GULF Û BARAN

GULF Û BARAN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

Di van salên dawîn de baran li hin herêmên dinyayê kêm dibare, yan jî nabare. Ev baran, berf, teyrok, xilolîk û wekî din, tev ji gulfa ku ji kadê radibe, dîsa bi şûnde tê xwarê ne.
Dinya %70 av e (behr) û yên dî bej e.

Ev beşa dinyayê ya ku av jî, %95 derya ye.
Gulfa ku radibe beşa herî mezin ji deryayê ye, lê hinek jê ji ava gol, çem, kanî, bwêrk û laşê mirovan e. Ava li ser ruyê erdê ger tev bigîje hevûdu, li dora 1385 milyon km3 çêdibe. Ji vê avê 12.900 km3 dibe gulf û hildifre jorê. Yanî her roj 1.170 km3 gulf ji erdê radibe.

Ava rawestiyayî hindik gulfê ji xwe radike, lê ava herikî pir zêde gulf jê radibe

Ji %68 ava şêrîn a li ser erdê, ji qeşemê çêdibe û %30 jî ji kanî û çeman çêdibe. Mezinatiya ava şêrîn 1.250 km3 e.

Li dinyayê bi giştî AVA ŞÊRÎN 1.384.120.000 km3 e û AVA ŞOR jî 1.348.000.000 km3 e.
Herî zêde gulf ji ava şêrîn radibe û ji ava şor hindik radibe.

Rabûna gulfê ji ser ruyê erdê jî, li gorî mehan û germiya rojê, kêm û zêde çêdibe.

Dema rabûna gulfê ji ser ruyê erdê ku ewrên tozê û bayê gurr zêde dibin, astengî çêdibe ku gulf bi jortir ve here. Herweha qirêjiya dinyayê jî, weke dûmana karxane û sotemeniyê, zêde dibin asteng ku gulf berjor here.

Bi giraniya milyonan ton gulfa ku diçe jorê, rewşa xwe diguherîne û weke berf û baranê dîsa vedigere jêrê . Ev tewr û qeyde, her berdewam e û didome.

Lê dema ku berf û baran têne ser ruyê erdê, bi zexta bayê gur, li hin herêman nabarin. Hingê li wan deveran ziwayî çêdibe û şînahiya ku di erdê de çêdibe, pir kêm dibe. Dema kêmasî dikeve şînahiyê, ava çem û kaniyan jî kêm dibe û xwarina ganiyan jî kêm dibe.

Di vê dema pêşketina teknîka nûjen de metirsiya xela û birçîbûnê nemaye. Eger li herêmekê xela çêbibe, tiştên xwarinê ji deverên dî tên.

Bi kurtî sîstema gulf û baranê ev bû ku hate gotin. Her şad û bextewer bin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.