Keça kurd a êzdî li Almanyayê jî ket destê wî çekdarê DAIŞê yê ew îşkence kiribû!

Keça kurd a êzdî li Almanyayê jî ket destê wî çekdarê DAIŞê yê ew îşkence kiribû!

Berhem Elî

BasNews – Çîroka keça kurd a êzdî Eşwaq, a di dema êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê de li Şingalê ketibû dest çekdarên hov ên DAIŞê hem cuda ye, hem jî kêm tê dîtin e.

Eşwaq hem bi başî kurdî dizane, hem jî Almanî û dema ketiye dest DAIŞê û dojeha wan zimanê erebî jî fêrbûye. Lê dibêje: ‘’Ez ji wî zimanî hesnakim û ez naxwazim bi ti awayekê careke din pê biaxivim û bibîhisim.’’

Eşwaq di temenê xwe yê 15 salî de dikeve dest DAIŞê. Piştî 10 mehan îşkence û êş û sivikayî û heqaretan ji aliyê çekdareke Iraqî yê bi navê Ebu Humam ve, bi zîrekî û bi şêwazê xwe yê ecêb ve xwe rizgar dike û xwe digehîne deverên ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê lê ye û digehe nav beşek ji kesûkarên xwe û pê şad dibe. Piştî demekê bi rêya bernameyeke mirovî ve li gel dayîk û birayekê xwe wek penaber diçe Almanya û li qampeke bajarê Stuttgartê.

Piştî sê salan Eşwaq li Stuttgart a Almanya Ebu Humamê DAIŞê dibîne, ku wî çekdarê çend sal berî wê li Mûsilê bi 100 dolarî Eşwaq kiribû û 10 mehan jî îşkence kiribû. Ango Ebu Humamê terorîstê DAIŞê. Li Almanyayê ew terorîste xwe ji Eşwaqê venaşêre û rêya wê digre û destdirêjî li ser dike.

Eşwaq piştî ku gilî dike û polîsê Stuttgartê ti tiştekê nake, piştî sê salan bi yekcarî ji Almanyayê vedigere bo Kurdistanê.

Bavê Eşwaq Hecî Hemîd Teilu dayîkbûyê sala 1965ê ye û wek Babê Seed tê nasîn. Wî kesî gelek êş û îşkenceya derûnî yên giran dîtine û kêm kes hene ku bikarê li hember wan xeman xwe ragire.

Bavê Eşwaqê cigarê bi cigarê pê dixe û dema ku diaxive dinava dûkelê de rûyê wî baş diyar jî nabe û reng û rûyê li gor temenê wî gelek pîr xuya dike. Ca eger kesek hîn pên kur û keçeke wî di destê DAIŞê de be, malbatên du birayên wî û du xwîşkên wî bi zarokên xwe ve diyar nebin êdî dê çawa bikare biaxive.

Bavê Eşwaqê dibêje: ‘’Dema nahyeya Sinûnê ket dest DAIŞê êdî rêya me nema. Demjimêr 17:30ê êvari çekdarên DAIŞê hatin destpêkê 5-6 otomobîlbûn, lê me demekê dît çi erebên mislimanên sunne hene li Şingalê û gundên derdora me yên Hesawîk, Tel Şeref, Bîrqasim, Miçolî, Faw, Ricih El Ebid, Um Xebarî, Xazuka û hwd bi wesayît û çekên xwe ve bûn DAIŞî û hatin ser me. Berî wê em li gel wan erebên misliman hemû wek kesûkar û kirîvê yek bûn, lê xelkê namerd û bênan û xwê ma tu dê çi bêjî ji wan re?.

Herwaha dibêje: ‘’Ew çekdarên hatin ser mala me bi fermana Neşmî Eselî ango biraziyê muxtarê gundê Hesawîk Mihemed Xelef Esel ve hatin.

Em 77 kesên yek binemaleyekê bûn dinava çend wesayîtan de bûn û me dixwast birevin. Lê çekdarên Neşmî Esel rê li me girt û ji me re got: ‘’Hûnê bibin misliman an na?

Min bersiv daye: Em li ser ola xwe ne û merciya me ya olî heye, pêwîste em bi wan bişêwirin.

Neşmî ji min re got, tu bi telefon li gel wan êzdiyên revîne biaxive û ji wan re bibêje werin xwarê, sibê êvari li mala we emê rûnên û biaxivin.

Piştî wê me xwest birevin lê erebên misliman hemû bûn sixor û li dû me bûn û piştî demek kurd çekdarên DAIŞê di hejmarek zêde de hatin û 66 kes ji malbata me bi wesayîtên me birin Sûriyê. Em neh kes man ez û keçek min li gel hevjînê xwe û sê zarokên wê yên felç, li gel mamê min û her du hevjînên wî. Ji ber peyvendiyên berdewam ên telefonê me zanî ew 66 kes revandine Sûriyê. Em jî 45 roj wek girtî li mala xwe de man. Piştre me xwe gehande çiyayê Şingalê. Tene xwedê dizane me bi çi zihmetiyekê dinava ewqas metirsiyan de ew pîr û zarok gehandin çiyayê Şingalê.

Eşwaq jî sala 1999ê ji dayîkbûye. Dema ket dest DAIŞê 15 salbû. Piştî ku ew revandin Sûriyê her şeva yekem de çi pare, zêr, telefon, nasname û pasaport hebûye li gel wan ji wan standine. Bi wî awayî peyvendî li gel malbata wê qut dibe û dervey ava pîs, xwarina xirab û êş û îşkence û tirsê ti tiştek ji wan re nema.

Eşwaq dibêje şeva duyem li hewşê em kom kirin, ji mamê min pirs kirin, hûnê bibin misliman? Mamê got em dibin misliman! Lê bi mercê hûn eziyet û êşê nedin keç, jin û zarokên me. Heman şevê şirînî anîn merasîma mislimanbûna me pêkanîn.

Piştî 9 rojan em 180 kes bi sê otobûsên mezin birin û otobûsek bo keçên ciwan, ya duyem bu zilam û xortan, a sêyem jî bo jinên bi temen û zarokan bû. em birin Şingal û Mûsilê. Em piştre keçên ciwan birin hotelekê û her odeyekê de 30 keç dibûn.

Piştre çekdarek DAIŞê yê bi navê Ebu Mihemed bi darê firçe 18 keç ji oda me li gel min em cuda kirin û em birin odeyek mezin. Çekdarek din ê DAIŞê hat cuzdanê pare derxist û 4 xwîşkê min û keç mama min kirî û pare da Ebu Mihemed. Herçend giryan û xwe avêtin ti sûdekî wê nebû. Ew kirîn û firotina keçên êzdî li odeyên din jî berdewam bû.

Eşwaq di vegotina çîroka xwe ya tall de dibêje: Ez û xwîşkek xwe û 10 keçên din li odeyekê de diman, piştre nêzîk 100 keçan em bi pasekê birin Beacê, li wê derê di avahiyekê de çekdareke DAIŞê yê bi navê Ebu Hîlal cilên nû bo me anîn û got, biçin germavê xwe bişon. Keçek êzdî ya bi navê Cîlan ku xwandevanê koleja bijîşkî bû li wê derê, xatra xwe ji xwîşka xwe xwest û got: ‘’Ez rê nadim yek DAIŞîyek destê xwe bide min û ezê xwe bikujim’’ piştî demek giriyê û hewarê, em hemû çûn bo wê me dît ku Cîlan mixabin bi jîletê ango gûzanê şahdamara xwe jê kiriye û xwîşka wê bi hewar û giriyê agir berdida dilê mirov û kevir jî ba dê hatiba axiftiba. Lê du çekdarên DAIŞê hatin û Cîlan termê wê yê mirî xistin nav beteniyekê û ji serban ve avêtin milê din ê wê avahiyê.’’

Eşwaq got: ‘’20 keçên din hatin firotin û 80 yên din em man û em birin dibistanekê. Li wê derê jî ji me hin kes hatin firotin û hêdî hêdî tenê ez û çar keç man. 4 çekdarên DAIŞê yên bi navên Ebu Humam Şeriî, ku navê wî Mihemed Reşîd Bexdadî bû, Ebu Hîlal, Ebu Enes Mûslawî û Ebu Asim Beacî jî zîrevanê wan bû. Wan em kirîn û em birin avahiyekê yê li gundê Rembûsî. Ebu Humam ez dagir kirim bo xwe. 10 mehan bi temamî ez îşkence kirim, destdirêjî li ser min kir. 4 keçên din ên hevalên min jî, bi heman awayî li gel Ebu Hîlal û Ebu Enes bûn. Nimêj bi zorê bi me dan kirin û gotin eger hûn Qur’anê jiber bikin emê we azad bikin. Me jî hemû jiber kir. Lê derew li gel me kirin, xwarin dîsa bi me didan çêkirin.’’

Eşwaq dibêje: ‘’Çend mehe piştî wê Ebu Hîlal hate kuştin û ew çar keç bo Ebu Enes man. Min gelek hewl da ku baweriya Ebu Humam bidest bixim. Gelek caran telefon û pare bicîh dihêla û çavdêriya min dikir. Lê min ti demekê reftareke wisa nekir ku gumanê li min bike ku ezê birevim. Piştî 10 meh wê dojehê, rojekê bi dizî ve min telefon bo birayê xwe kir û min gotê em dixwazin birevin. Wî jî gote min hebên xewê peyda bikin û bixin nav xwarina DAIŞiyan û wan bi xewre bibin. Me gotina wî kir û em her pênc hatin me bi nênîkê xwe herdereke xwe kir birin û me ji Ebu Humam re got, pêwîste tu me bibî bo nexwaşxanê, eger na nexwaşiya me dê te jî bigre. Em her 5 xistin wesayîtê û em birin nexwaşxaneyê û got hûn biçin dermanan werbigrin piştre ezê bêm dû we. Me 2 deste hebên razanê wergirt û li malê jî me desteyek hebû û Ebu Humam hate dû me. Got: îşev mêvanên me hene, pêwîste xwarinê amade bikin û 15 kes in. Em jî hatin bilez kartol û bacan û bacanên reş me sorkirin û du deste hebên razênê me xiste nav xwarin û çaya wan de. Piştî xwarin xarinê 17 çekdarên DAIŞê li du odeyan de razan. Tenê Ebu Humam ti tiştek nexwar û em tirsiyan. Lê piştî demekê Ebu Humam got: Serê min gelek diêşe heba serêşê bide min. Min jî gotê nabe hebên serêşê bi zikê birsî bixoy û xirabe. Gote min bo min hêkerûnekê çêke. Ez jî çûm min hêkerûn û çayek bo wî çêkir û heb xiste nav xwarin û vexwarina wî de jî. Bi wî awayî her 18 kes ketin xewê û me derî qifil kir û hema wê şevê em revîn û piştî 14 demjimêrên tejî metirsî ve em geheştin çiyayê Şingalê û navçeyên bin desthilata Pêşmerge.’’

Li Almanyayê

Eşwaq piştî ku bi beşek kesûkarên xwe şad dibe, ji ber programeke mirovî di meha 6 a 2015ê de li gel dayîk û du birayên xwe digehe bajarê Stuttgart a Almanyayê û ew bixwe birayekî wê û dayîka wê li odeyek qampekê de tên bicîh kirin. Eşwaq piştî temam kirina dewreya zimanê Almanî diçe dibistanekê û car car jî diçe gel bijîşkek derûnî bo ku aram bibe û tedawî bibe. Herwaha demekê bi rêya dibistanê ve diçe kuaforekê ku pîşeyek fêr bibe. Lê ka bizanin çarenivîsa wê keça kurd ber bi kîwe diçe?

Eşwaq çîroka xwe berdewam dike: ‘’Rojekê di sala 2016ê de ez ji dibistanê vedigeriyam û ber bi mal ve diçûm. Min hestpê kir ku zilamek li dû min e. Di rastiyê de pir min li rûyê wî nenêrî. Ew zilam heta nêzîk mala me ya li qampê ket dû min û piştre vegeriya. Ez gelek tirsiyam û min ji dayîka xwe re got. Lê wê ez piştrast kirim û ez aram kirim. Got: keça min netirse, ev der Almanyaye kes nikare te eziyet bike. Min jî guh nedayê û jiyana xwe ya asayî berdewam kir. Min ew zilam nedît heta roja 21.02.2018ê. rojekê ji kuafor ve ez vedigeriyam, li pêş marketekê heman ew zilam hate pêş min û rê li min girt. Min baş lê nêrî ku û geriya min zuha bû û ew zilam Ebu Humam ê DAIŞî bû ku ez li Mûsilê 10 mehan bi temamî îşkence li min kiribû û bi awayê herî hovane destdirêjî li ser min kiribû. Heman rih û rûyê kirêt û tirsnak, gelek metirs û bêşerm ve destpêkê bi Almanî ji min pirsî; Tu Eşwaqî ne wisa? Min jî bi Almanî gote wî; Nexêr tu xeletî, ez ne ew im. Wê carê bi erebî got: Belê bele tu Eşwaqî û min jî baş dinasî. Ez Ebu Humam im, tu demek  dirêj li Mûsilê li gel min may û naha jî ez dizanim tu li kûderê yî û li gel kî dijî û bi çi ve mijûlî. Min hema wê demê nezanî ez çibikim. Hema tenê min karî ez xwe bavêjim marketa NETO û min dît dûrket. Êdî bilez min xwe gehande mala birayê xwe û bûyer min ji wî re got. Birayê min got, pêwîste em ji berpirsê qampê re û bi polis re bibêjin. Bi naçarî sibê zû ez çûm qampê û xwe gehande gel jina bi navê Sabîne û berpirsa qampê û wê jî bi dilsozî polis tê gehand. Polis jî hat lêpirsîn li gel min kir û wesfa rûyê Ebu Humam min kir û wan jî wêneyî wî kêşan û piştre çûn li kameraya marketa NETO nêrîn û muqayese kirin heman kes bû. piştre jî polis got; Ew jî wek te penaber e li vî welatî û em nikarin ti tiştekê li wî bikin. Lê hejmarek telefonê dane min, eger rê li min girt bo ez li polis bigerim. Piştî bersiva polîsê Alman min biryar da ku bi yekcarî vegerim Kurdistanê û berê xwe nedim Almanya.

Çend pirs ji almanan!

Çîroka Eşwaq waha ye. Lê ev bûyer pirsyarên zêde tê de hene. Ez ji wan rojnamevananim ku ji nêzîk ve agahdarê hemû ew alîkariyên leşkeri yên Almanya me bo Pêşmerge. Her kurd hebe wî helwêstê xweşik ê Almanyayê ji bîr nake. Dizanim Almanya cuda ji hemû welatên Ewropî xizmeta herî baş a mirovî pêşkeşî penaberan kiriye. Herwaha bo xwîşk û birayen me yên êzdî. Dizanim Almanya rojên giran ên wan çar salên borî de dostaniya xwe bo Kurdistane îspat kir. Bo zanyariya herkesê hebe jî ez alîgirê bihêz ê futbola Almanyayê me. Lê nabe piştî xwandina çîroka Eşwaq li Almanan nepirsim: ‘’Erê yasayên girêdayî parastina mafên mirov li welatê we, hinde giran û tundin ku nikare çekdarek xwînrêj, di çengên wî yên terorîst re bê girtin? Erê hun ne li bendê ne ku Ebu Humamên heyî li Almanya rojek ji rojan êrîşeke terorîstî li welatê pêkbîne?

Erê keçên êzdî çi bikin, dema li Mûsil û Sûriyê û Almanya ya dilê Ewropa jî heman çekdarên DAIŞê pêsîra wan bigrin û destdirêjî li ser wan bikin çi bikin?

Xwezî qet neba konsolxaneya Almanya li Hewlêr pêdaçûn ji bo vê çîrokê bikira û bersiva wan pirsan daba min!

Spas bo nivîskar û hunermend Husên Baedrê ku ez ji çîroka Eşwaq agahdar kirim.

http://www.basnews.com/index.php/kr/reports/459361 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev