DI SEDSALA 19’EMÎN DE REWŞA KURDAN, N. A. XALFÎN

DI SEDSALA 19’EMÎN DE REWŞA KURDAN, N. A. XALFÎN

Weşanxaneya LÎSê 3 berhemên zanyarî yên kurdzanên binavûdeng dû hev bi wergera kurdî çap kirin: 1.DI SEDSALA 19’EMÎN DE REWŞA KURDAN, N. A. XALFÎN” 2. “KURDÊN AZIRBÊCANÊ, A. BUKŞPAN” 3. “KURDISTANA NÛ, M. S. LAZAREV, Y. Î. VASÎLYEVA, M. A. HASRATYAN, O. Î. JÎGALÎNA, ŞEKIROYÊ XUDOYÊ MIHOYΔ.

Ev hersê pirtûk berî 10-20 salan hatibûn wergerandin, lê ji ber ku weşanxaneyên kurdî xwe nedidane ber karê çapê, wergervan Têmûrê Xelîl beşên berhemên wergerandî ji berê va di malpera krd.riataza.com da çap dikir, ku ew bi xwe jî berpirsyarê malperê ye. Wê demê welatparêzekî ji Qerekilîsê (bi tirkî: Ağrı) bi navê Mustafa Kilicaslan ew beş dixwendin, ji kêfxweşîyê wek dibêjin lingên wî erd nedigirt û rojekê jî biryar kir sponsorîya van hemû berheman bike, da ku ew derkevin ronahîyê. Ronahîdîtina van hersê berheman jî bi saya serê welatparêzîya wî çap bûne.

Ev berhem bi daxweza Weşanxaneya APECê hatîye wergerandin û wê jî sponsorîya wergerê kirîye.

 

LÎSê yek ji gelek berhemên zanyarî ku Têmûrê Xelîl wergerandine, çap kir

Ew pirtûka ku gelek lêkolîner, pispor û nivîskaran wek çavkanî jê behs dikir û wek referans nîşan dida û hîna jî didin va ye bi kurdî ye. Pirtûka ku ji alîyê A. Xalfîn ve hatiye nivîsandin û di sala 1963’yan de hatiye weşandin êdî bi wergera Têmûrê Xelîl li ber destên xwînerên kurdî ye. Berhem ji gelek alîyan ve balkêş e. Carekê Xalfîn armanc û çarçoveya xwe pir zelal diyar kiriye û xebata xwe li wê gorê kiriye. Çavkanîyên ku sûd ji wan wergirtiye û bi kar anîne tev ji xwîneran re vegotiye. Gava ku mirov pirtûkê bixwîne mirov ê bi hêsanî pêvejoya amadekirina pirtûkê têbigihîje.

Pirtûk sedsalekê ji dîroka kurdan dide ber xwe. Sedsala 19’emîn. Ên ku kêm zêde ji dîroka kurdan haydar bin, ji bo kurdan girîngîya vê sedsalê dizanin. Ji hêlekê ve pêvajoya netewdewletê dest pê kiriye û bayê wê dewletên ku li ser axa kurdan desthilat in jî, daye ber xwe. Pêvajoya împaratorîyan ber bi dawîbûnê ve diçe. Osmanî û Îran hewl didin ku li hemberî vê pêvajoyê xwe veguherînin û bi wî awayî li ber xwe bidin. Ji bo vê yekê jî hewl didin ku mîrgehên kurdan ji holê rakin. Îngiltere û Rûsya ku li herêmê dagirker in bi hemû qirêjî û bêehlaqîya xwe ve di vê pêvajoyê de cih digirin û gelek bûyer û qewimînên ku li herêmê pêk tên bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne. Ev pirtûk dûr û dirêj vê pêvajoyê vedibêje.

Û di vê pêvajoyê de hêzên ku dixwazin li herêmê bi cih bibin, hewl didin ku kurdan nas bikin û her hêzek li gor xwe dîrokekê ji kurdan re dinivîse. Xalfîn ev rastî di pêşgotina xwe de wiha raxistiye ber çavan: „Di nava rojhilatzanîya welatên dereke û ya me de Kurdistan zêdetir di hêla arkeolojîyê, etnografîyê (miletzanîyê) û zimanzanîyê de hatiye vekolandin. Keda pirtirîn di nava Kurdzanîyê de ya zanyarên Rûsyayê ye. Ew bi wê yekê ve tê şirovekirin, ku sînorê Rûsyayê bi Kurdistanê re heye û di nav welatê wê de hinek Kurd hebûn. Lewma jî guhdarîya di hindava Kurdistanê û gelê Kurd de, ku di dehsalên pêşîn ên sedsala 19’emîn de li Rûsyayê pêk hatiye, ne tenê ji bo karê zanyarîyê bû, lê her wiha seba pêwîstîya sîyaseta der û hundir bû jî.“

Bi xwendina vê pirtûkê hûn ê ne tenê agahîyên sedsalekê werbigirin, di heman demê de hûn ê rastîya çavkanî û xebatên derbarê kurdan de jî fam bikin. Xalfîn di vê mijarê de wiha dibêje: „Hilbet tê fehmkirin, ku ev hemû serkanî jî li gorî berjewandîyan hatine amadekirin û weşandin. Xwedanên wan, amadekar, weşanger rastîya sîyaseta hikumeta “xwe” ya bindestkirinê di hindava Kurdistanê de “binperde” dikin, sîyaseta wê hikumetê û paşmayînên wê yên malxerab bi rengê spî nîşan didin û wê sîyasetê gelek caran eşîretên Kurdan dikir nava rewşeke xerab. Dema bikaranîna van serkanîyan û çavkanîyan, her wiha dokumentên arşîvan ên neweşandî, pêwîst e mirov gelekî bi fesal be û bi çavekî rexnegir li wan binihêre.“

Pirtûk ji alîyê Têmûrê Xelîl ve ji Rûsî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Lîsê jî wê digihîne ber destên we. Bi rastî jî pirtûk bi qasî ku pêdivîyê bi gotinê nehêle balkêş û taybet e.

Di Sedsala 19’emîn De Rewşa Kurdan, N. A. Xalfîn.

Wergera Ji Rûsî: Têmûrê Xelîl,

dîrok, 180 rûpel, Weşanên Lîs 2018 , Amed

ISBN: 978-605-81408-4-4

P.S. Me derheqa berhema pêşin a bi wergera Têmûrê Xelîl nivîsîbû. Kerem bikin, wê jî bixwînin: http://krd.riataza.com/2018/08/13/kitebeke-berseriya-kurd-dirok-u-dema-nu/ 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev