Nameyek rexneyî bo kovara “Kund”ê

Nameyek rexneyî bo kovara “Kund”ê

Mela Mihyedîn

Şikir ji xwedê re êdî hêdî hêdî hejmara weşanxaneyan, hejmara nivîskaran û hejmara kovarên me pêl bi pêl zêde dibin û hêvî dikim zêdetirîn bibin.

Her tiştê li ser rûyê vê dinê dişibin  însanan. Her însan çêdibe/tê laş, ciwan dibe, kamil dibe, extîyar dibe û dawîya dawî ji hêz dikeve û pişt re jî dimire. Bêîstîsna ji bo hemû bireser û kirdeyên vê kanînatê ev zagon derbasdar e.

Zanîn pêwîst e, hewce ye di bin xizmeta ilm de divê em xebatên xwe bînin meydanê. Felata me di zanînê de veşartîye. Hêvî dikim li ser hemû beşên beşerî û zanistî di her warî de kovarên Kurdî derkevin û zêdebin. Bi derketina her kovareke zanistî, Kurdî û kurdewarî pê gelekî bextewar dibim.

Bi navê ‘Kund’ kovarek nû li nav kovarên Kurdî zêde bû. Niha jî bi hejmara xwe ya duduyan li pêşberî xwînera ye. Hêvîdarim ku temen dirêj be.

Bi hejmara xwe ya pêşîn ji me re got merheba û hebûna xwe dîyarî xwînerên Kurdî kir û merhala xwe ya pêşîn derbas kir. Di merhala pêşîn de bala gellek xwîneran kişand.

Bi hejmara duduyan jî derbasî merhala duduyan bû ku ew jî ciwanî bû. Ciwantî bi xwe re cêhiltîyê/balixbûnê tîne. Mixabin xilasbûna vê merhalê hebekî dom dike û carna jî tiştên ne xweş jî pêre derdikevin meydanê. Di balixbûnê de çiqasî tiştên xweş bên kirin jî gelek caran tiştên nerast, tiştên şaş û tiştên ecêb jî tên kirin. Gelek caran bi van xebatên wan yê cêhilbûnî dilê merivan ji wan sar dibe. Niha tiştek nayê ji dest, Kundê me jî balixbûna xwe dijî û dê ew dem jî derbas be (hêvî dikim derbas bibe û wisa nemîne).

Hewce ye, meriv ji hev fam bike. Em hemû mirov jî di heman rêyê de derbas bûne. Lewma ez bawer im di hejmarên din de hêdî hêdî dê ev kovara delalok dê kirasê xwe biguherîne û wê kamil bibe. hêvîya me jî ew e.

Em werin ser mesela xwe, dixwazim çend tiştan ji bo kovarê bêjim, dixwazim çend rexneyan bînim zimên.

A pêşî; ji kovarê re dibêjin ku kovara kitêbî ye û dixwazin li ser berheman rexneyan bikin û berhemên nû nîşanî xwendevanan bikin. Xwezî wisa bana lê mixabin hejmara rexneyên kitêban/pirtûkan kêm e û pir cih nedane berhemên nû jî.

A duduyan jî; ji kovarek kitêbî bêtir dişibe kovarên photographyîk/wêneyî. Gava meriv li kovarê dinêre ji nivîsan bêtir wêne cih girtine. Xwezî ji wêneyan bêtir nivîsên edebî hebûna.

A sisêyan; Kundê me medya civakî xweş bi kar tîne lê baş bi kar naîne. Di medyayê pir çalak e. Gellek caran parvekirinên wan dilê xwîneran li hemberî wan sar dike. Wekî kesên balixbûyî parvekirinên xwe dikin. Hundirê parvekirinên wan vala û pûç in. Parvekirinên xwe timî dubare, sêbare, çarbare, pêncbare, şeşbare… dikin.

Di teşbîhê/şibandin de xete nabe lewma ji ber vê teşbîha ku ez ê bikim dilê xwe ji min negrin. Wekî daşikên nû hinî zîtirka bûyî hema li dora xwe çerx dibin û zîtirkan didin. Ey Kundê me yê delal bes zîtirka bide û serê me gêj bike, bi hebûna te û bi hejmara te ya nû ya em gellekî keyfxweş in.

Dara ku fêkî dide serê xwe pir bilind nake û ji pozbilindîyê direve. Dara Spîndarê fêkî nade û bi pozbilindî û egoîstîya xwe serê xwe bilind dike û hey bilind dike lê tu carî jî fêkî nade. Ji kerema xwe Kundê me wekî dara fêkîyan be ne wekî dara spîndarê.

Ji kerema xwe merhala cêhilbûnê zû derbas bike û derbasî asta kamilbûnê bibe. wê demê em ê bêtir bi te serbilind bibin. Hûn dikarin ji kovarên me yê kamilî îlhamê bigrin. Li kovarên Zarema, Nûbihar, Wêje û Rexne, Nûdem û Hawarê binêrin û di rêya wan de herin û wekî wan bi kamilbûnî tevbigerin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev