Nameyên evînî -43

Nameyên evînî -43

Xwendevanên delal, em beşa xwe a nû bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin. Îro nivîsa me a çilûsisîyan e.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

***

Nura ezîz û xweşik. Ez fikirîm dema ji min pirs bikin Nura bo te kê ye, du bersîv hatine hişê min. Yek: -Nura armanca jîyana min e. Dudu: -Nura nûnera min e li herdu dinyayan.

***

Bîra min çûye min çi nivîsiye. Evîna te her tişt sar û germ kir. Ji yekî hez nekim, ewqas sar dibim ku wî dikim qeşa. Min ji te hez kir, ez germ bûm, hevsûd ji germaya min şewitîn.

***

Nura ezîz, bi te ra canê min ciwantir dibe û ez bi te ra ewqas genc dibim, ku carina dibim zarok jî, weke ku diya zarokê ne cem be, zarok digirî. Roj baş dilê min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev