Albuma tabloyên hunermend Xalid Satar

Albuma tabloyên hunermend Xalid Satar

Suleiman Sulevani

 

Xalid Satar li başûrê Kurdistanê, bajarê Kerkukê 1954 ji dayik bûye û ji sala 1985 li Swêd dijî.

Heya nuha heft pêşengehên wî yên taybet hebûne li Kurdistan, Swêd, Britania (Ingiltere) û Holanda.

Beşdarî pitirî heftê pêşengehên din digel hunermendên kurd û biyanî kiriye.

Ew endamê Yekitiya Hunermendên Kurdistanê ye.

Endamê Sendikaya Hunermendên Kurdistanê ye.

Endamê Yekîtîya Hunermendên Swêdê ye.

 

Derbarê albumê da

Zehmet e mirov di vê albumê de tabloyên hunermend Xalid Satar grup bike jiber ku hin tablo ne tenê stîlek belku çend stîlan di nav xwe de digre. Her wesa di heman grupê de jî mirov dikare çend stîlan bibîne.

  1. Grupa yekem TÊKEL. Di vê grupê bi giranî ABSTRAKT tê dîtin lê Kubîsm, Surealism, Romantism, Futurism (pêşerojî), Simbolism, Ekspresionism, Impresionism jî heye.
  2. Grupa duwem PORTRET e.
  3. Grupa sêyem KARÎKATÛR e.
  4. Grupa çarem bi piranî REALISM e lê mirov dikare hine stîlên din jî bibîne.
  5. Grupa pêncem tabloyên XÊZKIRÎ bi pênûsên rotring (hibir û risas) e.

 

Hêjayî gotinê ye tabloyên Xalid Satar bênav in û her kes duf xeyal û fantazya xwe dikare serbest têbigehe û nav lê bike.

 

Kesên bixwezin zêde malûmatîyan derheqa wênekêşê navdar da bizanibin, bira li ser vê linkê bitikînin:

Dema tablo dibe neynika jiyanê

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev