“PKKê 300 zarok û xortên Êzdî revandine”

“PKKê 300 zarok û xortên Êzdî revandine”

Nûçeyek ji kdp.info

Şingal-KDP.info- PKK tometbar e bi revandina zarokên Kurdên Êzdî. Li gorî zanyariyan 300 zarokên Êzdî ji aliyê PKK ve hatine revandin, ji bo Qendîlê hatine veguhestin û li wir tên perwerdekirin.

Dema ku terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser Şingalê hejmareke çekdarên PKK derfet ji wê valahiya ewlehî dîtin û xwe bi zorê li ser Şingalê feriz kirin û hêj ligel Heşda Şeibî ew bajar di bin destê wan de ye.

Serokê Rêxistina Civîn a Kurdên Êzdî Kawa Îdo Xetarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna hêzên mîna PKK û hêzên din mîna Heşda Şeibî û hêzên Iraqê bûye çavkaniya kirîz û pirsgirêkan ji Şingalê re ku ew yek jî nahêle aramî li Şingalê çêbibe.”

Kurdên Êzdî PKK tometbar dikin bi revandina zarokên wan ji Şingalê ku heta niha hejmarek mezin ji zarokên wan winda ne, lê piştre derketiye ku hinek ji wan di nava PKK de ne.

Kawa Îdo Xetarî wiha got: “Jibilî tevliheviyê li Şingalê û alozkirina rewşa wê, destê PKKê di revandina hejmareke mezin ji zarokên Êzdiyan heye û heta niha nêzîkî 300 zarok û xortên Êzdî ji aliyê PKKê ve hatine revandin.”

Xetarî wiha domand: “Ew Êzdiyên ku hatine revandin, bi şêweyan hatine revandin. Beşek ji wan dema ku DAIŞê êrîş kir ser Şingalê û PKK hat şingalê beşek ji xort û ciwanên Êzdiyan ligel xwe birin Rojavayê Kurdistanê û li wir ew kirin çekdar. Beşê din jî PKK ew birine Qendîlê û li gorî zanyariyan li wir wan perwerde dike û piraniya wan kêmî 18 salî ne.”

http://www.kdp.info/a/d.aspx?l=16&a=110250

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev