Lêkolînek li ser rêzimana kurdî-kurmancî

Lêkolînek li ser rêzimana kurdî-kurmancî

Nivîskar: Şêxmûs Aslan

Armanca xebatên rêzimaniyê naskirina qeydeyên zimîn e. Loma di vê xebatê de, ez ji qeydeyê tê zanîn re li mînakan negeriyam. Min xwest, ez qeydeyên di bêje û hevokên kurmancî de hene bidim naskirin, lewra van qeydeyana perwerdeya zimîn in.

Di zimanekî de rêbaza bêjeçêkirinê çiqas hêsan û kêrhatî be, ew zimana ewqas hêsan vedije û dewlemend dibe. Bêjesaziya hêsan, perwerdeya zimîn jî hêsan dike. Morfolojiya kurmancî gelek kêrhatî û hêsan e.

Heta nuha rêxistinên zanistî li ser zimanê kurdî lêkolîn nekirine. Bi destê aqademîsyenan bêjeyên kurdî sadir nebûbin jî kesên kurd, bi hezaran bêje, wek têgîniyên rêzimanî û ragîhandinê, afirandine.

Kesên ku rêzimana kurdî nivisîne, yek jî bi fîlolojîya kurdî perwerde nebûne. Pirî wan nivîskarana mamoste ne û bi tirkî perwerde bûne. Eger kesên wek me kanin rêzimanan binivîsin, va yeka ne ji şarezatiya me ye, ji tekûzbûn û sivikbûn û zelalbûna vî zimanê şîrîn e.

Wek her zimanekî di zimanê me de jî qeydeyên siruştî hene. Gelê me bi hezaran salan in, li ser van qeydeyan bi hev kirî ne. Ya ji me tê, qeydeyên di zimanê me de hene, em wan rast nas bikin û baş bidin naskirin. Qeydeyên morfolojiya kurmancî bi hewayek zanistî tasnîf bikin.

Di vê lêkolînê de mijara hemû bêjeyan -nemaze lêkerên kurmancî- bi dorfirehî hatiye nirxandin. Gelek xalên nû li rêzimaniya kurmancî hatine zêdekirin. Sentaksa kurmancî belkî cara ewil e, bi rêbazek zanistî û rêkûpêk di vê pirtûkê de hatî nirxandin. Pêwendiya di navbera hêmanên hevokê de û cûrên hevokan bi zelalî daye naskirin. Di vê pirtûkê de, mînakên ji bo şîrovekirina têgîniyên rêzimanî hatine dayin, hemî ji zargotina kurmancî û nivîskarên navdar hatine girtin.

Aramanca min, geşkirina kurmanciya me ya wek şîrê dayika min şîrîn û paqij e. Hêvî dikim, hûn jî bi pêşniyar û rexneyên xwe pişt bidin vê xebatê. Em bi hev re zimanê xwe geş bikin û pêş ve bibin.

 

Hun dikarin pirtûkê ji vê derê bidest bixin

www.nayayinlari.com

 

Ji Redaksyona malpera Riataza:

Ji van xetên vê anonsê wisa xuya dibe, ku an haya nivîskar û weşanxaneyê ji karên kurdên Sovyeta berê di hêla zimanê kurdî da tunene, an jî ewana karê kurdên Sovyetê naxwezin bibînin.

– Heta nuha rêxistinên zanistî li ser zimanê kurdî lêkolîn nekirine.

– Kesên ku rêzimana kurdî nivisîne, yek jî bi fîlolojîya kurdî perwerde nebûne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Hkovan Baki

Piştî xwendinê, karê wî yê sereke nivîskarî û weşangerî ye. Berpirsê weşanxaneya NA ye. Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê kurdî derketine.

Qeydên dişibine hev