ÊZDÎXANA SERHEDÊ: DUTAX (INTAB)

ÊZDÎXANA SERHEDÊ: DUTAX (INTAB)

Abdurrahman Önen, erdnîgarzan

 

Dutax (Tutak) navçeyeke Agirî (Ağrı) ye, di korteke Gelîyê Mûradê de ava bûye, çem di nav her du taxên bajêr re derbas dibe, dibêjin berê mirov bi kelekan diçûn taxa hember. Piraya bajêr li hêla bakurê Mûradê ye, rêya Qereyazî di vir re derbas dibe.

Dutax di nabêna Xamûr, Panos, Milazgir, Qereyazî, Zêdka û Agirî de dimîne. Navekî Dutaxê yê kevn jî Gola Intabê ye.

Cemalvêrdî (Bulutpınar) gûndê Evdalê Zeynikê ye, mezelê Evdalê Zeynikê li Mele Hesen (Mollahasan) e.

DUTAX Û ÊZDÎXAN

“Kurdên Sovyeta berê yên ji Dutaxê çûne ji Dutaxê re dibêjin Êzdîxan. Dîsa di varyanteke kilama Evdalê Zeynikê ya bi navê Xozandaxê de ji Dutaxê re dibêje Êzdîxan. Ev navçe bi gundan ve tev êzdî bûne. Îro jî giş ji Êla Sîpkan in.” (Nihat Öner).

“Mezinên berê digotin Dutax cihê Êzdîyan e, Êzdîxane ye. Ne tenê navend, gundên Dutaxê zêdetir Êzdî bûn. Gelek qebîleyên Êla Sîpkan Êzdî bûn.” (Fırat Sayan)

“Di kilama Xozanê ya Evdalê Zeynikê da navê Qeymezê Êzdî tê gotin. Qeymezê Êzdî ji êzdîyên Intabê bûye û mirovekî jêhatî yê mêrxas bûye. Intab wê çaxê Êzdîxane bûye. Pêşiyê wan Sîpkî jî Êzdî ne. Gundên Intabê Dêrik, Xanik, Esmer, Mele Şemdîn, Tahtika, Bendûrya û çend hebên din gundên Êzdîya bûne.”*

https://ararat-welat.blogspot.com/…/ela-sipka-sipki-asireti… 

 Di wêne da: dîdemek ji Dutaxê, ji malpera Abdurrahman Önen

 

Zelalî û serdazêdekirin ji malpera Riataza:

 

Derheqa vê mijarê da di pirtûka nivîskarê kurd Ahmedê Mîrazî ya bi sernavê “Bîranînêd min” da jî tê gotinê, ku sala 1966an li Rewanê bi herfên kirîlî çap bûye, dû ra weşanxaneya “Roja Nû” ew bi herfên latînî jî çap kir.

Birêz Abdurrahman Önen di nivîsa xwe da behsa stiraneke Evdalê Zeynikê “Xozandaxê” dike, ku li wir behsa Qeymesê Êzdî tê kirinê. Wek em zanin, pey gelek salan ra dengbêjê navdar Şeroyê Biro gelek stiranên Evdalê Zeynikê di radyoya kurdî ya Rewanê da stiran, ku yek ji wan jî “Xozandaxê” ye. Serok û berpirsyarê radyoya Rewanê Xelîlê Çaçan ew stiran û hemû stiranên Şeroyê Biro li stûdyoyeke Tbîlîsîyê, bi alîkarîya Keremê Anqosî qeyd kirin û kirin milkê gelê kurd.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev