PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -1

PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924) -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” cara pêşin beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA TEVGERA KEMALÎSTAN DA (1918-1924)”. Ji ber ku ew beş pir mezin e, em wê dikin çend paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa pêşin bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 148 

Şoreşa Oktobrê ya sosyalîst a mezin di nava dîroka pêşdaçûyîna mirovayiyê da dewraneke nuh vekir, dewrana şoreşên prolêtaryê û azadiya neteweyan, dewrana azakirina gelên welatên kolonîkirî û bindest ji nîrê empêryalîzmê. Wê derbeke zor gihande bingehên empêryalîzmê li koloniyan, gelên Rohilatê yên şûndaketî rakirin şerkariya dijî sermayedaran, bona azadiya xwe.

“Pey hişyarbûna Rohilatê – gotiye V. Î. Lênîn – di nava şoreşa nuh da demeke usa dest pê dibe ku hemû gelên Rohilatê tevî safîkirina bext û qedera hemî cihanê dibin, bona nîşan bidin ku ewana ne tenê bona wê yekê ne ku kîsê wana dewlemend be. Gelên Rohilatê bi wê baweriyê hişyar dibin ku usa kar bikin, wekî her milletek keda xwe bike nava safîkirina pirsa di derheqa bext-nivîsa hemî mirovayiyê da” (5. a. 328).

 Dewleta Sovyêtî ku bi saya Oktobra Mezin bûye ji rojên jiyana xwe yên pêşîn da polîtîka teribandina planên dewletên empêryalîst di zevtkirina di hindava gelên Rohiiatê da daye derbas kirin. Prensîpên dewleta Sovyêtistanê û hîm di hindava gelên Rohilatê da ji aliyê Lênîn hatine hazir kirin û ji aliyê hukûmeta Sovyêtî di nava jiyanê da têne pêk anîn. Ji bo nimûnê, Biryamama di derheqa aşîtiyê da, ku li kongrêya Sovyêtê di 2 adar-8 november 1917 da hatiye qebûl kirin, û Gaziya “Ber bi hemû xebatkarên Rûsyayê û Rohilata musulman” ya 3.12.1917 hene.

Prensîpên polîtîka dewleta Sovyêtê di derheqa alîkariya biratiyê bona gelên Rohilatê yên bindest ku ji bo azadiya civakî û neteweyî şer dikir bi resmî hatine îlan kirin.

Hemcivîna Hemrûsya Sovyêtê ya 7mîn biryara xusûsî di derheqa gelên bindest da qebûl kir û tê da sempatiya xwe ya mezin ji bo hejên azadiyê yên gelên Rohilatê û haziriya xwe ji bo alîkariya hem moral û hem maddî bide wan îlan kir (27, s.18).

 Şoreşa Oktobrê ferzendeke baş da sazkirina şerkariya gelên Rohilatê yên bindest ji bo azadiyê dijî empêryalîzmê. Wê ne tenê sîstema empêryalîzma kolonyal pîre-pîre kir, lê usa jî bi saya dewleta Sovyêtîstûna şoreşên gelerî yên azadiyê da saz kirin.

“Helbet tiştekî têgihiştinê ye – V. Î. Lênîn daye xuya kirin – ku ew heja gelên Rohilatê dikare şoreşgeriyê nuha bi awakî vekirî pêş da bibe, her tenê bi pevgirêdanên kîp tevî şerkariya Komara me ya Sovyêtî di şoreşgeriya dijî empêryalîzma navneteweyî da” (S, s.318).

 Rûsya Sovyêtî bona gelên bindest bû alîgir-pêşîkêş, ku riya azabûnê ji şûndamayîna civakî û neteweyî ronî dike.

Bingehvanekî Partiya Komunîst a Tirkiyê û sedrê wê, Mistefa Sibhî, dema ku kemala şoreşa Oktobrê bona gelên Rohilatê qîmet dike, dinivîse : “Şayînetiya serketina li Rûsyayê di nava karker û gelên hemî cihana bindest da bi dil tê qebûl kirin, pencên baweriyê di nava wan da pêş da tîne … îro Rûsya Sovyêtî destê alîkariyê dirêjî gelên cihanê gişkî yên bindest dike û gazî gelan dike ku wek bira bin û bi hev ra muttefiq bin” (117, a.45).

 Bîr û baweriyên Oktobra Mezin, nenihêrî hemî ferzenndên ku dîwana Tirkiyê işaret daye, dakutane Tirkiyê û di nava gelên welêt da hatine belav kirin. “Her bajarekî Anatolî yê biçûk, her gundekî wî – di derheqa wê demê da Nazim Hikmet bîr tîne – bi deng û basên di derheqa Oktobra Rûsyayê da tije bûn” (179, S.VHI, 1951).

 Bîr û baweriyên Oktobra Mezin, bê gilî, ketine wilayetên Rohilatê, ku tê da piranî Kurd bûn, jî. Casûsên Ingilterê di derheqa hukmê dîtinên şoreşa Oktobrê li navçeyên Kurdan da dida zanîn ku hukûmeta Ingilterê ew şandine wira bona tevgera azadiyê ya Kurdan, ji bo ku armancên xwe yên empêryalîst bi kar bînin.

Ji bo nimûnê, Çawîş Noêl, ku serhing Wîlson ew şandibû bona ku serekvaniyê li navçeya Suleymaniyê bike, di sala 1919 de, di nama hesabdayînê da, dabû zanîn : “Divê ku em hesab hildin ku nemaze rewşa polîtîka derve hukm li ser rewşa hundurî ya navçeyên Kurdan dikir. Tunebûna aşîtiyê li Tirkiyê û têkoşîna

wê tevî Yûnanan di bin guhdariya mirovên Kurdistanê da nav û deng dabû. Li vira bi planên Bolşêvîkan dihesin, hurmeta bolşêvîsmê ku li vira çiqas diçû bêtir dibû, derbaskirina polîtîka Ingilterê li nav vê navçê şerpeze dikir. Ajîtasyona Tirkiyê ku dijî Ingilterê bû rêke nuh vedikir. Kurd Kemal Paşa rind nas dikin û li ser wê bîr û baweriyê ne ku ewê dewleta Islamî saz bike û otonomiyê bide Kurdan, bê kongreya aşîtiyê. Pirsdanîna me ya sereke ew e ku nehêlin bîr û baweriyên bolşêvîsmê belav bibin û hesabê propaganda Tirkiya islamî bêne der, û ûsa jî nehêlin ku li welatên Rohilata Nêzîk û Navîn dîtinên şoreşvaniyê bêne testîq kirin” (175, r.145).

 Serketina Oktobra Mezin, derketina Rûsyayê ji nava şer û qetandina wê ji polîtîka dewletên empêryalîst, usa jî ji aliyê Ingilterê zevtkirina Mêzopotamya û wilayeta Mûsilê (para Kurdistana başûr) û parvekirina Imperatoriya Osmanî rewşeke nuh saz kir. Pirsa Kurdan hemî cihan dest anî. Bi van faktorên bingehî

dihat xuya kirin ku :

 

1- Li Kurdistanê dewlemendiyên binerd pir hebûn. Ji yên sereke, nefta Mûsilê û ya çend navçeyên mayîn. Bilî wê, krom, hesin, sifir, komir û dewlemendiyên madenî yên din hebûn.

2- Para Kurdistana başûr (Mûsil) xwediya kemala bazirganiya mezin, wek axa di navbera Tirkiye û Iraqê, Tirkiye û Sûriyê, îran û Iraqê da, bû.

3- Kemala Kurdistanê stratêjîk bû. Navçeyên wê yên çiyayî hukm li ser Tirkiya başûr û rohilatê, îranê, best-beyarên Iraqê, riyên ber bi Devtenga (xelîc) Farisî û herweha Pişt-Qefqasa Sovyêtî dikir.

4- Perçebûna Kurdistanê di nava sê dewletan de (Tirkiye, îran, lê paşê jî Iraq) ferzenend dida empêryalîstan ku hergav hukm li ser polîtîka wan welatan bikin û bona wê wan daxwaziyên gelê Kurd ên azadiyê bi kar dianîn. Van hemû dereceyan alîkariya pêşdahatina “pirsa Kurdan” , ku pey şerê hemcihanê yê pêşîn pêş da hat û ku dewletên Roavayê dicedand bona meremên xwe yên empêryalîst bi kar bînin, dikir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev