Konferansa kurdan li Mosko

Konferansa kurdan li Mosko

Zikrî Musa,

nûnerê buroya rêzdar Mesud Barzanî

“Mistefa Barzanî dema hat Sovyêt, hêvî û hêza wan Kurdan vegerand ku nêzîkî 300 salên wan çêbibû ku ji cih û warên xwe dûr ketibûn û li Yekîtiya Sovyêt belav bibûn.”Ev gotina Profêsor Nadirê Kerem Nadirov bû di Konferansa Federasyona Komeleyên Kurdî li welatên Yekîtiya Sovyêta berê, ku destpêka vê mehê li bajarê Mosko birêve çû. Nadir Nadirov akadêmîstekî mezin e û dîrokzan û entrpolojiyekî Kurd e, ku zêdetirî 70 pirtûkên wî derbarê rojhilatnasî û Kurdan û dîrokê de hene.

Wî pisporê mezin dixwest bêje, Barzaniyê nemir heta di jiyana xwe ya penaberiyê de jî karî bibe çavkanî ji Kurdên Yekîtiya Sovyêt re. Nadirov gazinê wî ji Kurdan dikir ku destê xwe nadin hev û her aliyek seriyekî ji xwe re dikşîne. Wî digot, Kurd xwedî dîrok û çavkaniyeke dewlemend in, çima wisa jihev dûr bin û çima neteweyên dagîrker zilmê li wan bikin.

Niha bêhtirî milyonek Kurd li Rûsya û Kazaxistan û Qirqîzistan û Gurcistan û Ermenistan û Ezerbaycanê dijîn. Bara herî mezin ji wan xwendevan û rewşenbîr û bihêz in. Ji aliyê aborî ve jî li ser piyê xwe sekinîne. Ziman û kiltûrê xwe parastine û dîroka xwe winda nakin. Ew zanayê mezin Nadir Nadirov di wê baweriyê de ye ku Barzaniyê nemir mezintirîn sedem e ji bo çêbûn û dîtina rihê kurdbûnê di nava Kurdên komarên Sovyêta berê de. Kurdê ku herî hêja ne ku nûneratiya Kurdên derve bikin, ew in. Kurdbûn û mêrxasî û camêrî li cem wan tevlî hişyarî û rewşenbîriyê bûye. Çavê wan vekirî ye. Min dît çawa merd û dilfireh û sade bûn. Hêviya dilê wan Kurdayetî û serxwebûna Kurdistanê ye. Gelekî ji kesên nepaqij li Başûrê Kurdistanê û ji kesên ku destê Kurdan jihev dûr dikin, xemgîn û dilgiran bûn.

Ji min dipirsîn, gelo miletek ku jenosîd hatibin serê wî çawa ji dilê wî tê ku sixêfan bikin hev û dilê hev bihêlin? Dipirsîn ka rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê, çima pişta xwe dane kurdbûnê û çima piştgiriya serweriya mirovê Kurd nakin? Çima medya û malperên Kurdî li Başûr wisa fedîko ne û şermê dikin? Çima medyayên Kurdî avê dikin li ser aşên dagîrkeran û li dijî Kurdan? Çawa Serok Barzanî heye û daxwaza serxwebûnê dike, lê rewşenbîr û medya û partiyên siyasî pişta wî nagrin? Kurdên Sovyêta berê digotin dema em berê xwe didin medya û televîsyonên Başûr em ji ber xwe şerm û fedî dikin.

Bi rastî min nikarîbû bersiva wan pirsên wan bidim û ji wan re bêjim sebeb çi ye û min nedixwest wan bêhêvî bikim. Tenê min dixwest ji wan fêr bibim û bingeha kurdbûnê bibînim. Ji ber ku li cem me li Başûr Kurdbûn ji ber ferhenga dagîrkeran û ji ber nakokiyên navxwe, ziyan dîtiye. Parek mezin ji wan Kurdan, Êzdî ne, lê di serî de xwe Kurd dibînin û qet ji ol û mezheban dilgiran nabin. Ew aştîxwaz û jîr û wêrek in. Çavtêr û merd û xwendevan in. Baş ha ji rewş û bûyerên Kurdistanê û navçeyê hene.

Ew Kurdên ku li devera Sovyêta berê dijîn, samanekî siyasî û kiltûrî û aborî û dîrokî mezin in ji bo gelê Kurdistanê. Ew dikarin bi baştirîn şêwe rûyê Kurdên derve nîşan bidin û piştevaniya serxwebûn û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bikin. Herwiha dikarin bibin pirek di navbera Kurdan û gelên din de. Kurdên Sovyetê dikarin resenayetî û kurdbûna me bînin bîra me.

http://www.kdp.info/a/d.aspx?l=16&a=110237

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev