KANIYA PÊNCÇAVÎ -14

KANIYA PÊNCÇAVÎ -14

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

XWEDIYÊ DU JINAN 

Ma ne besî te bû jinek
Te li xwe zêde kir bela
Di nêv çavê xwe da zilek
Bi fetweya şêx û mela
(Miksî)

 

Li pey şêx û mela diçî
Mirovî te şkand kir qirçî
Kor bin çavên te yên birçî
Jin li te tim bibin xela
(Arîf Ûzîmî)

 

Te ne şerm e ne fihêt e
Dilê te wek te kirêt e
Weyla biqele tuxmê te
Xilas nebî ji teşqela
(Xelîlî)

 

Pêve didî weke moz î
Dilgemar î şibhê toz î
Tu sozxwer î ne dilsoz î
Hê ji roja Qalûbela
(Axmeşatî)

 

Ku hebî nazdarek bese
Ji bo te dildarek bese
Nikaribî barek bese
Herîso lahewlewela
(Dînarî)

 

Kanê qedrê vîna ewil ?
Kanê jîna te kir qewil
Jina ewil te kir kevil
Ey mafxwerê ji çeqela !
(Miksî)

 

Mafxwer î wijdanqirêj î
Çi hewa ye tu dirêjî ?
Tu nahêjî nîv jinê jî
Rûreşê rûta, çepela
(Arîf Ûzîmî)

 

Malxirabo ma tu dîn î
Ma tu jinan qet nabînî
Wele tê bê hinavxwînî
Sergêjê hiş belawela
(Xelîlî)

 

Mala ku tê hebê du jin
Êş û xem tim lê dirijin
Hewî xwîna hev dimijin
Bi meqersî û pelpela
(Dînarî)

 

Her zewq çavê te tê de ye
Hişê te ne l’serê te ye
Yek jin ji bo te zêde ye
Mal xira be l’ber zelzela
(Axmeşatî)
 

Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

 

 

ŞEWUTÎM EZ TU NEŞEWTE 

Hero her bang mi dida l’ser evîna te
Mi çi zanîbû wilo dînê te çewt e
Te kirim nav agirê xwe kezeba min
Şewutîm ez bêguneh lê tu neşewte
(Qaso)

 

Neçe ber tavê û rojê wa delalê
Bi xwe roj im sincirîme wa şepalê
Ruhê min va diçê wer ez bendewar im
Per û bask im bo te seh lê tu neşewte
(Tahir)

 

Kul û vîna te li min reng bizirandin
Bizirandin û kezeb wan kizirandin
Mi berê derd û bela j’te zîvirandin
Nehê min ber bibne deh lê tu neşewte
(Arif)

 

Şîrînê nazenînê zermêkewa min
Sîneçak im û ribat im pertewa min
E li ber te sîper im dav ne xem in qet
Rekehê dkim war û cih lê tu neşewte
(Mem)

 

Nîne min hal evîna te bê çi derd e
Mirî, kuştî û velîzandî di ber de
Nexweş im ez bê çiqas jehrî te da min
Şev û rojan bi qedeh lê tu neşewte
(Soran)

 

Çi bikim ez nikarim singqefesa xwe
Ne dikarim bisitînim nefesa xwe
Û devêm nagere bêjim tu jî wer be
Li dinê da mi dojeh lê tu neşewte
(Qaso)
 

Amed, Dîlok, Qonya, Stembol

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev