Redwan Badînî: «Ez bawer im, ku birêz M.Bogdanov bi dilxwezî guh da min»

Redwan Badînî: «Ez bawer im, ku birêz M.Bogdanov bi dilxwezî guh da min»

Pirsên nûçegihanê Riataza bo nûnerê serokkomarê Rûsîyayê li Wezîreta Karên Der

 

Piştî rasthatina bi nûnerê taybet yê serokkomarê Rûsîyayê, cîgirê wezîrê karên der yê RF Mîxaîl Lêonîdovîç Bogdanov ra Redwan Badînî ji Riataza ra şirove kir ka wana derheqa çi da peyivîne.

Ji bo tu kesî sur nîne, ango tiştekî veşartinê nîne, ku îro di rewşa Sûrîyê ya aloz û bi xeter da, gelek welat hewil didin tesîr li ser wê rewşê bikin, lê tesîra tu alîyekî jî nagihîje ya Rûsîyayê, him di hêla sîyasî û leşkerî da, him jî di dêla dîplomasî û hûmanîtar da. Evê rastîyê hemwelatîyên Sûrîyê bi xwe jî rind zanin. Û bo min, wek kesê ku wan herdu welatan herwiha welatê xwe dihesibîne, gelek zelal e bo çi hevkarîya bi Rûsîyayê ra giring e, bona rêyên hevdufemkirinê bibînin seba zûtirîn wext çareserkirina bedbextîyên li Sûrîyê.

Bi vî awahî, sebebê sereke bona ez berê xwe bidime Mîxaîl Bogdanov ew bû, ku malûmatîyên derheqa tevgera kurdan li Sûrîyê bigihînime wî, ku min hela di sala 2016an da bala xwe kişandibû ser û bi nameyeke taybet ji Wezîreta Karên Der ya Rûsîya Federal (WKD RF) ra şandibû.

Pirsa pêşin, ku min raber kir, derheqa nûnertîya kurdan ya wekehev bû di Komîsyona amadekirina Konstîtûsyona Sûrîyê da.

Rêxistinên Navnetewî, ku karê amadekirina Komîsyona amadekirina Konstîtûsyona Sûrîyê ya nû dikir, hema bêje rê li ber kurdan girtibûn bona tevî wî karî bibin. Opozîsyona “Prostembolîyê” tenê du cî dabûne kurdan, ku ne gorî jimara wan a li ser axa Sûrîyê bû. Du cî dike 4% jimara kurdên Sûrîyê. Lê hemû malûmatî destnîşan dikin, ku ew jimar gerekê 17% be. Min hewil da wê pirsa ku di hilbijartina nûnertîyê da di hindava kurdan da neheqî hatîye kirin, bigihînime serokatîya WKD RF.

Pirsa duyemîn derheqa ”mîsyona lihekirinê” da bû, ku Rûsîya bi awayekî aktîv li Sûrîyê dide derbazkirin. Lê di nava kurdan da xebateke ha nehatibû derbazkirin. Lê di nav wan da jî gelek komik û partîyên ji hev cuda hebûn û mixabin, ew ji piştgirîkirina Rûsîyayê bê par mabûn. Bi wê yekê va girêdayî pêwîstî gihîştibû, ku kurdên Sûrîyê wek tevgereke yekgirtî helwesta xwe nîşan bidin, hewil bidin xwe nêzîkî hevdu bikin, di rewşa sazbûyî da bi yekdengî tevî hevraxeberdanên bi hukumetê ra bibin, lema jî lazim bû konferanseke bi tevgelîya partî û komikên kurdan yên cuda-cuda saz bikin, bona ew di helwesta xwe da yekdest bin. Ez ser wê bawerîyê me, ku birêz M. Bogdanov bi dilxwezî guh da min û sebeb û naveroka sereke yên daxwezên min têgihîşt.

 

Di dema rasthatinê ez ser zanebûnên wî yên heralî yên ne tenê derheqa Sûrîyê da, zendegirtî mam. Ew dikare bi hûrgilî derheqa welatên ereban da bipeyive, xwesma wan welatan, ku di wan da wek sefîr kar kirîye. Ez pir şanaz bûm, ku wî behsa rasthatinên xwe yên bi rêberên tevgera kurdan Celal Telebanî, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ra kir. Bi awayekî dilxwez sohbetên bi wan ra bîr anî û helwesta wan derheqa pirsgirêkên îro yên li herêmê zelal û bi kûrahî zane.

Ew merivekî profesyonal, ênsîklopêdîst e. Bona min şanazîyeke mezin bû bi merivekî wisa ra biaxivim, pirsgirêkên me bigihînime wî, hêvî jê bikim ku dîplomasîya Rûsîyayê alî bike bona pirsgirêkên kurdên Sûrîyê bêne çareserkirinê û di hindava xwe da zanebûn û karebûnên xwe bi kar bîne bona serxistina pirsên ku me guftûgo kirin.

Redwan Badînî

Serokê Înstîtûya medyayê û lêkolînên sîyasî.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev