SERKUNDIRNAME -VIII-

SERKUNDIRNAME -VIII-

Xwendevanên delal, em îro perçeyê dawî yê nivîsa nivîskarê malpera me yê nû Raif Yaman çap dikin, ku babeteke nû, babeteke îronî ye. 

Raif Yaman

Dema Dêwê Heft Serî bi dek û dolabên dujminane, bi harîkarîya bi zanetî ya jî bi nezanitîya çekdarên we bi xwe malên we wêran kirin, şewitandin, dan ber topan, tafilê li şarên xwe yên din kirîya xanîyên xwe du ya jî sê qat pirr bikin. Çimkî hûn welatparêzên hêja ne. Hûn şoreşger in. Hûn dîndar in. Hûn merd in. Hûn cuwanmerd in. Bihêlin bira feqîr û zulûtên we li bin konên naylonî li bin pênceh derece germa havînê, di seqema çelê zivistanê da bi şoreşgerî bijîn. Hûn kirê zêde nekin, buhayê her tiştî bilind nekin, ew dê hewqas malbatên we çawa bikanibin jîyanek şoreşgerî bijîn, xwe hînî zor û dijwarîyên jîyanê bikin? Ne?

Dema hûn di nav du serîyên Dêwê Heft Serî da asê man, qenc bala xwe bidinê, kîjan hovtir be, kîjan bêtir bikanibe warê we talan bike, kîjan ji alîyê leşkerî û sîyasî ve xurttir be, bê guman bi wî serî warê xwe bidin dagîrkirin, pê demographya warê xwe bidin guhertin. Heke hûn xwe bidin hêla alîyê din dibe ku xoybûnxwazên we piştî demekê zora wî bibin, dibe ku nikanibe zirara bi dilê we bide miletê we. Her dem, li her derê warê xwe, bi navê parastinê bibin sebeba hêrîşên hovtirînên li ser can û malê miletê xwe.

Li cem dîndarên xwe bibêjin xwedê tune. Kêmasî û şaşitîyên peyxamberan bihînin zimên. Bibêjin ew tenê pêşeng û rêberên gelên xwe bûne, lê mîna me meriv bûne. Hûn dîndar nebin jî li bal ateistên xwe bibin dîndarên hov û tiştekî ji wan ra mehêlin. Xweşbêjên xwe bi şer biqedînin. Heke hûn dema ji hev diqetin we hîna qot li hev sor nekiribe, bi dilgranî û nîgeranî ji hev biqetin. Ji hev bixeyîdin. Bi salan silava xwedê jî medin hev. Ji eslê xwe dûr mekevin. Gotineke we ya xweş heye; hûn dibêjin “em kurmanc in!” Ev gotin tam li we dihê. Tenê hûn dikanin gotinek hewqas bi mane bibêjin, û pê serkundirtîya xwe nîşan bidin.

Zarrên xwe meşînin dersên kurdî û kirdî. Li dijî dersên bi zimanê xwe çi ji we bihê texsîr mekin. Dema hinek bibêjin bi kurdî ders nahên dayîn, zimanekî bêkêr e, wê gavê qûna xwe bilind bikin û li erdê bixin. Dîsa jî zarrên xwe meşînin dersên kurdî û kirdî. Binivîsin, bibêjin, ewên ku zarrên xwe li dibistanan bişînin dersên van zarên zimanê kurdan xayîn in. Navên aryan li zarrên xwe bikin, navên bi kurdî li zarrên xwe bikin, lê pê ra bi kurdî mepeyivin. Ev şertekî grîngê serkundirtîyê ye. Bi serkundirtîya xwe ra rast bin.

Bibêjin em amade ne berdestîya dewleta xwe bikin. Pesnên sîxurên Dêwê Heft Serî bidin. Ji wan ra ghezelan binivîsin. Bibêjin dîya min ji we ye, ez jî ji we me. Bibêjin jina min ji we ye, ez jî ji we me. Bibêjin mêrê min ji we ye. Bibêjin miletê Dêwê Heft Serî rîçik û qurmê darê ye, kurd gulî ne. Heta gulîyên hişk in. Birrîna wan hem sunet e, hem ferz e. Heta ji destê we bihê xwe pîs bikin. Bindestî pîsitî ye. Heqê wê bidinê.

Hevalekî we ji we biqete, tafilê temenê wî bikin tarîxa îxanetê. Bi vê jî mesekinin bibêjin ew û famîla xwe bi heftê û heft bav û bapîrên xwe, dayîk û dapîrên xwe ve xayîn bûne. Xayîntî, şoreşgertî, dîndartî, kafirtî, sîxurtîyê ji xwe ra bikin nan û pîvaz û dew. Dilê we ji kê ra çi bixwaze bidinê.

Qîmetê medin pîvanên zanînê, pîvanên exlaqî û hêmanên din ên meriv pê dibin meriv. Kî diherin Mersinê bira herin we cehenema serê wan kirîye, hûn tim herin Tersînê. Ters xweş e. Tersîn xweş e. Bi hev ra hêrs bibin. Tazîran bidin hev. Bi hev ra deng mekin. Bi hev ra bizirin. Bireyin hev. Bigixin. Hev û din bidin ber pêhnan. Li ku derê canê we bixwaze bidin lotikan. Xwe bigevizînin. Bihîrin. Xwe ji hemî hawayên kirin û gotinên merivane biparêzin.

Canê we li ku bixwaze bazbidin ser hev. Paşê bibêjin li filan derê cara pêşîn em bazdane ser hev. Kitêba vê binivîsin. Bikin film. Li ser stranan bibêjin. Bira alem bizanibe hûn kî ne.

Di şahîyên xwe da stranên şînê bistirên. Di şînên xwe da simsimkî bilîzin. Li her derê qala kêmasî û xerabîyên xwe bikin. Di parastina mafên cînsîyetên cihê da jî mîna merivên xwezan û normal mebin. Her dem marginal bin. Mesela di hemî meeting û conferenceên xwe da homosexualityê pîroz bikin, heterosexualityê heft qat têxin bin erdê. Ala qûnek û kîrek û quzekan bidin destê daîk û dapîrên xwe yên di xewnên şevan da jî ew nedîtine. Paşê bibêjin, cara pêşîn me ala LGBT bi daîk û dapîr û bapîrên xwe bilindî asîmana kirîye.

Dujminên xwe ji xwe ra bikin hemserok û rêber, pê tazîran bidin serekê xwezanên xwe. Derewan bikin. Gendeltîyê bikin. Terestîyê bikin. Ji bo dilê yaran reş, dilê neyaran xweş bibe çi ji destê we bihê texsîr mekin.

Li media, huner û edebîyata we berdide canê hev û din ji dil û can xwedî derbikevin. Ji bo hûn rojekê bi pêş da qirra xwe bînin çiqas şaşitî û faşitî hene gişkan bikin tac û bidin serê xwe. Media xwezanên xwe ya weşanek milî dike, rastîyan tîne zimên, bi karê xwe yê rast û serketî hêjayî pesinandinê ye, bi sîxurtîya vîyan û wîyan, bi xayîntîyê sûcdar bikin. Hêrişî ser rojnamevan û studioên wê bikin. Heke ev ji destê we nahên, dema çavên we pê ket paşê xwe bidinê. Heta hema ji wê derê biqewitînin. Xebatkarên xwe yên ber dêrî teme bikin bira nehêlin hundir. Çi karê wan heye li civînên we?

Merivtîya biserêxwe, serbest, bi rûmet, bi exlaq, bi namûs û ethic ji we ra ji mirinê jî wêdatir e. Dujminê we yê rastîn e. Xwe jê biparêzin. Hûn numûnên dawîn ên serkundirtî û xwenezantîyê ne. Baldar bin. Huşyar bin. Çav hene. Berdestî, bindestî û serkundirtîya xwe jê biparêzin. Çavînî mebin. Çavînokek şîn bi kuna xwe ve bikin…

 

Not: Di vî metnî da peyv bi formên xwe yên gran hatine nivîsandin:

  1. Di şûna formên sivik ên peyvên bê, bên, nayê, nayên, neyê, neyên, , tên da formên gran ên van peyvan bihê, bihên, nahê, nahên, nehê, nehên, dihê, dihên hatîye tercîhkirin. Di şûna herfa kelijandinê y da fêlên hatin û hanîn bi herfa h hatine nivîsandin. Çimkî herfa h herfa pêşîn a van her du fêlan e. Ev herf di van peyvan û hinekên din da mîna gelek zimanên hindeuropî tê nivîsîn lê nayê xwendin. Fêlê anîn bi formê xwe yê gran hanîn hatîye nivîsîn.
  2. Gotinên dunya, dujmin, haşitî,  hêvar, hawa, hewqas, huşyar, mumkûn, musulman, numûne, şad, tu, turk, wusan, zulût û gelekên din bi formên xwe ên sivik dinya, dijmin,  aşitî,  êvar, awa, ewqas, hişyar, mimkûn, misilman, nimûne, şa, ti, tuik, wisan, zilût nehatine nivîsîn, bi formên xwe yên gran hatine nivîsîn. Ji bo peyvên homophone kêmtir bibin û manên peyvan di zimanê nivîsê da li nav hev nekeve nivîsîna bi formê gran her dem çêtir e. Meriv dikane bi formê gran binivîse û hem bi formê gran û hem jî bi formê sivik bixwîne, lê meriv nikane bi formê sivik binivîse û bi formê gran bixwîne.
  3. Peyvên ilmî, sîyasî û fenî yên ji zimanê îngilîzî ya jî fransizî bê guherîn wekî xwe hatine nivîsandin: alternative, canal, camion, communist, democracy, democrat, demography, ecology, encyclopedic, fascist, homophone, imperialist, internationalist, nationalist, negative, princip, positive, sionist, socialist, television,

Wêne: Rebwar A. Tahir

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev