Hevpeyvîna bi ”Wardoz”ê ra

Hevpeyvîna bi ”Wardoz”ê ra

Hevpeyvînek kardar û kêrhatî bi taybet ji bo Riataza

Mela Mihyedîn

Ev ji salekê zêdetir e ku Weşanxaneya Wardozê dest bi xebatên xwe kirîye. Di warê ziman, çand û folklora Kurdî da xebatên hêja kirine. Weşanxaneyeke ciwan, bi hêz û bi qewet e. Her çiqasî weşanxaneyeke nû be jî ji niha va di weşangerîya Kurdî da cihekî qewîn ji xwe ra çêkirîye. Me pirsên xwe ji edîtorê weşanxaneyê, ji birêz Bahoz Baranî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

 

Mirov pir meraq dikin û di medyaya civakî de jî ji we pirs dikin, gelo wateya Wardozê çi ye?

Bi qasî ku tê bîra min rojekê pîra min gotibû, em wardoz in. Li warê xwe digerin. Ev peyva han, ji min ra bûbû meraq. Paşê min dîsa li gelek deran pirsa vê peyvê kir, di helbesteka Cegerxwînî da derbas dibû û di nav koçeran da hebû. Min ji koçeran pirsî, gotin, wextê em diçin zozanan, çêreya me biqede, yek ji me dibe wardoz û diçe ji me ra li warekî nuh digere, warekî dibîne, kifş dike. Esil mirov jî li dinyayê wardoz e, ji xwe ra li warekî, li cihekî, li starekê digere, çi huner, çi edebîyat, çi welat, çi xem, çi evîn be ev. Meseleya Kurdbûn û bêwelatbûn û bêwarbûnê jî bikeve ser, Kurd dibin wardozên hur.

 

Wardoz kengê ava bû, hûn dikarin ji me re behsa çîroka wê bikin?

Fikra avakirina Wardozê, ev çend sal in di hişê me da bû. Piştî ku haya me baş ji qada folklora Kurdan çêbû û em ketin nav karê berhevkarîyê, me fam kir ku hewcedarî bi weşanxaneyekê heye ku bi giranî berê xwe bide folklorê. Em her sê avakar jî, Mem Mukrîyanî, Mehpûs Serhedî, Bahoz Baran, me karê berhevkarîya folklorê dikir. Gelek hevalên me yên din jî berhevkarî dikirin, berhemên wan hebûn, lê ji bo çapê derfet tune bûn. Weşanxaneyan pir bala xwe nedida folklorê. Bidaya jî tiştekî sosret derdiket meydanê, diçûn berhemên folklorîk rast(!) dikirin. Ez dibêjim qey hîn jî wisa dikin. Loma me dît nabe, me got em xura xwe bi destê xwe bişikînin. Sibata 2017’an, me Wardoz ava kir.

 

Çi cudahî di navbera Wardoz û weşanxaneyên din de heye?

Berê me, bala me bêhtir li ser folklorê ye. Em ê bêhtir di vî warî da bixebitin û pirtûkan çap bikin. Helbet di warên din da pirtûk bên, em ê dîsa bixwînin û binirxînin. Lê em pirtûkên ku bi zimanê akademîk(!) hatine nivîsîn çap nakin. Em li dû Kurdîya gewr û gewz in. Kurdîya beravêtî ya roja me, a li bajaran, ne li ser bala me ye. Em wî zimanê şikestî qebûl nakin. Wekî din jî em çalak in, nasekinin, hevalên me li gundan, li waran digerin, gelek tiştan kom dikin, em naxwazin bi tenê reklama pirtûkên xwe bikin, em van tiştên ku qeyd dikin li ser medyaya civakî digihênin gelek însanan, em wan ji vê mîrateyê haydar dikin. Mesela yek rabe bibêje, pîrika min bi gelek tiştan dizane, va ye li filan gundî ye hûn kerem nakin? Em dikin, em kerem dikin û em xwe digihênîn wê pîrikê. Çimkî em dizanin ku cewherên esil ên Kurdan, di gundan da, di waran da, di kal û pîran da ye.

 

Niha çi projeyên we hene û ji bo paşerojê hûn çi difikirin?

Ji gelek deveran ji me ra xebatên folklorîk hatine şandin, em ê wan çap bikin, gelek hevalên me dixebitin û xebatên wan jî hene, folklora Hawar, Ronahî û Roja Nû heye ku ev saleke em li ser wan dixebitin, nivîsên folklorîk ên wan kovaran hemû tesnîf dikin. Sê cild in, vê payîzê dê bên çapkirin. Dosyeya jîyan û berhemên Mihemed Şêxo heye ku hîn jî li ser xebat tê kirin, ew jî sala bê divê temam bibe. Herweha gelek pirtûkên malbata Celîlan hene ku em ê wan jî çap bikin. Hinek roman û çîrokên modern û helbest gihane ber destê me. Ji bo perwerdeya zarokan jî yek didu projeyên me hene. Çimkî di wî warî da jî divê folklor xwe bigihêne hewara me.

 

Di nava van projeyan de derxistina kovareke folklorîk heye?

Derxistina kovara folklora Kurdan, karekî ferz e. Lê em aniha nikarin hêza xwe bidin amadekirina kovarê. Hevalên me yên ku bi Weqfa Mezopotamyayê ra dixebitin, hazirîya kovareka folklorê dikin, ez bawer dikim heta dawîya vê salê dê ew kovar bê derxistin. Em jî bi awayekî di nav wê xebatê da ne.

 

Folklor çima hewqasî girîng e ji bo Wardozê?

Folklor yek ji asasên miletbûnê ye ku gelek tişt li ser wê tên avakirin. Folklor warê ramîn û bîr û xeyalsazîya miletî ye. Warekî zêde zêde berfireh û sûdwer e. Kok û reh û rîşalên miletekî di folklora wî miletî da ye. Îro roj di Kurdî da gelek warên hunerî, edebî, zanistî qels in, bê ekl in, virnî ne; yek ji sedemên herî girîng kêmanîya xebatên folklorî ye, loma Kurd ji xwe ra xerîb in, gotina xwe nas nakin, peyvên xwe nas nakin, tecrûbeya xwe nas nakin. Li ser bêasasîyê tiştek nayê afirandin. Bi folklorê, mirov xwe nas dike, gelê xwe nas dike, gotina xwe nas dike. Em dixwazin xwe nas bikin, loma berê me li folklorê ye. Li ser meselê, di folklora Kurdan da mîzah zêde zêde heye, argo heye, lê nivîsara Kurdî derîyê xwe ji vê yekê ra girtî ye, xwe eciqandîye.

Wekî ku Celadet Alî Bedir-Xan jî di Hawarê da dîyar dike, folkloreka pir zengîn a Kurdan heye lê Kurd jê çiqas sûd werdigirin? Em li ser wê bawerîyê ne ku, ro bi serê folklora Kurdan bikeve, folklor bi her awayî derkeve meydanê dê wê hingê şoreşa zimanî çêbibe. Dê zimanê nivîsara îro biguhere geş bibe û dê gel xwe di wî zimanî da bibîne. Em li dû wê şoreşê ne.

 

Zimanê bêfolklor dibe zimanekî çawa?

Ma zimanê bêfolklor çawa “he”dibe? Hebibe jî zimanekî baskşikestî ye. Zimanekî derbxwarî ye. Li ser meselê, zimanê edebîyata modern a roja me gelek caran baskşiketî ye. Kesên ku karê edebîyata modern dikin, gelek ji wan, zimanê wan ji warê folklorê dûr e, ji asasê xwe dûr e, kal û rijî ye, mirov carna nema tê digihêje bê ka qala çi dikin, lê kal û pîrên wan kesan têr û tijî ne, ji hêla zimanî ve sed carî ji wan çêtir in, lê qelem ketîye destê wan. Zimanê bêfolklor, zimanekî baskşikestî ye, ne dikare bifire, ne dikare bifirîne. Zimanê rojnamevanî û medyaya civakî jî destîyê wî bivirî ye. Hişê vî zimanê ku em behsa wî dikin ne li sera ye. Bakûtê wê kêm e, dişewişe ew ziman. Wextê me karê berhevkarîyê dikir me dît, bi hezaran peyvên me, gotinên me hene ku neketine nav ferhengan, neketine nav nivîsara Kurdî. Zimanekî bêfolklor, zimanekî nebîna ye.

 

Di weşangerîya Kurdî de Wardozê ji xwe re cihekî qewîn çêkirîye. Gelo di paşerojê de li ser folklorê belgefîlm wê bên amadekirin?

Hinek proje hene, em jî xwe daxil dikin, lê budçe lazim e. Em mecbûr in hemû rîtuelên xwe qeyd bikin, çimkî hêdî hêdî ji meydanê radibin. Dîsa mirov dikare bibêje gelek materyalên folklorê, ji bo warên din jî çavkanî ne bes Kurd bikarin xwe bigihênîn wan çavkanîyên xwe. Mesela gelek çîrokên entîke hene, mirov dikare di warê şanogerî û çêkirina fîlman da pişta xwe bide wan. Ji bo termînolojîya hemû warên Kurdî jî folklor ferz e. Tu bixwazî termînolojîya tib û tendirustîyê çêbikî, tu bê zanîna gelî nikarî vî karî bibî serî. Ev ji bo warên din jî wisa ye.

 

“Wardozî digerin li waran”, warên ku wardozî lê digerin axa bakurê welêt e. Gelo di nava projeyên we de hûn ê cih bidin folklora Rojava, Bakur û Rojhilatî jî, xwesma ya kurdên Sovyeta berê?

“Wardozî digerin li waran” malikeka helbesteka Cegerxwînî ye ku peyva “wardoz”ê tê da derbas dibe. Em jî digerin li gelek waran, we qala sembola me ya weşanxaneyê nekiribû, ew jî pezkovî ye, ew jî li navê wardozê difesile, ew jî digere li waran, ew jî natebite, li cihên asê ye. Semboleka Kurdan e, semboleka çîyayan e. Em jî pezkovîyên folklora xwe ne. Helbet, wextê em dibêjin folklor, em qala hemû axa Kurdistanê dikin. Ne tenê ax, ji ber ku Kurd koçber û penaber in folklora wan jî wisa bûye. Me xwe gihandîye heta Xorasanê, îsal me sêxiştîyên wan çap kirin. Bi hemû parçeyan ra danûstendinên me hene. Pirtûkin hene, ji wan parçeyan in, em ê wan jî çap bikin. Lê em dixwazin Kurd karê berhevkarîya folklorê li gorî metodên zanista folklorê çêbikin. Di vî warî da pirsgirêka herî mezin ew e ku Kurdên me wexta materyalan deşîfre dikin û radixînin ser kaxidan, dest tê didin, tekstan diguherînin. Ev tiştekî pir şaş e, çi çawa hatibe gotin divê wisa bê nivîsîn. Ne kêm, ne zêde.

 

Bi Celîlê Celîlî re we li cihên cuda cuda panel amade kirin. Gelo hejmara van panelan dê zêde bibe û şewqa ronahîya wan panelan dê xwe bide bajarên din jî?

Em naxwazin di warê folklorê da bi tenê pirtûkan çap bikin, lazim e girîngîya hişmendîya folklorê li nav Kurdan belav bibe. Em dixwazin Kurd xweyîtîyê li vê mîrateya xwe bikin, bikarin wê derbasî qadên din jî bikin. Ji bo wê jî em ê panel û semîner û kursan jî çêbikin. Îmkan û derfet li kû derê hebin em ê gotina xwe bikin, em ê fikra girîngîya folklorê belav bikin.

 

Ji bilî folklorê hûn çi berhemên din çap dikin?

Em, ne tenê weşanxaneya folklorê ne, em dixwazin di gelek warên din da jî pirtûkan çap bikin. Warê edebîyatê, warê dîrokê, warê hunerê, warê zanistê. Lê em li zimanê pirtûkan pir miqate ne. Wekî ku min got, em wî zimanê baskşikestî qebûl nakin. Me çi çap kir jî em ê bi Kurdî çap bikin, neyê firotin jî, neyê xwendin jî em ê çap bikin. Lazim e, mirov xizmetê ji zimanê xwe ra bike. Gelek caran em dibihîzin, hinek dibêjin, mirov bi tenê pirtûkên Kurdî çap bike, debara mirov çênabe. Kurdî pere nake. Ji bo Kurdî pere bike, lazim e mirov di warê Kurdî da bêhtir bixebite, mirov xwe sist neke. Kesên ku dibêjin, Kurdî pere nake, li benda kê ne? Kî dê bê û rûmeta zimanê wan bilind bike? Sirf ji bo vê sedemê mirov here pirtûkên xwe bi zimanê serdestên xwe çap bike –ji bo çend qurişên din tê kevin bêrîka mirovî ne ji bo tiştekî din e ev–, ez dibêjim ev sextekarî ye. Eyb e. Şerm e.

 

Heta niha we çend berhem çap kirine û eleqeya xwendevanan çawa ye?

Va ye salek e, em li ser pêyan in. 17 pirtûkên me hene. 15 jê ên folklorê ne. Yek jê li ser bişaftinê ye û vê meha borî jî me rêzimana Kurmancî çap kir. Em ê vê payîzê jî gelek pirtûkan çap bikin. Em xwe digihênin gelek deran, rewşa sîyasî û çandî ya li Bakurê Kurdistanê ne baş e, lê dîsa jî em li ber xwe didin. Pirtûkên me tên firotin û însan xwe digihênin me, dixwazin bi me ra bixebitin. Em kêfweş in.

 

Kesên ku bixwazin berhemên wan ji nav Weşanên Wardozê derkevin divê çi bikin?

Yek jê me behs kir, divê ziman, zimanekî fesîh be, paqij be û bi zimanê akademîk(!) nelewitî be. Ev ji bo me gelekî muhîm e. Derîyê me ji her kesî ra vekirî ye. Li ber destê me dosyeyên xebatan hene, wextê pirtûkek tê ber destê me, em ji wan ra dîrokekê dîyar dikin, heta wê çaxê, em dixwînin û em fikrên xwe dibêjin. Baş be, ji bo çi baş e? Ne baş be, ji bo çi ne baş e. Em sedeman dîyar dikin. Yek ji gelemşeya warê weşangerîyê ev e. Yan dibêjin, pirtûka te baş e, yan jî dibêjin ne baş e. Lazim e, mirov rê li ber însanan bixe, sebeban ji însanan ra bibêje, warê nivîs û nivîskarîyê vê yekê li ser me ferz dike. Eger pirtûk ji bo çapê bê qebûlkirin, em şertên peymana xwe ji wan ra dibêjin. Em tu pereyî ji însanan nastînin, em heqê wan diparêzin, em wan dost û heval dihesibînin. Di her kêlîya amadekirina çapkirina pirtûkê da, em bi wan dişêwirin û em wan agahdar dikin.

 

Gelo, li Kurdistanê çapkirina berhemên Kurdî zehmet e?

Di warê fermî da, astengîyên dijwar tune ne. Helbet ev li gorî mijaran û warê pirtûkê diguhere. Astengîya herî mezin di warê belavkirin û xwendin û nirxandina pirtûkan da dertê meydanê. Derfetên belavkirinê kêm in. Xwînerên Kurdî jî kêm in. Li ser pirtûkan nivîs û rexneyên kêrhatî nayên lêkirin. Yan reş dikin yan jî ji hev ra xweş dikin. Gelek kom û komik derketine meydanê, hew pesnê hev didin û serîyan li hev mezin dikin. Û jixwe wekî din jî îmkan û derfet tune ne.

 

Rewşa weşangerîya Kurdî çawa ye û berê wê li ku derê ye?

Rewşa weşangerîya Kurdî bûye wekî girara gavanan. Nizanim pir belawela, pir bê pergal e. Pirtûkên xwe dişînî didî wan, pereyan ji te dixwazin, gelek caran pirtûkê naxwînin û redakte nakin û diweşînin. Hin pirtûkan vekin li wan binêrin hûn ê bibînin bê çi kirine. Pere jî, nasîtî û dostîtî jî bûne pîvana çapkirina pirtûkan. Ev şaş e, pirtûkek ji ber ku baş be gerek bê çapkirin, ne ji ber tiştekî din. Ev ne tu îş e. Carna jî tu dosyeya xwe dişînî bi salan li te venagerin, te ji bîr dikin, di ser guhê xwe ra diavêjin.

Weşanxane tên avakirin, edîtor û redaktor li meydanê tune ne. Edîtorî û redaktorî karên girîng ên weşanxaneyan in. Pispor lazim in ji van karan ra. Ku tu li ser ziman û rêzimanê nexebitî tu yê çawa redaktorîyê bikî, te li ser edebîyat, huner, ziman û zanistê nexwendibe tu yê çawa pirtûkan binirxînî? Ecêb e, lê dikin.

Îmkanên weşanxaneyan ên aborîyê jî ne zêde ne. Dewlet, ji bo pirtûkên ku bi zimanê Tirkî hatine çapkirin, bi her awayî alîkarîyê dike, lê mesele wextê bibe pirtûkên Kurdî, xwe kerr dike û deng ji xwe nayîne. Sazî û dezgehên Kurdan –ku gelek jê hatin girtin– ew jî zêde piştgirîyê nadin qada weşangerî û zimanî.

We qala berê me kir. Li kû derê folklora Kurdan hebe, berê me li wir e. Li kû derê peyvek, gotinek, kilamek, sewtek hebe, berê me li wir e. Berê me li zimanekî fesîh û rewan û paqij e. Berê me li cewhera me ye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev