Îsal helbestvanê gewre Şikoyê Hesen wê bibûya 90 salî

Îsal helbestvanê gewre Şikoyê Hesen wê bibûya 90 salî

Dibên: bê hub e’mir melûle,
Bendê bê heval e’mir da qûle
K’a seda bilbil bê gul k’engê tê,
T’ek bîna bilbil bi gulê dertê”…

Şikoyê Hesen, (1928- 1976) helbestvanê gewre ji kurdên Kafkasyayê bû. Isal 90 saliya wî wê temam bûya, eger sala 1976an li temenê 48 saliya xwe de bi destê xwe bi dawî li jiyana xwe ne anîya. Ev ji ber ku di jiyaneke dijwar û zehmet, di nav rewşeke pir êşî, qelpî û feqîrî dijît, teyax nekir. Lê belê xwedî rûhekî pir paqij û qenc, xwînşîrîn, dilnazik û dilgerm bû. Ecêbe, mirov jiyaneke tije êș û xemgîn bijî, lê ew hêz hebe û bikaribe wisa helbestên nazik, kûr û li ser giyanê xwendevanî binivîse, bêguman ew helbestvan xudan șuret û șiyaneke bêhempa ye.

Malbata Şiko jî wek gellek malbatên kurd, di Şerê Cîhanê yê Yekem de, ji ber zext û zora ku bi taybetî li ser ermen û kurdên ezdî tê kirinê, ji bêçarî, ji gundekî Dîgora girêdayî bajarê Qersê ye koçî Ermenistanê dikin. Li gor hin agahiyan, Şikoyê Hesen di 17’ê hezîrana 1928’an de, li gundê Camûşvana Biçûk ê navçeya Axbaranê ya Ermenistanê ji diya xwe bûye. Li vê devera ku Şikoyê Hesen lê hatiye dinê, 11 gundên din yên kurdên ezdî ku girêdayî navçeya Axbaranê bûn hene. Her wiha em dizanin ku piraniya nivîskar, helbestvan û ronakbîrên kurdên Sowyetê jî ji vê navçeyê derketine. Şiko, di 5 saliya xwe de bavê xwe Hesenê Mido winda dike, ji ber vê yekê ji alî apê xwe ve tê xweykirin. Şiko, di heman salê de dest bi xwendina xwe ya dibistana navîn dike. Piştî ku xwendina xwe ya dibistana navîn temam dike, vê carê dest bi xwendina beşa Zimannasî ya fakultea Zanistyên Rojhelatê ya Zanîngeha Yêrîvanê dike û di 1953’yan de xwendina xwe ya zanîngehê jî diqedîne û dest bi mamostetiyê dike.



Şikoyê Hesen, piştî ku zanîngehê temam dike, di navbera salên 1954 û 1957’an de mamosteyiya zimanê ermenî dike. Dûre di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriya para edebîyetê dike û di navbera salên 1959 û 1961’an de jî şêwirmendî û wergêrî dike. Di sala 1961’an de bi mebesta xwendina perwerdehiyê diçe Leningradê (niha S. Peterbûrg). Di sala 1965’an de li Înstîtuya Welatên Asya û Afrîka, Beşa Kurdolojiyê temam dike. Di dema xwendkaryî de dest bi nivîsandina helbestan dike. Helbestên wî yên destpêkê li rojnameya Zanîngeha Yêrîvanê têne çapkirin û belavkirin. Helbestên wî pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rya teze de têne weşandin. Her wiha di raydoya Yêrîvanê de jî helbestên wî pir têne xwendin û ji alî gellek kesî ve pir têne hezkirin. Dawiyê ew jiyana xwe li bajarê Tilbîsê berdewam dike, li wir dizewice, jê re 3 kur û keçek çê dibin.

Sê dîwanên helbestan ên helbestvanê nemir Şikoyê Hesen têne çapkirin. Ji van dîwanan ‘Qalçîçek’ di sala 1961’an de, ‘Tembûrê Kurda’ di sala 1966’an de û ‘Merêmê Dilê Kurd’ jî di sala 1970’an de hatine çapkirin. Her wiha piştî wefata wî pirtûka wî ya bi navê ‘Perwaza Welat’ jî tê çapkirin.

Şikoyê Hesen yek ji wan şaîran e ku di dema xwe de û piştî mirina xwe jî bi saya bêhempayiya û girîngiyên şêweya helbestên xwe hatîye hez kirin û têgihîştin. Ew bi hizr û hestên xwe ve, îro jî li pêşiya demê dimeşe û bêgilî di dîroka wêjaya kurdî de cîkî giring digire.

Şikoyê Hesen her çiqas kedek mezin li ser zimanê kurdî dabe û gellek berhem li dû xwe hiştibe jî, ji alîye kurdan ve û bi taybetî jî ji alîye kurdên welat ve kêm hatiye nasîn û mixabin hê jî nayê nasîn. Li ser jiyan û berhemên wî tu lêkolînên berfireh nehatine kirin, di derbarê wî de pir kêm agahiyan dizanin.

Hostehiya helbestkariya wî sûd û bandoreke mezin li ser xwendevana dike.
Mirov dikare bêje Şikoyê Hesen bi raman û efrandinên xwe di rêza li gel berhemên klasîk ên hosteyên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran, Cegerxwîn û Fêrîkê Ûsiv cihê xweye layîq girtîye.

Şikoyê Hesen yek ji grîngtirîn helbestkarê sedsala 20î, her çiqas jîyana xwe di nav xizanîyê de, di rewşeke zor û bêderfet de derbas kiriye, êş û azara dilê xwe, hestên nazik û şewat bi kurmancîyeke xweş û zelal di berhemên xwe de vedibêje. Şaîr di helbesta kurdî de pêleke nû û rengekî cûda peyda kir. Tê gotin ku hin kesan, bêyî destûrstendina wî, hine helbestên Şikoyê Hesen bi îmzeya xwe çap kirine û ew helbestên wî weke yên xwe nîşan dane. Hine hunermendan helbestên wî bi naveke nu û di albûmên xwe de bicih kirine.

Eger Şikoyê Hesen niha li dinê bûye, dibe rewșa helbesta kurdî di asteke din de bûye, lê eve halê dinya yê, hinek diçin û hinek dibin. Lê eger Şikoyê Hesen, ko dibe 90 sal sax bûya, helbesta kurdî dê çend qunax derbas bikira. Mîrê helbesta kurdî, Șikoyê Hesen dengê giyanê peyva kurdî, dengê êșa helbesta kurdî bû, dengê nalîna gul û kulîkên Kurdistan bû, bi saya peyvên helbestan birînên ruha gelê xwe yê bê dewlet derman dikir, dengê hestên veșartî di singa evîndaran de bû.

Hilbet jî navê Şikoyê Hesen bi sedsalan di efrandinê wî de, di dîroka wêyeye kurdî de , di bîranîna gelê xwe de wê heta hetayê bimîne.

Guhdaren heja, îro me xwest, di 90min salvegera ji dê buyîna helbestvanê gewre, xwediyê kiryamet û fireseta şaîrtîye mezin, gurbihuştî Şikoyê Hesen bibîr bînin.

Fermo, guhdarya bernameya radyoya Ria taza derheqa jîyan û hizra helbestvanê gewre ji Kurdên Kafkasyayê, şaîr û evîndarê zimanê kurdî nemir Şikoyê Hesen û cend berhemên wî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev