Mihemedê kurd û hin çîrokên din -6

Mihemedê kurd û hin çîrokên din -6

Charles Wells

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Dûrat el Mûlûk, ji aliyê bavê xwe ve, bi kêfxweşî û dilovaniyeke mezin hate pêşwazîkirin. Wê jî ji bavê xwe re behsa seydayê xwe kir, pesnê wî da ku seyda jê re wek bavekî bû. Mîr Hesen bi wan gotinan gelek dilşad bû û bona perwerdehiya qîza xwe ji seyda re diyariyên bêhempa şand.

Di ser re zêde wext derbas nebûbû ku bedewî û rindiya dotmîrê li her derê welêt deng veda. Mîr û qiralên welatên cînar sefîrên xwe şandin ser kulavê mîr Hesen, da ku Dûrat el Mûlûkê ji kurên xwe re bixwazin, lêbelê Mîr Hesen daxwaza wan qebûl nekir û ew destvala verêkirin.

Kurmamekî dotmîrî ê bi navê Aksûn hebû, ku wî xortî gelekî ji Dûrat el Mûlûkê hez dikir. Aksûnî prenses ji mîr xwest, lê bavê wê ew daxwaza xort qebûl nekir û got keçên min tunene ku ez bidim wî. Di mîrekiyê de alimekî mezin hebû, Aksûn çû lavayê alim kir, da ku here dotmîrê ji mîr bixwaze. Alîkariya alim jî bi kêr nehat, Mîr Hesen li ser qewl û qirarê xwe ê berê bû û digot zewaceke weha tucar çênabe.

Herdu ciwanan ji hev hez dikirin, dû qirar û îtiraza mîr, wan jî bi dizî dest bi nivîsandina nameyan kirin. Aksun ji prensesê re nameyek nivisî û jê re behsa serhişkiya bavê wê kir. Dotmîrê jî jê re got, ku ew ji xeynî wî kesekî din qebûl nake, heya guherîna fikra bavê wê, divê neçe cihekî din û bi sebir li bendê bimîne.

Aşiqê bextreş bi agirê evînê ve hatibû pêçandin û nikaribû bêhereket bimîne. Bi alikariya aqilmendê mîrekiyê, cara duduya çûne ser kulavê Mîr Hesen û daxwaza dotmîrê kirin. Lê mîr vê carê ehd kir ku qîza xwe nede lêwik. Aksûn kete rewşeke bêhêvî, ji keça padişa re derbarî wan tiştên qewimî de nameyek nivîsand. Prensesê jî ji wî re bersîvek nivîsand:

“Kurmamê min ê delal, ev cara duduyaye bavê min red dike û wisa dixuyê ku wê tu car min nede te. Lê dîsa jî bê hêvî nebe, planeke min heyeku ez ê niha ji te re behsa wê bikim. Ez ê du çewala bi kevirên giranbiha tijî bikim û bavêjim ser pişta hespekî û pey re di şiklê mêrekî de bi şevê ji bajêr derkevim. Divê tu li derveyî bajêr li benda min bî, da ku em ji bavê min bi dûr bikevin û xwe bighînin welatekî azad û dû re li gor qanûna zewaca xwe pêk bînin. Wê perê me jî ji bo jiyaneke xweş û bextewar hebe. Li wî baxçeyê aliyê qesra rojhilat benda min bimîne. Em ê êvara pêncşemê li wira hev bibînin, lê dema roj diçe ava deriyên qesrê tên girtin û ji vê sedemê divê tu zû ji bajêr derkevî”. Dems Aksûnî ew name wergirt, carkedin bi kêf û dilşa bû û bê sebir li benda wê rojê ma.

Ger em vegerin prensesê, wê jî bi navê bavê xwe ji dergevan re nameyek hazir kiribû û di nameyê de weha nivîsîbû:

“Dergevano! wezîrekî min, bi emrê min ji bo karekî girîng diçe cihekî, divê tu bê pirs û sual derî jê re vekî”.

Herçiqas ji dergevan re hatibû gotin ku piştî roavayê derî ji kesî re veneke, lê pey wê nameyê tu şert û merc nediman. Dema padişa ji bo îsirhetê derbasî oda xwe bûbû, wê jî mora padişa wergirtibû û nameya nivîsandî mor kiribû. Pişt re du çewal tijî zêr û zîv kir, du hesp hazir kir, çewalên xwe avêt ser pişta hespekî û bi xwe jî yê din jî siwar bû. Di dilqê zilamekî de ber bi derî çû, name da dergevan, dergevan ew xwend pey re paç kir û danî ser eniya xwe, ku ew edetekî rojhilatiyan bû û tavilê derî vekir. Dotmîrê hespê xwe ber bi cihê hevdîtina wan yanî ber bi baxçê bezand. Tu were li wê qederê mêzîne, ku Mihemed jî di heman şevê de ji bo hêsabûnê xwe gîhandibû wî baxçeyî. Dûrat el Mûlûk wisa difikirî ku kurapê wê beriya wê hatiye baxçe û li benda wê ye.

Lêbelê wê şevê Aksûnî jî ( ku ew nav tê maneya bêsiûdî yê  û apê wî ew nav dabûyê da ku bi ku de here bê şans be) bi dîtina bager û birûskvedanê ve fikirî, ku dotmama wî di şeveke weha de nikare derkeve derve. Hêj wext zû bû jî, ber bi oda razanê çû û xwe bi xwe got:

“Di şeveke weha zor û dijwar de nivînên germ ji sur û sermaya derva çêtir e”.

Jêder: Mehemed the kurd; and other tales

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev