KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -1

KILAMÊ BENGÎTÎYÊ -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 148an me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend ”Kilamên bengîtîyê” di wê cîwarbûyî raberî we bikin. Ji ber ku di vê berhema zargotinî da stiranên wisa pir in, emê dû hev, her carê çend kilaman raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî û Emînê Evdal in. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 148

 

BERÎVANÊ

 

Bêrîvanê, kubar kubar xwe li ba neke,

Cêrê xwe hilde, kanîya pişt mala me qest meneke,

Alîkî cegera min sax maye, xirab neke.

 

Bêrîyê, bêrîa kire eze,

Şera serê Bêrînava min geveze,

Serê xwe girêda tez bi teze.

 

Taca serê Bêrîvana min bi zêrîne,

Ezê dinêrim mînanî, cot kanîne,

Dixum, naxum, kerba dilê min naşkênîne.

 

Berîvanê, derda ser derda,

Hêşîn dike gîhayê hemû erda,

Cabekê bihata, berdana jinê bû edete.

 

Berîvanê, derdê dilê min geleke,

Xwedê şixulê xirab qebûl neke,

Heyfa min tê çev-birûyê belek,

Ketîye destê kotîyê mêra xilas nake.

 

Bêrîvanê, hatîye nava mala çerçîyê kale,

Ezê bêrîvanê hildim, herme bale,

Erê min pirsîye, morî mircanê Bêrîvana min li bale.

 

Berîvana min razaye, ji xew ranakim,

Ezê gazî qîz û bûkê dora mala mekim,

Bira misîn, legana hildin,

Bira avê destakin.

 

Bejina bêrîvana min sî û sê minare,

Duaa çûme sêrî, dirozga hatime xare,

Xwezila min ewî evdî hato,

Kewa mîna bêrîvanê mal cînare.

 

Bêrîvana min, hatime mala weye.

Têda nayê dengê teye,

Min tirê kambaxe, xiro-xirabeye.

 

Bêrîvanê tarîyê derê,

Were ber çirayê,

Êtîmê, sebira dilê min bê te naye,

Heyfa min tê, qîza daye malê min hindike,

Qelinê te dernayê.

 

Bêrîvanê, ezê bostanekî daynim ji kelema,

Payîzê bayê Qersê lê hat,

Şextê lêxist, tişt tê nema,

Xwedê hevza dilê meriv bike,

Ji quribuxdanê qîzê, bûkê van adama.

 

Bêrîvanê, dilê min tevinga baran û berfa,

Bêrîvana min berdêrî sekinîye,

Kotîyê mêran lê dixwe gurran û gefa.

 

Ezê bêrîvanê birevînim,

Bevime Batima wêran,

Ezê sefînêkim,

Rêysî xame, tu were me dernexe tu terefa.

 

Bêrîvanê, dilê min ji te maye,

Teyê kotî mêrara xeber daye,

Malê te dinyalikêra peneseye,

Çiçke kilê Siphanê çevê belekra qe nemaye.

 

Bêrîvanê, dilê min ser dare,

Paîzê, li gêdûkê berfa hûr dibare,

Gelo şekirê Tiflîsê, hewlîa Rewanê qe çi teme.

 

-Keleş lawikê min, dike ji mal here,

Darê destê xwe digerre,

Dike ramûsanekê bixweze,

Kela girî, dev nagerre.

 

Bêrîvana min sekinîye ser tevnê,

Bejin zirav mêzer kevnê,

Şevê, nîvê şevê ez evdalê xwedê tême xewnê.

 

Bêrîvanê, me derketîye hîva şeva,

Ernîye, bextê min û bêrîvanêra naçe ava,

 

Bêrîvanê me derketîye steyra xûle,

Heft xûnê min mala bavê te bûn,

Ramûsanê min keremke, berva min qebûle.

 

Got: Etemê Elo, ji gundê Camûşvanê, li ser nehya Axbaranê.

 

ELKÊ ŞEMO

 

Elkê Şêmo berxa bîne, berxa bîne,

Berxa bîne, berxa bîne,

Kurê apê min berxa bîne,

Kulêv dayne, min birevîne,

Êlê dayê, kevir derdê dil nebîne.

 

Ezê dîna xwe didim Elkê Şemo,

Kesekê forma Elkê Şemo

Darê dinyêda wê tunîne,

Elkê Şemo berxa bîne,

Elê, dayê kavir derdê dil nebîne.

 

Wî dilê min, dilê karê,

Elkê Şemo berx berdane

Mêrga keşîş, zavya ketê,

Binya darê,

Êlê dayê, kevir derdê dil nebîne.

 

Dua bike ji xwedê,

Bira her heft bra qirr bin,

Ez Elkê xwenê bikin,

Kar û barê def dewatê

Û dezgîndarê.

 

Elko qurba, dilê min dilê bîyê,

Agir ketîye, dara bîye,

Bira bimre, Çetî bimre, bimre Fetî,

Bimire Saro, bimire Xelo, bimire,

Celo, bira her heft bira bimirin,

Kok lê biqele,

Ez Elkê xwen danê vê biharê,

Bikin kar û barê vê dewatê,

Dezgîndarê.

 

Got: Hesenê Ezîz, şagirtê têxnîkûma pêdagogryê.

 

 

BERXA BÎNE

 

Berxa bîne, berxa bîne,

Berx berdane, dora malê diçêrîne,

Xêrê ji heqê xwe nebîne.

 

Elikê Şemo, dilê min ji dila, dilê batê,

Berx berdane dora mala, zevîya ketê,

Bira dê û bavê min bimirin,

Ez û Elikê Şemo bikin kar û barê def û dewatê.

 

Elikê Şemo, dilê min ji dila, dilê mîya,

Berx berdane dora mala, nav zevîya,

Wekî dê û bavê min bimrin jî,

Ez tu cara naçime ser hewîya.

 

Elikê Şemo, berxa bîne, berxa bîne,

Êvarê, dereng berxa bîne.

 

Got: Teyoyê Mamo.

 

 

OLO ŞIVANO

 

Olo şivano! şivano,

Pişta te, pişta kod hevano,

Namila te, namila kevne kulavano,

Lingê teda zola çermê gamêşano.

 

Olo şivano, tu jê pîsî,

Dev, lêvê te şivêtî,

Qalikî jê di kûsî,

Tuyê nikarî ser pira Batmanî

Nava çil zerîa, zerîkê bi ramûsî.

 

Go: -Heyranê, ezê jê di pîsim.

Dev, lêvê min şvêtî, qalikî jê di kûsî,

Ezê nava çil zerîa dîsa xanimê bi ramûsim.

 

Go: -Heyrano, te yeke, te neçêkir,

Çîyaê Eledaxê, kevir-kevirê Yamîntaş,

Ser kavlînga mala bavê minda xar û gêr kir.

 

Malxiravo, te paxirê xwe anî berenberî zêrr kir.

 

Got: Temirê Ûsiv.

 

 

KAVIRR ÇÊRÎA ELEDAXÊ

 

Kavirr çêrîa Eledaxê,

Berxik çêrîa Eledaxê,

Min sedûsî kavirr anî ber daxê.

 

Kavirrê kelî sîse,

Keçika govend girtîye, dilîzê.

 

Ez çûm nava keçika,

Dest avît zer memika,

Xirmîn kete keçika.

Kavirrê min, berxê min,

Kavirrê kelî sor,

Keçik dilîzin dor bi dor,

Gura xarîye kavirrê minî sor.

 

Kavirrê kelî sîse,

Goştê kavirrê kir helîse,

Eşqî keçikê dilîze.

 

Got: Hesoyê Mamo.

 

 

KAVIRRÊ KELÎ SÎSE

 

Kavirrê kelî sîse,

Andêrê kelî sîse,

Gêdûkê diçirûse,

Goştê kavirr helîse.

 

Kavirrê kelî beşe

Meydanê hûr dimeşe,

Goştê kavirr çiqa xweşe.

 

Got: Paşa Îsabêgov.

 

 

KUBAR

 

Kubar, li me barî berfa qere,

Delal li me barî berfa qere,

Minê xezalek rakir rêça siwarek sere,

Nezanê, nezanê, tu canê, tu canê,

Wey Dîlber, wey Dîlber.

 

Kurbar baran barî ji ezmane,

Delal baran barî ji ezmane,

Barî ser şê û şêbiskê bêrîvanan,

Hey narî, hey narî,

Hey Dîlber, hey Dîlber.

 

Kubar berfa gundê me şepeye,

Delal, berfa gundê me şepeye,

Êlê gundî bi hevra girtin zibareye,

Nezanê, nezanê, tu canê, tu canê,

Wey Dîlber, wey Dîlber.

 

Kubar em sisêne,

Zerî diçin, esmer têne,

Êlê nezanî, nezanî, tu canî, tu canî.

Hey narîn, hey narîn

Wey Dîlber, wey Dîlber.

 

Got: Rûbên Galstyan, ji gundê Orgovê, ser nehya Aştarakê.

 

ELEGEZÊ, ELEGEZ

 

Elegezê, Elegez,

Esmer canê,

Elegezê cot kanînê,

Van cot kanîya

Min gul çinîne.

 

Elegezê, xweş Elegezê,

Elegezê xweş zozanê,

Ci meskenê xweş gulanî,

Ava Hampêrtê tê xweş sar

Em bîr nakin, qet tu car.

 

Çevbelekê nebilindî,

Bejin qalimî, zefe rindî.

 

Zozan sed carî zozan

Dîsa tera bivim mêvan.

 

 

GUNDÎNO

 

Gundîno, Gorgan bêrîyê tê,

Bejin zirave, dêre lê te.

 

Bêrî, bêrîa nava roja,

Devê min xela bişkoja.

 

Bêrî, ji bêrîa êvara,

Pez berdane beyara,

Devê min xala guhara.

 

Bêrî, bêrîa berbanga,

Pez berdane dor zanga,

Devê min xala bijanga.

 

Bêrî, bêrîyê herdu dena,

Pez berdane zozana,

Sev xatirê şivana.

 

Got: Gogê Ûsiv.

 

GEDE LAWIKO

 

Gede lawiko!

Pezê bavê gede lawikê min geleke,

Nîvî qere, nîvî qerbeleke,

Ezê îro qêmîşî gede lawikê xwe navim,

Tu nifirrîa li pê bikim.

Belkî pezê bavê lawikê min here Qersa şewitî,

Pihîn li keve, pez biha neke.

 

Pezê bavê lawikê minî pirre,

Nîvî kele, nîvî kurre,

Belkî Qersa şewitî pihîn lê keve, kes nekirre.

 

Kerî pezê çendî vaye,

Nêrî navda weke gaye,

Ser şivan kurê bavê mine

Dûajo kurrê xelqêye, xewda maye.

 

Kerî pezê vê silsilê,

Nerîyê kever serda hilê,

Gede qurban, were yêqîn şivantîyê biterkîne,

Têkeve nava sîng û berê min cahilê.

 

Kerî pezê dev newalê,

Min jimirîye şivedarê,

Mîkê ji wî pezî kême,

Min nas kirîye mîya kurre sore dest Nîgarê.

Got: Gogê Ûsiv.

 

LAWIKO, ÇÎYA BILINDE

 

Lawiko, çîya bilinde, rê li bera,

Te qemerê birû sera,

Lawiko, tu şaîşa mekişîne,

Ezê te xaykim nola berxa heval cêwî bera.

 

Lawiko, ez bengîme, ez bengîme,

Sêveke sore xelatîme,

Ser kurxalê xwe bengîme,

Gava çevê min çevê kurxalê min nakeve,

Hesêvkî ez mirîme.

 

Lawiko, çîya bilinde, meskenê baran berfa,

Nizam kotîyê mêra çi bihîstîye,

Kewa gozel dixwe guran û gefa.

 

Mala xelqê delal barkirye nizam ku danî,

Av hêsirê kewa gozel bûne cew, kanî,

Nizam kotîyê mêra çi bihîstye,

Çepilê kewa gozel girtye mal deranî.

 

Kerî pezê vê zozanê,

Serî çêrandine, binyêda guhêr danê,

Çaxê ez dimirim, gunê min stûyê we be,

Kefenê min bibrrin ji kirasê Perîşanê.

 

Lawiko, ne cîye, ne welate,

Ne sebre, ne tewate,

Ezê şevekê bin şevêda bifirim bême ba te.

 

Nivîsî: Zeyneva Îvo.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev