Di çavkanîyên ermenan de çîrokên kurdan

Di çavkanîyên ermenan de çîrokên kurdan

Kurd û Ermen ji sedan sal zêdetir bû di nav hev de wekî heval û hogir jîyan, heta roma reş wekî Beko kete navbera wan û navbera wan xera kir.

Di heman gundî de, di heman bajarî de jîyaneke wan ya bi aram hebû. Pir ji hev feyde dîtin û pir tişt ji hev du fêr bûn.

Stranên me, çîrokên me û yên wan hewqasî xweş bûn ku di her du zimanan de heman çîrok û heman stran dihat gotin.

Rewşenbîrê Ermenistanê Sarkîs Sêropyan (bi ermenkîya Rohilatê Sargîs Sêrobyan.- redaksyon) jî yek ji heyranê folklora Kurdan bû û di wextê xwe de gellek çîrokên Kurdan berhev kiribû û wergerandibû zimanê xwe.

Min jî neyte ji pênûsa dosteki Ermen çîrokên Kurdan wergerînim Kurdî.

Beşa yekem ya Sîyabend û Xecê min wergerand, yên din jî di rêzê de ne.

 

“Sarê Sîpanê” an jî “Sîyamanto û Xiçezarê” -1

 

Xiçezarê bûbû mêvanê xewna Sîyamanto,

Di xewna xwe de, gustîlkek xistibû destê Xiçezarê.

Heman xewn, di heman şevê de bûbû nesîbê Xiçezarê jî.

Nêzî berbangê Sîyamanto ji xewna xwe şîyar bû.

Siwar bû li hespê xwe yê boz

Û berê xwe da Êla Zirikanîyan.

Gava hat, ji hespê bozî peya bû û berê xwe da konekê,

Bû mêvanê jineke extîyar.

Dengê def û zurnê ji dûr ve dihat û ew deng li ezman belav dibû.

“Pîrê, ev keyfxweşî û merasîm ji bo kî ye?”

Pîrê bersivand:

“Lawê min, ev daweta Xiçezarê ye. Hatine ku wê bibin.

Ev sê roj û sê şev e ku dom dike.”

Sîyamanto ji pîrê lave kir,

Ku ji wî nîşanekê bighîne destê Xiçezarê.

Ew gustîlka di xewna xwe dîtibû ji berîka xwe derxist û da pîrê.

Pîrê daxwaza wî qebûl kir û mendîlek neqişandî anî,

Dendik û mewîj xiste hundirê wê û gustîlk jî xiste nava wan.

Pîrê çû serxêrêbûnê.

Keçik xelatê pîrê qebûl kir, bi tilîya xwe nava mendîlê tevda û gustîlka xwe dît.

Keserek kûr veda, perda tarîyê bi ser bibîkên çavên wê de hat xwarê. Kete erdê û ji hemdê xwe çû.

Pîrê bezî, hat ba Xiçezarê. Destekî xwe danî ser çavên wê û bi destê din jî cihê serê wê ediland.

Pîrê got: “wey çavê’m kor bin, wer ser hemdê xwe,

Veke bibîkên çavên xwe, veke devê xwe,

Çi bû? Te çi dît? Çima wisa bi te hat?”

Destê hênik û dengê dilşewat keçik anî ser hişê wê.

Xiçezarê got: “Pîrê, Xiçezarê qurbana te be

Tu dizanî xwedîyê vê gustîlkê li ku ye?”

“Keça’m, xwedîyê gustîlkê li mala min e.”

Xiçezarê got: “Va ye tu dibînî , hatine min bibin.

Sê roj û sê şev derbas bûne, êdî çare nemaye.

Here ji Sîyamanto re bêje, rojek û çareyek tenê heye.

Serê sibehê bi tenê ji bo dehîyê, ez ê herim ser kumbeta dayê

Bila werê wir. Dê li wir min bibîne, here jê re bibêj.”

Pîrê vegerîya malê,

Tişta bi çavên xwe dîtî û bi guhên xwe sehkirî ji Sîyamanto re got.

Ji keyfê û ji kelecanê xewn neketibû çavên wî,

Berîya berbangê rabû xwe amade kir û berê xwe de kumbetê û kete hundirê wê.

Ji ber bêxewîyê, perda xeyal û xewnê li dor wî konê xwe veda,

Ebayê xwe bi ser xwe de kir û raza.

Xiçezarê hat kete hundirê kumbetê,

Li benda wî sekinî lê hişyar nebû,

Lê nêrî lê dest nedayê û lê deng jî nekir.

Xiçezarê ji berîka xwe cotek kabên (hestîkê lîstika kabê) zêrîn xiste berîka wî,

Û vegeriya mala xwe.

Wext bûbû nîvro, Sîyamanto hêdî hêdî çavên xwe vekir,

Li hawîrdorê xwe nêrî lê kesek nedît.

Bi dilekî şewat vegerîya mala pîrê.

Bi xemgîn vegerîyabû.

Bi dengekî lerz û bi keder ji pîrê re got:

“Ez çûm lê kesek nebû,

Xew bi ser min de girt, dema şîyar bûm kesek nebû.”

Pîrê got: “Kurê’m tu pak î, te qet li berîkên xwe nerî?”

Sîyamanto destên xwe avête berîka xwe, du heb kabên zêrîn hate destî.

“Ew in, ew nîşana Xiçezarêye ji te re hiştîye.”

Sîyamanto got: “Mane wan çi ye, min jê fam nekir?”

Pîrê got: “Dibêje, tu hîn zarok î, tu ne zilamê evînê yî,

Here bi zarokan re lîstikê bilîze.”

Fedî kir û girîya. Carek din ji pîrê daxwaz kir.

“Cardin here pîrê, cara dawîn here

Here û daxwaza Xiçezarê ya dawîn ji min re bîne, çi bixwaze ez ê bikim.”

Pîrê çû û hat, agah ji Xiçezarê anî.

“Sîyamanto ger zilam be, ger zanibe ji hezkirinê

Sibê wê bi merasîm min bi rê kin, bila xwe bighîne

Bila tîr û kevan li mil be

Hespê boz li bin be

Bila kerwanê merasîmê bide seknandin

Bila wekî bazekî êrîş bide û min ji destên wan rizgar bike.

Bila min li hespê baz siwar ke û bi hev re em herin Sarê Sîpanê

Li wir bêhna xwe vedin. Li wir bimînin û ji hev re yarîyan bikin.

Bila mij û dûmanên Sarê Sîpanê me ji çavan muhafaz bike”.

Çavkanî: Sarkîs Seropyan

Wergêr: Mela Mihyedîn

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Letif Bruki

    Sarkîs Sêropyan folklora Kurdan Sîyabend û Xecê didize u ca male ermeniya “Sarê Sîpanê” an jî “Sîyamanto û Xiçezarê” nishan dide.

    Sarkîs Sêropyan folklora Kurdan u gellek çîrokên Kurdan ne wergerandiye zimanê ermeniki, ewa dbe ev folklora ermeniyane u wi folklore kurdan Sîyabend û Xecê ca male ermeniya bi nave “Sarê Sîpanê” an jî “Sîyamanto û Xiçezarê” ermeniya niv kriye.

    Mela Mihyedîn ca “Beşa yekem ya Sîyabend û Xecê” wergerandiye? Ne Sarkîs Sêropyan behsa “Sarê Sîpanê” an jî “Sîyamanto û Xiçezarê” dike !!!

    Mela Mihyedîn, keremaxun, herin meletiyaxun bikin, le aşvana ermeniyara awa kurda le neke. Derdeme be te ji grane.

    Xaintiye milletexun neke u dizzara komeki nede.

Şirovekirin hatine girtin.