvanên konferansa me hemfikir bûn.

 

Gelo li rasthatina li Bryûsêlê hûnê tiştekî ji encamên konferansa Moskvayê pêşnîyar bikin?

Rasthatina li Bryûsêlê wê piranî ya teşkîldarîyê be, li wir wê pirsên din tunebin. Lê hema ew yek, ku ewê 25ê îlonê bê derbazkirinê, pir sîmvolîk e. Ji ber ku berî salekê gelê kurd hema wê rojê rêfêrêndûma xwe ya ji bo serxwebûnê derbaz kir. Ez wê jî bêjim, ku konferansa me wê wek bersîva beyannameya Masûd Barzanî, ber wî pêşnîyar bike ku 25ê îlonê îlan bikin wek Roja hevgirtina miletîyê bona temamîya gelê kurd.

Ew îdêya gelekî li Mesûd Barzanî xweş hat û ez bawer im, ku ewê di jîyanê da jî bê mîyaserkirinê.

Hevpeyvîna Valêrî Yêmêlyanov, Navbenda Înformasyon-analîtîkîyê “Vremya î mîr” (“Dem û cihan”), bi taybetî bo Ria Taza.

Wergera ji rûsî: Riataza

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev